Kurd gerekê bi tametîskên xwe va bikevine bazara cihanê

Kurd gerekê bi tametîskên xwe va bikevine bazara cihanê

Kurdish Diaspora

 

Birêzan,

Em tev zanin ku her welat bi berhemên xwarinan an jî vexwarinan ciyê xwe di bazara cîhanê de digre.

 

Wek mînakên li jêr:

 

– Qehwe ya Kolombîyayî
– Çay a Hîndîstanî
– Penîrê Swîsî
– Şeraba Îtalî û Fransî
– Zeytê Îspanî û Îtalî
– Zeytê gûlen rojê yê Romanyayî û Slovaqî
– Festiqên darûka Sîcîlyayî
– Behîbên Îsraîlî
– Îsota Meksîkî
– Gûzên Emerîkî û Ukraynayî û pirtir…..

 

Çima ciyê me Kurda di nav bazara van berhemên jêr de ciyê xwe negrin?:

 

– Penîrê Wan û Amed’ê
– Zeytê Efrînê
– Şeraba Mêrdînê
– Festiqên Entabê
– Tahîna Amedî yê
– Dimsa Hinarên Rojhelat
– Îsota Riha yê û pirtir…..

 

Gelek berhemên Kurdan hene ku dikarin ciyê herî bilind li bazara cîhanê bigrin, bes ezê pêşniyarîya xwarin û vewxarinê bikim. Li ser navê berhemên Kurd siyaset û pêwendîya Kurda bi welatên biyanî re dikare xurttir bibe.

 

Bawer bikin ku Kurd enerjî ya xwe li ser xûrtbuna aborî ya xwe karbînin, ewê cîhan bi xwe we re ber lingê Kurda.

 

Her roj jiyan bi siyaseta êrîşên hev nabe birêzan. Yekîtî ya netewî di riya siyaseta netewî û aborî ya netewî de derbas dibe. Ne şer, ne jî aşîtî bê aborî nabe. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev