Şidet û Zilm

Şidet û Zilm

Şemsettin Işıklı 

Ez jî li dij şideta li ser însanan im, çi biçûk, çi mezin, lê hemû awa şidet. Ha jin, ha mêr, ha zaro, ha mezin, ha jêr, ha jor li dij hemû tundiyan im.

 

Û li dij hemû awa îstismarên tundiyê me jî. Li dij wê şidetê me ku hemû nirxên me yên neteweyî binpê û tehrîb dikin. Li dij wê şidetê me ku tevna civaka me ji hev diçirînin.

Li dij wê şidetê me ku şidetên navxweyî vedişêrin, lê edebiyata şidetê dikin. Ez wê şidetê red dikim ku dibêjin bila di civaka kurd de jintî, mêrtî, babtî, kurtî û qîztî rabe û saziya malbatiyê tarûmar bibe.

 

Li dij wê zilm û tundiyê me ku nahêlin jin, mêr û zarokên kurd bi zimanê xwe bijîn û bi îsrar zimanê serdestan li ser me ferz dikin.

 

Nelet li wê tundî û zilmê dibarînim ku hevkarên sîstemê tên dibin rêvebirên miletê kurd qaşo serokatî dikin. Ka ji vê zilmê girantir heye ku li ser navê qaşo ”biratiya gelan” dibêjin hûn nikarin xwe bi rê ve bibin em we sewq û îdare bikin. Û ew jî li gor menfeetên dewleta xwe tevdigerin.

 

Ez li dij wê şidetê me ku dibin sedem ku miletê kurd bedelên giran dide, lê tu armanc û hedefeke milî ne li navê ye. Zilmeke giran e ku kurd tim tên kuştin, lê hedefa serxwebûnê nîn e.

 

Ez li dij wê şidetê me ku dixwazin li ser kurdan ferz bikin ku bila kurd ji bo rizgariya welatê xwe şidet bi kar neînin.

 

Ez li dij wê şidetê me ku li gor planên dagirkeran kurd dibin teref û dijmintiya hev dikin. Ka ji wê şidetê dijwartir heye ku kurd berê xwe ji dijminên xwe diguherînin û li dij hev dijminatî dikin?

 

Ez wê şideta hovane red dikim ku welatê kurdan li ser navê ”ortak vatan”ê pêşkêşî dagirkeran dikin.

 

Şideteke zalimane ye ku dibêjin ji miletê kurd re ”dewlet” ne lazim e. Hemû milet xwedîdewlet û parastî ne. Heramdîtina dewletbûyînê ji bo miletê kurd şideteke hovane ye. Ez vê şidetê ji binî de red dikim.

 

Ez li dij wê şidetê me ku şidetên sereke vedişêrin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev