Ji bo bibîranina 6 mîn salvegera komkujîya Şengalê

Ji bo bibîranina 6 mîn salvegera komkujîya Şengalê

Temaşevanên delal,

Ji bernameya vîdêoweşana Ria taza em bi xêrhatina we dikin.

Mijara bernameya me ya bi navê: “Ji bo bibîranîna 6 mîn salvegera komkujîya Şengalê” wê bi temamî li ser Şengalê be, bi taybet derbarê êrîşa DAIŞê û encamê wê êrîşê, li ser rizgarbûna Şengalê, niqaşên statûya vê deverê, di derbarê pirsgirêkên mirovî ya penaberên êzdî, avakirina bajarê nû, parastina wî, hebûna hêzên şervanan li vê heremê û hwd.

 

Ji bo zelalkirina van pirsan me mêvandariya van kesên şareza û zaneyên pirsgirêka Şengalê kirîye:

 

Qeymeqamê Şengalê, şewirmendê karûbarên êzdîyan li Parlamentoya Herêma Kurdistanê birêz Mehma Xelîl,

Dîroknas û Lêkolînerê êzdî ji bajarê Oldenbûrgê ya Almanyayê birêz Dawûd Mûrad Xetarî,

Mamostayê pişka zimanê kurdî li Zanîngeha Zaxo ya Herêma Kurdistanê birêz Jêhat Qadir Hesen,

Karsazê berbiçav ji bajarê Kalînîngradê yê Rûsyayê, zaneyê dîroka dînê êzdîyatîyê birêz Pîr Mirazê Koçer.

 

Vîdêobloga Ria taza 02.08.20 bi dema Moskvayê, siheta 18.00 bi wextê Moskvayê dê di weşana zindî de be.



 

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev