Ji nimûneyên zargotina me – 215

Ji nimûneyên zargotina me – 215

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûpanzdeyan me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend stiranên bi sernavê tevayî ”KILAMÊD GOVENDÊ” raberî we bikin. Îro em beşa wê a pêşin çap dikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ez wê gerîyam

Ez wê gerîyam ha ji te pirtir

Min kes ne dî ha ji te rindtir

Qam-qudûmê çokê min

Tu delala dilê min

Kinika mala bavê min.

 

Govend gerîya banê mezin

Qîzika rûspî dest bi hine heya bazin

Qam, qudûmê çokê min

Tu bermalîya mala min

Tu delala dilê min.

 

Govend gerîya banê biçûk

Qîzika rûsipî dest bi hine heya neynûk

Qîz digirî: “Min nekine bûk”

Kinka mala bavê min

Qam-qudûmê çokê min

Tu delala dilê min

Tu bermalîya mala min.

 

Rabe derî dade

Eynê dayne, zilfa şeke

Biska bade

Min orta xwe û dilke

Kinika mala bavê min

Tu delala dilê min

Tu bermalîya mala min.

 

 

Çevbelek

Çevbelek tu li min helal bî

Nona şekir şîrin bî

Nona dimsê hîza bî.

 

Dezmala te gul-gulî

Kesk û sorda xemilî.

 

Dezmala te tezeye

Goşe-goşe zêdeye.

 

Dezmala te beleke

Dinê çerx û feleke.

 

Got: Çîçeka Hesenîkê. Ji diya xwe bûye sala 1932a, gundîya Pampêye.

 

Bazinzîvê

Bazinzîvê, Bazinzîv

Bazinzîvê, qalpax zêr.

 

Bazinzîvê em yekin

Bazinzîvê, Bazinzîv

Bazinzîvê qalpax zêr.

 

Bax û bostan kevotkin

Bazinzîvê, Bazinzîv

Bazinzîvê, qalpax zêr.

 

Bazinzîvê em cotin

Bazinzîvê, Bazinzîv

Bazinzîvê qalpax zêr.

 

Bax û bostan kevotkin

Bazinzîvê, Bazinzîv

Bazinzîvê qalpax zêr.

 

Bazinzîvê em sêne

Bazinzîvê, Bazinzîv

Bazinzîvê qalpax zêr.

 

Bax û bostan hurmêne

Bazinzîvê, Bazinzîv

Bazinzîvê qalpax zêr.

 

Bazinzîvê em çarin

Bazinzîvê, Bazinzîv

Bazinzîvê qalpax zêr.

 

Bax û bostan hinarin

Bazinzîvê, Bazinzîv

Bazinzîvê qalpax zêr.

 

Bazinzîvê em pêncin

Bazinzîvê, Bazinzîv

Bazinzîvê qalpax zêr.

 

Bax û bostan birincin

Bazinzîvê, Bazinzîv

Bazinzîvê qalpax zêr.

 

Got: Çîçeka Hesenîkê, gundîya Pampê li ser nehîya Aparanê.

Nivîsî: Firîda Cewarî.

 

Zozan ber zozan

Zozan ber zozan, zozanê mene

Zozan ber zozan, zozanê mene

Te çeve belekin, birû surmene

Sîngî qerqaşe, memik xurmene

Zerîyêd van sala tu divê ne ji mene.

 

Zozan ber zozan, zozane xweşin

Te çeve belekin, birûnge reşin

Sîngî qerqaşe, memike nexşin

Zerîyêd van sala çawa kumreşin.

 

Zozan ber zozan, zozane warin

Te çeve belekin, birû qeytanin

Te sîngî qerqaşin, memike xalin

Zerîyê van sala tu divê surmanin.

 

Zozan ber zozan, zozanê germin

Te çeve belekin, bijange cemin

Sîngî qerqaşe, memike nermin

Zerîyêd van sala tu divê ecemin.

 

Yarim xingilî, dostim xingilî

Heta xingilî, dewat betilî

Zozan ber zozan, zozanêd mene

Wêda welgere, reşkonê mene.

 

Got: Çîçeka Hesenîkê. 

Hewar bêrî

Hewar bêrî, bêrî, bêrî

Medet bêrî, bêrî, bêrî

 

Hewar bêrîya wan beroja

Medet bêrîya wan beroja.

 

Hewar bêrîya wan beroja

Devê min xala ber bişkoja.

 

Hewar bêrîya wan beyara

Medet bêrîya wan newala.

 

Hewar bêrîya wan beyara

Devê min xala ber guhara.

 

Hewar bêrî, bêrî, bêrî

Hewar mêrikê min kumtûje.

 

Min heyran 

Min heyran, heyran, heyran

Min heyranê, qonco qurban.

 

Herça jinê wan rindin

Nola zevîya der gundin

Mêrê wan ber kundin.

 

Herça jinê wan reşin

Mîna bostanê zeveşin

Mêrê wane kêfxweşin.

 

Herça jinê wan qutin

Ber hêşîya pite-pitin

Xurê wan yek mêkutin.

 

Herça jinê wan sipîne

Nola zevîya sitirîne

Mêrkê wan ber mirîne.

 

Narî

Narî ha narî

Yara min narî

Te bejina hefşidî

Kêlma hezarî

Xanim xeyîdîye

Ji gilîyê meyî parî.

 

•••

Şevêd payîza şevne taqetin

Rojêd bihara rojne taqetin

Berîngê jêrin rihane ketin.

Şevê payîza şevne dirêjin

Rojê bihara rojine dirêjin

Rewşêd govenda xortêd dengbêjin.

 

•••

Kîm, kîm navê bimbarek

Herça nebê bimbarek

Serda hilşe dîwarek

Lêvanî tîremarek.

 

Keçikê

Keçikê, tu Hesinî

Tu kembera mezinî

Ji bextê minra tu jinî.

 

Keçikê tu Remoşî

Ser sêrî qerepoşî

Zermemika nafiroşî?

 

Difroşî – bikirçîme

Nafiroşî – alinçîme.

 

Keçikê tu Sîpikî

Tu bi kêra kîsikî

Ji bextê minra qîzikî.

 

Keçikê tu Celalî

Tu kembera soranî

Ji bextê minra qîzxalî.

 

Keçikê tu Birûkî

Tu kembera çirûkî

Ji bextê minra tu bûkî.

 

Got: Cewoyê Mamo, 80 salî, nexwendî, ji gundê Heko, li ser nehîya Talînê.

 

Leylê

Leylê, Leylê, ziravê

Wey dêlê, kopek bavê.

 

Ha dare, dare, dare

Van dara girt hinare

Derdê min qîza muxtare

Derdê min qîza muxtare.

 

Ha bîyê, bîyê, bîyê

Van dara girtîye sîyê

Derdê min qîza rîspîyê

Derdê min qîza rîspîyê.

 

Xanîngo, der mezino

Lê derket qelfek jino

Derdê min yanga mezino.

 

Xanîngo der piçûke

Jê derket qelfek bûke

Derdê min yanga piçûke.

 

Leylê, Leylê, ziravê

Wey dêlê, kopek bavê.

 

Ha ave, ave, ave

Sê zerîya daye nave

Derdê min yanga zirave.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev