Felsefeya Hiqûqê

Felsefeya Hiqûqê

Rênas Xendekî 

 

Felsefeya hiqûqê ku bi her bizava nav xwe de cuda cuda hatiye pênasekirin û li gor wê naveroka wê hatiye dagirtin- qada felsefeyê ya têkildarî hiqûqê ye. Ango felsefeya hiqûqê, ew beşa felsefeyê ye ku li ser qanûnan û pergalên hiqûqê dixebite. Di nav yek ji beşa bingehîn a felsefeyê aksiyolojiyê de di bin sernava etîkê de xuya dike. Li ser vê mijarê mirov dikare di bin sernavê wê bixwe de gelek berhemên termînolojîk bixwîne. Lê belê xwendina felsefeyê ne xwe xeniqandina di nav tegehên felsefî de ye, ji vê bêhtir têgihiştin û xwendina bûyerên di nav jiyanê de ye. Di felsefeyê de jî mesele ne zanîn û zanyarî ye, mesele pirs û pirskirin e. Pirsên bingehîn ên Felsefeya Hiqûqê hinek ji wan ev in: ‘Hiqûq çi ye?’, ‘Divê kîjan maf bêne parastin?’ ‘Rêzik çi diparêzin?’ ‘Mirov mecbûr e ku li gor qanûnan tevbigere gelo?’ ‘Ew tişta ku darizandina dewletê derbasdar dike çi ye?’ ‘Dewlet kengî dikare têkeve nav jiyana taybet?’ ‘Cudahiya di navbera qanûn û fermanê de çi ye?’

 

Têkiliya di navbera qanûn û sinc, di qanûndanînê de rol û girîngiya dadgeran, di hiqûqê de sînorên azadiyê, pirsgirêkên sincî yên parêzeran, pêwendiya hiqûq û hêzê û hwd. Ji bo hîn bêhtir pirs hûn dikarin di jiyanê de mînakên têgehên wek hiqûq, dad, qanûnê bifikirin. An jî hûn dikarin ji ber kesên wek Kafka tiştinan ecêb binivîsin û li ser aliyên wê yên cuda bifikirin. Lê belê heke mirov ji aliyê teoriyên pozîtîvîst an jî realîst li meseleyê binêre ev pênasekirin kêm û heta çewt in. Li ser vê felsefeya hiqûqê, bi vê dîtinê re ku dibêje ‘hiqûq bêhtir ji bo dad’ê pêk bîne heye’ destpê bike jî û bi vî awayî hatibe qebûlkirin jî, ji aliyê kesên wek Hans Kelsen ên pêşengên hiqûqa pozîtîv ve hatiye gotin ku divê hiqûq bi pênaseyên wek ‘dad/edalet’ê razber û ne zanistî re mijûl nebe.

 

Felsefeya hiqûqê ji aliyê hin fîlozofan ve jî bi vî awayî hatiye pênasekirin; dîsîplîna ku hiqûqê di nav tevaya mantiqî de pênase dike û xetên wê yên bingehîn ên pêşketina wê ya dîrokî lêdikole û hiqûqê bi ramana dadê ya ku tenê ji aqil derdikeve dinirxîne. Li gor Alf Ross; felsefeya hiqûqê ji diyarkirina esasa hiqûqê an jî ravekirina têgeha hiqûqê, lêkolînkirina arîşeyên qanûn û mueyîdeyê binbar/mukelef e. Her wiha felsefeya hiqûqê bi arîşeyên ravekirina armanca hiqûqê ve jî mijûl dibe. Lewma jî rêgeza dadê ya ku armanca hiqûqê ye, lêdikole. Di vê lêkolînê de divê pêwendiyên di navbera ‘baş’iya civakî: dad û ‘baş’iya kesayetî: sinc berçav bêne girtin.

 

Li gor Radbruch; divê felsefeya hiqûqê berê xwe bide armanca diyarkirina nirxên hiqûqî. Mijara sereke a felsefeya hiqûqê pirsgirêk û armanca hiqûqê ye. Felsefeya hiqûqê, çavkanî û peresana hiqûqê, di çêbûn û pêşveçûna rêzikên hiqûqê de faktorên civakî yên bandorê dikin lêdikole. Di tevaya van pênaseyên felsefeya hiqûqê de hiqûq, bi têgehên dewlet û dadê ve têkildar e. Di çarçoveya van nêrînan de mirov dikare felsefeya hiqûqê bi vî awayî pênase bike: Felsefeya hiqûqê esasa hiqûqê û armanca wê ya dawîn lêdikole, lêkolînan li ser arîşeyên têkildarî çavkanî û peresana hiqûqê dike.

 

Kesên li ser felsefeya hiqûqê xebitiyîn hin dibistan ava kirine, ji van dibistanan ev teorî derketine: Pozîtîvîzma hiqûqî, bi çavekê formel ramanên wek hiqûqê wek pergaleke norman û çavkaniya wê jî dewlet derpêş dike. Bi vî awayî li ser, ‘hiqûq divê di nav xwe de hevgirtî û lihevkirî be’ û pêwîstiya wek tevayeke wateya wê hatî diyarkirin derxistina wê, sekiniye. Dîsa ji bo pozîtîvîzma felsefî wek paralel tê gotin ku têgehên dad, maf, sinc metafizîk û spekulatîf û nayên zanîn (ji bo hin kesan tune ne); ji ber vê divê ev derveyî hiqûqê bimînin. Realîzma hiqûqî jî, ji aliyekî ve di karakterekê civakî/sosyolojîk de ye û gelek girîngiyê dide sepandinê û îçtihadên dadgehê. Li gor vê teoriyê bi kiryarî û awayek mezin hiqûq tişteke ji dadgehan çêdibe ye û rola qanûndanêrî bi qasî ku tê zanîn ne mezin/gelek e.

 

Beriya van û di wateyek spekulatîf de di nav felsefeyê de bizava felsefeya hiqûqê ya rast bizava hiqûqa xwezayî ye. Hiqûqa xwezayî; dibêje qanûn di nav xwezayê bi xwe de hene. Ev raman koka hiqûqê wek Xwedayî an jî aqlî û ji ramana mirovî serbixwe (pêşbîrî-aprîorî) derpêş dike. Mirov ne yê/ya ku hiqûqê didahêne*, di pozisyona yê/ya ku kişf dike ye û jixwe jî ya ku divê bike ev e. Hiqûqa xwezayî wek pirsgirêk/problema herî bingehîn nirxê dad’ê qebûl dike û li ser vê disekine. Di çavkaniya ramana mafên mirovan de -ku di sedsala 20. de gelek girîng bûye- jî ev raman heye.

 

*didahêne: îcat dike 

*qanûndanîn: yên ku qanûnan çêdikin, wek parlemento. 

*peresan: peresîn, evolution, evrim 

 

Jêder: 

– Wîkîpediya, gotara li ser ‘Felsefeya Hiqûqê’ 

– D. Murat Yucel, ‘Hukuk Felsefesi ve Kafka/Felsefeya Hiqûqê û Kafka’ 

– Gustav Radbruch, ‘Xetên Bingehîn ên Felsefeya Hiqûqê’ 

– Velî Babaoglu, ‘Adalet ve Hukuk Felsefesi/Dad û Felsefeya Hiqûqê’

 

Çavkanî: Kovara Felsefevan, Hejmar 01. Rêbendan, Sibat, Adar 2015

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev