Berhemên kurdzanên me – 215

Berhemên kurdzanên me – 215

Me di 214 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka kurdzanê mezin P. Avêryanov beşa “Serdazêdekirinan” ya di dawîya berhemê da çapbûyî bi sernavê ”Dokûmêntên di dema şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877-1878a daraberî we bikin. Ji ber ku ew beş mezin e, me ew kir çend beşan.

Ev berhema zanyarî ya bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandiye. Di demeke kurt da weşanxaneya AVESTA bi serokatîya birêz A. Keskîn wê çap bike. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Dokûmêntên di dema şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877-1878a da

 

Serdazêdekirina hejmara 24(b)

 

Nameya serekê desteya Êrîvanê gênêral Lazarêv ya ser navê gênêral Pavlov, ya 13ê adarê, sala 1878a, ji Êçmîadzînê

 

(Ji belgeyên arşîva Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê)

 

Min bi hewaseke mezin va nameya we ya 1ê sibatê ya derheqa kurdên Botanê da, ku konsûlê me yê berê li Helebê maqûl Îvanov hazir kiribû û we ser navê Împêratorê Mezin şandibû, xwend. Li wira hûn behs dikin, ku dema lazim bibe hûn belkî bikaribin kurda bînine alîyê me. Ez bi wê pirsê ra nas im û ez jî ser bawerîya we me. Niha, dema peymana aşîtîyê hatîye girêdanê, lazimaya wê yekê tune, lê paşdemê da, gava bûyer usa pêşda herin, ku lazim bibe em xwe nêzîkî wî miletî bikin, ez ser wê bawerîyê me, ku em gerekê wana bînine alîyê xwe û eger em bi dil û can xwe li wî karî bigrin, emê bi ser kevin.

 

Serdazêdekirina hejmara 25a

 

Nivîsa gênêral-adyûtant Îgnatyêv

ya surî ya 23ê çirîya paşin, sala 1876a

 

(Ji belgeyên arşîva Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê)

 

Niha ji me ra pir lazim e, ku serokatîya Kavkazê bi nimûneyên şerên buhurî bi kurda ra usa bikeve nava pêwendîyan, ku wana bîne alîyê me.

Eger em niha di wî karî da bi ser nekevin, fêlbazîyên serokatîya Tirkîyê û tewlebazîyên Îngilîs wê temamîya binecîyên kurd, ku di şêr da xurt in, derxe himberî me.

Portoyê îdî pêşnîyara serekên kurda, ku ew dikarin 60 hezar şervana bidin, sitendîye û kurda qayîlîya xwe dane, ku wana bikine nava ordîyê jî. Eger em soz bidine kurda, ku ew dikarin desteya xwe ya milîsa saz bikin û emê di wî karî da alî wan bikin, kurdê dest ji piştgirîkirina tirka bikişînin.

 

Serdazêdekirina hejmara 26a

 

Nameya gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov ya ser navê gênêral Pavlov, ya 2ê çirîya pêşin, sala 1876a, ya hejmara 82a. Derheqa rewşa kar û barên me di nav eşîrên kurda da

 

(Ji belgeyên arşîva Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê, ku derheqa şerê dawî da nin)

 

Bi nameya 25ê çirîya paşin, ku we ji Împêratorê Mezin ra şandibû, bergirtina têlêgrama surî ya gênêral-adyûtant Îgnatyêv jî kete destê min. Di wê da baylozê me elam dike, ku niha gelekî lazime, ku serokatîya Kavkazê bi her awayî hewil bide kurda bîne alîyê me, an na tirk û îngilîs wê bi hezar û yek helekarî û pelepistûkîyan va kurda derxine himberî me û Portoyê jî îdî ji serekên kurda pêşnîyar sitendîye, ku ew dikarin 60 hezar şervana bidine wê. Bi wê yekê ra girêdayî hûn hîvî ji min dikin, ku ez derheqa vê yekê da bawerîyên xwe bêjim, da ku hûn bikaribin Serekqumandar hayadar bikin, ku kar û barên me bi eşîrên kurda ra gerekê ser çi derecê bin.

Ez bi emirê Mîrlawê Mezin we hayadar dikim, ku ew tirsa baylozê me, ku kurd hewil didin xwe li tirka bigrin, vê gavê bê bingeh e. Ka kurd wê piştî destpêka şêr xwe li kîjan alîyî bigrin, bi du şertan va girêdayî ye: 1) di destpêka şêr da emê ji ku destpê bikin êrîş bikin û 2) îngilîs wê çiqas pere bidine tirka bona kurda bînine alîyê xwe. Ji tecrûbeyên salên buhurî ez hatime ser wê bawerîyê, ku heta ev herdu pirs bêlî nebin, hemû sozdayînên, ku kurd didine me û tirka, hêç û pûç in.

Bona em bînine ber çeva, ku pêwendîyên me bi kurda ra çawan in, lazime em wan pêwendîyan pareveyî li ser du beşa bikin: a) kurdên, ku li sencaqên paşalixîyên Qersê û Bayazîdê dijîn, ku li ser sînorên mene û b) eşîrên kurda yên Mûşê, Wanê û herêmên Kurdistanê yên mayîn.

Di komika pêşin da ev eşîr in: eşîra Zîlana – heta hezar malbatên, ku di kona da dijîn, Cemadînî û Sîpikî – weke 400 malbet, qebîlên mayîn yên biçûk – weke 300 malbet û eşîra Keskanî – weke 600 mal. Serhevdu 2,5 hezar malbet, ku di navbera Qersê, Qaqizmanê û Soxanlixê da dijîn.

Serekên van eşîran, ku bavê wan an jî ew bi xwe di şerê buhurî da piştgirîya me kiribûn, hema ku pê hesîyan ez hatime Konstantînopolê, merivên xwe an jî qasidên xwe şandine bal min. Wana digotin, ku hazir in wek berê piştgirîya me bikin, heta pirs dikirin, ku niha ji wana çi tê xwastin. Min hedya da kesên hatî û ji wan ra got, ku heta eskerên me ji sînor derbaz nebin, eşîrên kurda bira tu tiştekî nekin, li benda emirê me bin û serekeşîr gerekê ji kurdên bin hukumê xwe ra bêjin, ku ew tu dizîya û talana nekin, tevlihevîyan çê nekin. Kurda soz dane min, ku ewê daxaza min bi cî bînin û hetanî niha, ku mehek li ser hevdîtina me ra derbaz bûye, wana tu dizî û talan nekirine, xwe li sînorên me nexistine. Ez ser wê bawerîyê me, ku qaymeqamê Qaqizmanê Ahmed axa, ku serekê kurdên cînarên me – yên ji eşîra Zîlana ye û di şerê me yê berê da di nav ordîya me da qumandarê alaya kurda ya hejmara 2a bû û piştî Cefer axa di nav eşîrên kurda da qedir û hurmeta wî gelek bû, wê bi her awayî piştgirîya me bike û daxazên me bi cî bîne(•).

Piranîya kurdên paşalixîya Bayazîdê ji eşîrên Celalî û Cunakî ne û jimara malbetên wan, ku di kona da dimînin, weke 4 hezar e. Serekê Celalîyan Elî axa ye, yê Cunakîya Osê axa ye. Ez ser wê bawerîyê me, ku heta em Bayazîdê zevt nekin, gerekê bi wan ra nekevine nava pêwendîyan, ji ber wê jî min sipartîye Cefer axa, ku merivên xwe yên amin bişîne bal wan serekeşîran bona wana ra bêje, ku hema me destbi şêr kir, bira ewana siyarîyan bişînine nava desteya me. Bona xercên ji bo pêwendîyên Cefer axa bi Celalîya û Cunakîya ra min 2 hezar rûbl dane wî. Qet nakeve serê min, ku ev herdu eşîr piştî ku eskerên me Bayazîd zevt bikin, derbazî alîyê tirka bibin û dijminaya me bikin. Ez usa bawer im, ku vê gavê pêwendîyên me gerekê ji vê zêdetir nebin, ji ber ku him zû ye, him jî wê di hêla pera da jî ser me giran rûnê, lê em wê jî zanin, ku kurd xwe didine ser wî alîyî, kê ku zêde pere dide wan.

Ez dixwezim careke din vegerime ser wan eşîrên kurda, ku dûrî sînorên me – li Mûşê, Wanê û di warên Kudistanê yên mayîn da dimînin û dixwazim gotina xwe dubare bikim, ku pirsa ku kurd wê dema şêr xwe li kîjan alîyî bigrin, ew bi wê yekê va girêdayî ye, ku emê di êrîşên xwe da çiqasî bi ser kevin û çika emê çiqas pera bidine her siyarîkî kurda. Ji ber ku min guhdarîke taybetî datanî li ser piştgirîya kurda, lema jî min di civîneke derheqa milîsan da, ku li Tîflîsê dihate derbazkirinê, ber Serekqumandar pêşnîyar kir, ku lazime maeşê wekehev bidine hemû siyarîyan û gerekê ferqê daneynin, ku filan siyarî ji kîjan eşîrî ye û yek jî gerekê em bi xwe siyarîyan hilbijêrin, ji ber ku baştir e jimara wan ne zêde be, lê di hêla şervanîyê da mêrxas bin. Di şerê me yê derbazbûyî da me 9 hezar siyarî xwey dikirin, lê niha bira nîvê jimara wê be, lê bira em maeşekî baş bidine wan bona ew bi dil û can şer bikin. Min ev fikra xwe wî çaxî got, gava gênêral-adyûtant Mêlîkov di wê civînê da pêşnîyar kir, ku dewsa 5 rûblên, ku heta niha didane siyarîyan alaya Daxistanê, 10 rûbla bidin. Di civînê da min piştgirîya pêşnîyara wî kir û di ser da zêde kir, ku lazime wî maeşî bidine hemû siyarîyên di nav ordîya me da.

Paşê bêlî bû, ku ji demên buhurî da hatîye biryarkirinê, ku di mehê da 5 rûbla bidine siyarîyan. Min nizanibû, gelo hemû siyarî wê ewqas pere bistînin, yan beşeke wan gerekê kêm an zêde bistîne, an jî hinek ji wan gerekê heta 10 rûbla jî bistînin. Lê di civînê da ez li ser pirsa siyarîyên kurda sekinîm, min li wira têlêgrama baylozê me yê li Konstantînopoê jî xwend, ku bona pirsa siyarîyên kurda ber xwe diket û min pêşnîyar kir, ku meaşê siyarîyên kurda bighînine heta 10 rûbla. Lê çi mixabin, ku ev pêşnîyara min bi ser ne ket.

Eger ji bo amadekirina alaya siyarîyên kurda soz bidana, ku wê di mehê da 10 rûbl bidine her siyarîkî (bi xercên mayîn ra tevayî – cilên wan, xwerina wan – dikir weke 22 rûbl), wî çaxî wê tu şik tunebûya, ku ne tenê kurdên ser sînor, ku li Mûşê û Wanê diman, lê herwiha yên mayîn jî wê dorê bisekinîyana bona bikevine nava ewê alayê. Ez niha jî ser wê bawerîyê me, ku eger bi a min bûya, karê me wê baştir bimeşîya û wê bi deha hezara rûbl belasebab nehata xerckirinê li ser bertîlkirina serekeşîrên kurda û giregirên mayîn. Eger pera didine serekeşîra, gerekê bidine wan alayan jî, ku ji kurdan têne amadekirinê.

Ez hîvî ji we dikim van bîr û bawerîyên min bighînine Mîrlawê Mezin, belkî maeşê siyarîyên kurda bê zêdekirinê û sebebên wê jî min di civîna Tîflîsê da ya derheqa sazkirina alaya milîsa da gotîye.

 

(•) Di nav hemû eşîrên kurda da bi koka xwe va yên here bi nav û deng Cefer axa û Ahmed axayê pismamê Qasim axa ne. Lê Qasim axa hukumê xwe di nav gel da unda kirîye, ji ber wê jî li bal Ahmed axa dimîne.

 

Serdazêdekirina hejmara 27a

 

Jêderên ji daxûyanîyên çawîş Harûtyûnov û nameyên Korkmazyansê ermenî, ku ji Qersê jê ra şandine

 

(Ji belgeyên arşîva Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê)

 

“… Mişîr paşa gazî serekeşîrên kurda Qasim axa, Mehmûd axa û merivê wî Ahmed axa kir, ku bêne bal wî, lê ew ne hatin, ji ber ku zanibûn, ewê ji wana pirsa amadekirina alaya kurda ya siyarîyan bike, û ji ber ku wana ne dixwast daxaza Mişîr paşa bi cî bînin, lema jî wana biryar kirin neçin, da ku hêrsa wî ranekin.

Eger eskerên rûsa ji Arpeçayê derbaz bibin, kurd wê wek şerê buhurî bi hewaseke mezin alî rûsa bikin û hema ku em ji wan ra bêjin, ewê çendsed eskeran va derkevine himberî tirka”.

“… Hukumetê karmend Bekir beg Xatim oxli ji Qersê şand bona ji eşîrên kurda yên Cemaldîn, Zîlan û Keskanî eskeran berev bike. Ew karmend daxaza hukumeta Tirkîyê raberî wan kir û ji wan ra got, ku ew gerekê ji kurda siyarîyan berev bike û pêşda gerekê navê wan binivîse. Nûnerên wan eşîretan dîtin, ku çare tune, gotin ku ewê weke 1600 siyarî bidin. Pişt ra karmendê tirk got, ku ew siyarîyên, ku wê bikevine nava alaya siyarîyan, gerekê hema niha herine Qersê bona ji wira çekên nûjen bistînin. Kurd derketine dijî vê yekê û gotin: “Em nikarin çekên nû bi kar bînin û em nikarin di mehên baharê da li Qersê derbaz bikin, ji ber ku hespên me buhane û nikarin ber sermê ber xwe bidin, di hêleke mayîn da jî alifê wan tune”. Tirsa kurda ji wê bû, ku wê wana bi hespên wan va bibine Qersê, paşê berî wan din û hespên wan ji dest wan bigrin û bikine nava ordîya tirka”.

“… Destpê kirine ji eşîrên Zîlan, Cemaldînî û Keskanî pera berev dikin ji bo ordîyê, xwedêgiravî ew rezadilî ye, lê di esilê xwe da bi destî zorê tê berevkirin û cema perên berevkirî jî dike weke 30 hezar qirûş (1500 rûbl). Ev yek ne bi dilê kurda bû. Berî çend roja welîyê Erzurumê Îzmayîl paşa bi têlêgrafê hemû qeymeqamên kurda dawetî hêwirgeha (stansyon) Qersê kir û di têlêgrama xwe da awa nivîsîbû:

 

Têlêgrama Îzmayîl paşa ya ser navê kurdên paşalixîya Qersê, ku 16ê sibatê, sala 1877a ji Erzurumê hatibû şandin:

 

“Ji ber ku axên me yên ser sînor nêzîkî çemê Arpeçayêne, lema jî hema bêje hemû kurdên me li wir bi cî bûne. Eger bi Rûsîyayê ra şer destpê bibe, tu şik tune, ku neyarê me wê derbazî ser axa me bibe û wî çaxî kurdên me wê berî gişka bikevine ber derbên wan. Û ev yek wê ji bo me kêmanîyek be û minê nexwasta ew yek bibûya, ji ber ku eger Rûsîya himberî me şer îlan bike, ewê ne seba xatirê wê yekê be, ku perçekî axa me, an jî bajarekî me bike bin destê xwe, lê ewê ji bo wê yekê be, ku dînê Mehmedîyê, an jî îslamê ji rûbarê dinyayê bide hilanînê. Lema jî em gerekê bi her awayî xwe û sînorên xwe ji destdirêjayên neyaran biparêzin, ku lingê wan li axa me nekeve. Em gerekê wan hemû kesan bi çek bikin, yên ku dikarin çeka hilgirin û ji bo ku em bikaribin heywanên xwe, mal û milkên xwe ji êrîşên dijmin biparêzin, em gerekê wan kurda cîguhastî kûraya împêrîya xwe bikin û ez usa bawer im, ku hûn bi min ra qayîl in û hûnê zûtirekê derheqa wê yekê da ji muteserîf ra bêjin û ezê ji wî benda bersîveke erênî bim. 16ê sibatê, sala 1877a, bajarê Erzurumê. Îzmayîl”.

 

Serekeşîrên kurda, ku berevî stansyona têlêgrafê bûbûn, bersîveke awa dan:

 

Bersîva kurdên paşalixîya Qersê ya ser navê Îzmayîl paşa:

 

“Ew borcê (wezîfe) me ye, ku em derkevine himberî neyara, lê em vê gavê nikarin mal û milkên xwe derbazî kûraya Tirkîyê bikin. Emê çendekî şûnda berê xwe bidine zozana û em hîvî ji we dikin, ku hûn derheqa destpêka şêr da berî 15 rojan me agahdar bikin û wî çaxî emê her tişt weke daxaza dilê we bikin û emê bi komekdarîya Xwedayê Mezin şerê dijmin bikin. 17ê sibatê, sala 1877a. Qers”.

 

“Dû ra careke din bi têlêgarfê ji serekên kurda – Ahmed axa, Mehmûd axa û Reşîd beg (serekê eşîra Keskanîya) xwastin, ku ew bi îmzeyên xwe ji me ra îzbat bikin, ku dema şer destpê bibe, ewê neçine zozanên xwe yên berê, lê wê herine zozanên li çiyayê Gek-daxê. Kurd qayîlîya xwe dan, ku wê usa bikin, lê paşê usa ne kirin. Ji bo îmzeyên wan hedya dane wan: ji Ahmed axa ra – çeka bi cûrê bêrdanga û 4 mêtr perçê xas, kurê wî – Mehmûd axa ra – qirmek, lê ji Reşîd beg ra – 4 mêtr perçe. Reşîd beg soz da min, ku hema destbi şêr bibe, ewê bi hemû kurdên bin hukumê xwe va derbazî alîyê me bibe û ji bo wê îmze kir jî”.

 

Wek min texmîn kir, tirk gelek ber kurda digerin. Wek mînak: dema kurdên ji eşîra Cunakî bi serokatîya Bedir axa û Osman axa bi 30 malbetên ji eşîra Zîlan va ji sînorên rûsa derbazî senceqa Qaqizmanê bûn, Îzmayîl paşa têlêgrameke ha ji muteserîfê Qersê ra şand:

 

“Hewil bidin wana li warekî usa bi cî bikin, ku bi dilê wan be. Serekên wan gazî bajêr bikin, baş qedirê wan bigrin, da ku ew cînarên xwe jî bînine alîyê me”.

 

Îzmayîl paşa dema derheqa hedyayên, ku me ji bo kurda amade kiribû, pê hesîya, 18ê adarê sala 1877a têlêgrameke awa ji muteserîfê Qersê ra şand:

 

“Ji ber ku neyarên me bi her awayî hewil didin, ku bi hedya û bertîla merivên bi nav û deng bînine alîyê xwe, hûn jî usa bikin, hineka çeka bidine wan, hineka jî seheta bidinê û h.w.d.”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev