ÊZÎDÎ DI 73 QIRKIRINAN DE WENDA NEBÛN, HETA AXIRÊ CÎHANÊ JÎ WENDA NABIN

ÊZÎDÎ DI 73 QIRKIRINAN DE WENDA NEBÛN, HETA AXIRÊ CÎHANÊ JÎ WENDA NABIN

Kurdish Diaspora

 

Bila dijminên gemar vê baş bizanbin ku ola Êzîdî wek ol ya herî kevn e û heta astê cîhanê jî ewê bijî. Ew gemarên dijminên Kurda zanin ku ŞINGAL QEHLA MÊRXASA Û DILÊ KURDA YE, BI QIRKIRINÊ NIKARIN ME WENDA KIN.

 

Em hemû zanin ku roja 3 Tebaxê 2014 rojêk herî reş, “Qirkirina Êzîdîya” bûn. Ez ew roja reş bi nifreta herî tûj li DAIŞ û hemû piştgirên wan şermezar dikim. Her wisa, bejna xwe li ber şehîdên Şingal’ê ditewînim.

 

Nêzîkî 10,000 kes xûşk û birahên me yên Şingal’ê bi destên DAIŞ’a xwînmij di qirkirinê de hatin revandin û 5000 hes hatin kuştin.

 

Gelek mezerên komî hatine nasandin û hîn jî tevahî nehatine dîtin. Li gorî daxuyanîya Tevgera Rizgarkirina Êzîdîyan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de; DAIŞ’ê 6,417 Êzîdî revandin, ji wan 3,451 kes xelas bûn, 2,966 kes jî wenda ne û nêzîkî 2,745 zarok jî sêwî man. Bi sed hezaran Êzîdî koçber bûn û di nav berdewamîya gefên ewlehiyê de jî veger dijwar e.

Ev kîn û nifret çiye? Dibêjin ku: Êzîd bîn Muaviye ku Hesen û Huseyîn kuştî ye, di piranî ya Qirkirina Êzîdî ya ji bo heyf stendinê ye û ji bo dijmin ev dîlan e.

 

Ev çi dîtinêk xeter û dijê mirovatîyê ye?! Erê, erê, mirov dikare ew kîna wan di gotinên Evliya Çelebi de jî bibîne, dema ku bi qirkirinê hat agahdar kirin, got: “Heyfa Kerbala hat stendin”. Ew Evlîya Çelebî yê qeşmerê Osmanîya, xeynê ger û keyfxweşîyê çi zanibûn ku ji bo qirkirina mirovatîyê jî wek mirova biaxivîya? Belê, rast e ku ev dîtin û hestên Osmanîya bi xwe ye. Niha jî nevîyê wan piştgirên herî mezinê DAIŞ’in. Çêlikên mara bê jehr nabin.

 

Koçberkirina fermî bi şerê Osmanî-Rusyayê 1877-78-an dest pê dike. Koçberiya 2mîn di dema Qirkirina Ermenîyan Êzîdîyên li Anatoliya Rojhilatê di 1915-an de bi Ermenîyan re koç kirin. Di sala 1923-an de bi Peymana Lozan’ê sinorên Îraq û Sûriyê cîh girt, Êzîdîyên me zêdetir hatin perçekirin. Ev bû sedem ku Êzîdî bi fermî navbera Ermenîstan, Îraq, Sûriye û Tirkiyê de hatin perçekirin. Sûriye di 1940-50-an de piştî destpêkirina pêla nû ya koçberiyê ji Tirkiyê ku revîn hemû xelkên me yên ji Riha û Mêrdînê ne. Bi tevahî yên li Ermenistanê yên Erzerom, Erzingan, Wan, Qers û Sêwasê ne, bes Êzîdî yên Şengalî bi piranî ji Amedê ne. Li ser nexşeya Êzîdiyan, herêmek heye ku jê re dibêjin Xalitan ku ji Mêrdînê, Batmanê û tevahiya wan ji Amedê ne. Loma ew ji xwe re nabêjin ku Diyarbekirî ne, dibêjin “Ez ji Xalitanim”.

 

Piştî ku Tirkiye ji 60-70 koçberên Êzîdîyan ber bi Ewropayê ve kir, ku li Tirkiyê nêzîkî 100 gundên Êzîdî bûn, wenda kir. Gava ku hûn hemû Êzîdîyan li yek cîhek kom bikin, tenê yek an du gund bi gundên şêwek kevn tije dibin. 99 gundên mayî jî koçê Elmanyayê kirine. Ev trajedî ya dirêj û brîndar şermezarîya cîhanê û hemû mirovatîyê ye.

 

Ez ji ber Kurdên Misliman ku bi nezanî an bi zanîn êrîşên nexweş dem bi dem dijê xûşk û birahên me yên Êzîdî de kirine, lêbordîn dixwazim. Hêvîdar im em rê nedin xeraba û Kurdistan di nav xwe de bi ola perçe nekin. Ew xwe nezan an xwe firoş perçek stratejîya dijmina ye ku me perçe û wenda bikin. Em Misliman, Ezîdî, Cihud, Mesîhî, Zerdûştî, Yezdanî ku Kurd in, hemû xûşk û birahên Kurdistanê ne û ev jî dewlemendî ye ku em reng û reng bin. Ku em nabera xwe de yek nebin, ewê herdem xulamê dijminên xwe bin.

 

Sedsala 21’a de serxwebûna Kurdistanê li Kurda dikeve.

 

Kurdish Diaspora

 

Wêne: ji malpera Dengê Kurdistanê

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Qadir

    dilovaniya xweda bo giyanê wanî pîroz, rureşî ji kujerên komkujiyan re, gelê Kurd tev ayinên xwe Edzayî, Êzîdî, yarsanî, Zaradeştî(Zarathustra), …her bimênin kelemê çavên Kerdogan û DAISH û ISIS û Islama xwînxwar, bijî Kurd azad bê Kurdistan

Şirovekirin hatine girtin.