Piştî 3ê Tebaxê

Piştî 3ê Tebaxê

Husên Duzen

 

Tu tișt dê hew mîna berê be. Ji niha pê ve emê bûyerên giring li yên berî û yên piștî 3ê Tebaxê dabeș bikin. Qelșek li hișmendiya kurdewarî ket di 3ê Tebaxa îsal de.

Berî bi 3ê Tebaxê bi 3 rojan min bi zarokên xwe re li ber goleke biҫûk li bakurê Almanyayê ҫadir vekir, bê înternet, bê televizyon û alavên din î ragihandinê. Piștî 3ê Tebaxê bi 3 rojan ez vegeriyam mala xwe. Medya civakî derfet da ku ez di nava nîv demjimêrê de bibhîzim bê di wan ҫend rojên ku min li rex gola Stocksee derbas kiribûn de ҫi hatiye guhertin. Di ҫend xulekên destpêkê de her navê Șingalê ber bi ҫavên min diket, bêyî ku ez tê bighêjim bê bahsa ҫi karasetê dibe. Bêdengiya gelek hevalên mîn î Êzîdî ji xemgîniyê bû; ew di șînê de bûn. Dubarekirina peyva Șingalê û pêșmerge hestên min cemidandin. Șingal birîndar e û pêșmerge ne li ber serê wê ne digotin piraniya nûҫeyên ku ber bi ҫavên min diketin. Çi derbên dijwar bûn ku bi van nûҫeyan re li hestên min diketin, Xwedêyo!

***

Piștre ez hîn bûm ku di 3ê Tebaxê de wehșetê bi navê Îslamiyetê êrîș anîbûn ser Axa Pîroz. Bi hezaran xort û zilamên Êzîdî hatibûn qetilkirin, jin û zarokên wan hatibûn revandin. Bi sedhezaran Êzîdî derbider bûbûn, gelekan ji wan êșa ku nikaribûn rê li ber mirina zarokên xwe ya ji tîna bigrin, kișandibûn, dikșandin.

Wehșeta bi navê Dewleta Îslamê, DAÎȘ bi van jî nema. Hewil da ku tevahiya Axa Azad dagir bike. Piștî șoka destpêkê pêșmergeyên Kurdistanê xwe dan ser hev, rewșa heyî nirxandin û ragihandin ku ew ji xweparastinê derbasî êrîșkirinê bûne. Li gelek eniyan li dijî DAÎȘê ketin șerekî giran. Zû hat famkirin ku têkbirina DAÎȘa ku alîkarî ji gelek dewletên derdorê werdigirt, berî bi ҫend heftiyan gelek ҫekên giran ji artêșa Îraqê standibûn û gelek pere û deverên bi petrol ketibûn destê wan, ne ewqas hêsan e. Partiyên Bașûr di civîneke taybet de bi hev șêwirîn bê ji kê dikarin alîkariyê bixwazin. Di wê civînê de YNK pêșniyar kiribû ku alîkarî ji Îranê bê xwestin. Serok Barzanî metirsa heyî zû fam kir û got ku ew dê alîkariyê ji YDA bixwaze. Ji ber ku berî wê Amerîka alîkarî nedabû Bexdayê, hin beșdarên civînê bawer nedikirin ku Amerîka bê bi hewara Hewlêrê. Serok Barzanî li ser ya xwe ma û yekser ji bo alîkariyê bang li YDA kir. Amerîka jî yek nekir dudu û adinî rojê bi pêșmergeyan re di hemahengiyê de dest bi êrîșên azmanî kir. Amerîka ji azmên, pêșmergeyan ji erdê derbên dijwar li DAÎȘê dan. Her weha komek ji pêșmergeyên ji Rojhilat û komek ji gerîllayên PKKê yên ku kampa Maxmurê diparastin jî bi șêweyekî berbiҫav di van êrișan de bûn alîkar.

Piștgiriya ji derve bi balafirên Amerîkayê bisînor nema. Gelek dewletên Ewropayê yekser pișgiriya xwe ya bi Kurdisatê re destnișan kir, li gel alîkariya hûmanîter sozê dana ҫekan ji bo pêșmergeyan dan. Kurdistan ket rojeva tevahiya dunyayê. Ro nema ku serokek an wezîrekî ji welatekî dunya medenî nehat Hewlêrê. Ev rewș û serkeftinên pêșmergeyan hiștin ku ew atmosfêra destpêkê ya xeniqokî, șuna xwe ji xweșbîniyê re bihêle. Bi hezaran Êzîdiyên li serê ҫiyayê Șingalê asêmayî bi alîkariya pêșmergeyan û şervanên YPGê di ser Rojava re derbasî deverên azad bûn.

***

Dewletên dagirker û hin ҫepên bermayên Stalînîzmê jî li dijî piștgiriya ji bo Axa Azad ketin tevgerê. Gotûbejeke li ser dana ҫekên Almanyayê destpêkir. Serokê partiya ҫep, die Linke Gregor Gysi di civîna parlamentoya Almanyayê de dunya bi xwe kenand û got ku ew li dijî alîkariya ҫekan e ji pêșmergeyan re, lê ew dixwaze ku dewleta Kurdistanê bê damezirandin. Mixabin beșekî PKKê yî berbiҫav ku nikarîbû xwe ji bin bandora kesên wek Cemil Bayik û Duran Kalkan rizgar bikira jî tev li vê kampanyaya li dijî Kurdistana Azad bû. Medya nêzîkî PKKê jî bi șêweyekî aktif beșdarî belavkirina hin propagandayên bê bingeh bû. Di gelek xwepêșdanên li Ewropa de alaya rengîn bi destê alîgirên PKKê hat daxistin. Gelek nîvxwendeyên li dor xwe șandin ba dezgehên Ewropî û ji wan re gotin divê ew ҫekan ji pêșmergeyan re neșînin. Dunya medenî dizanîbû bê ҫi dike, lema ne li ҫepên marjînal ne jî li van peyvên PKKê guhdarî kir.

Di van du sê heftiyên derbasbûyî de pêșmergeyan gelek deverên dagirkirî ji DAÎȘê stadin. Li gelek eniyên șer pêșmerge di êrîșê de ne, derbên dijwar li Dewleta Îslamî dixin, lê hîn jî Șingal bi xwe û gelek deverên derdora wê di destê DAÎȘê de ne. Li gor rewșa heyî û nûҫeyên ku belav dibin, rizgarkirina Șingalê jî dê di demeke nêz de pêk bê.

***

Herweha van pênc șeș heftiyên derbasbûyî civak, hișmendî û dînamîzmên tevgera siyasî li Kurdistanê hejandin. Fermandariya pêșmergeyan a li Șingalê eybek anîn ser navê pêșmergeyan, li gel ku ne biqasî ku neyarên Kurdistanê belav dikin be e jî. Baweriya gelek Êzîdiyan bi desthilatdariya Kurdistanê nema. Medya Kurdistanê – ji derveyî hin xebatên Rudawê – van rojên dijwar di polê de ma. Derket holê ku ji bo serxwebûnê hîn gelek kar li hevîya kurdên Bașûr in; avakirina artêșeke yekgirtî û hwd.

***

Karaseta 3ê Tebaxê gelek derfet jî bi xwe re anîn. Niha Kurdistan ji her demê bêtir nêzîkî serxwebûnê ye, xwedî bêtir ҫek û hevalbendan e. Ger desthilatdariya Kurdistanê karibe Șingalê û jin û zarokên dîl rizgar bike û ji bo ku ewlekariya jiyana Êzîdiyan li Kurdistanê hin tedbîrên yasayî bistîne, dê rê li ber dermankirina hest û baweriya birînbûyî vebe.

Kurdistana piștî 3ê Tebaxê bi hêztir e, ger bi erkên xwe re rabe bêyî hesabên partiyên siyasî û bêyî ku bê lîska dewletên dakirker î cîran. Berî bi ҫend rojan Serok Barzanî rast gotibû:

Ya Kurdistan ya neman…

(10.09.2014, buyerpress.com/)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev