Dewrên Dîrokî Yên Felsefeyê

Dewrên Dîrokî Yên Felsefeyê

Ali Gurdilî

 

Di destpêkê de divê were gotin ku felsefe jî wekî ol, exlaq, hiqûq û kulturê, hilbereke jiyana mirovî ya civakî ye û ji ber vê çendê jî, di bin bandûra wext yan serdema ku derketiye holê de maye. Ango, felsefe taybetmendiyên dema xwe, di hindûrê xwe de dihewîne. Lewma jî, hinek felsefe hene ku bi navê dewra xwe têne zanîn û naskirin. Dabeşandineke bi vî rengî, taybetmendiyên felsefeyên navborî zêdetir daye zanîn û ferqa wan ya bi felsefeyên din re jî, çêtir raxistiye holê.

1- Serdema Antîk: Mirov  xwe weke perçeyekê yekbûnekê ”cosmosê” dibîne. Zagoneka bêdawî û xwezayî (nomos physikos-lex naturalis) serwer e. Weke mirovan, Xwedan û heyînên ne zindî jî, di sînorê vê zagonê de ne. Li hemberê ”maqrocosmosê” mirov, ”miqrocosmos” e. Tîna mirovî, (zêhna mirovî, aqlê mirovî) li gorî zagona bingehîn a pergalê, ku hebûna nesneyan/wanekan sererast dike; dişixule. Di rewşeke wiha de di felsefeyê de armanca herî bilind temaşekirina hilika wanekan/nesneyan e, ku bi xwedayîtiyê re yek tê dîtin.

 

2- Serdema Navîn: Wateya teqez ne di gerdûnê de ye, lê di yên ku wê afirandiye de ye û mirovî, encax bi îmaneka xurt; dikare xwe bigihîne wê wateyê. Xwedê afiranerê gerdûnêye, yê ku yekemîn car gerdûnê çêkiriye ew e û di heman demê de, mebesta wê ye. Li gorî termînolojiya Arîstoperest, Xwedê him sedemê çalak (causa efficiens) û him jî, sedemê armancê ye. (causa finalis) Ji ber vî sebebî; bi serê xwe tenê, ti qîmeta gerdûnê tune. Qîmeta wê, ji rêza duyem/talî ye. Ew ji hêla gihêjtina armancê ve di nav xwe de, pergaleke hîyerarşîk û bi qedeme, nîşan dide. Ev pergal ji hêmanên binî ve dest pê dike, ji mirovî derbas dibe û heta xwe digihêjîne Xwedê. Mirov li ser rûyê erdê, nûnerê Xwedê ye û rihê mirovî, di rewşa herî dawî de, girêdayî Xwedê ye. Di vê xalê de felsefe weke zanyariyeke di gerdûnê de, li gor zanyariya ku pişta xwe daye îmanê, ji rêza duyem e. Ew encax, li cem îman û telojiyê; xwediyê erka ”xulamtiya teolojiyê” û ”derbaseya odeya îmanê” ye. Lê di dawiya serdemê de her çûye, felsefe rêya xwe ji teolojiyê cihê kiriye û ketiye rewşeka dijberê teolojiyê. Di dawiya vê pêvajoyê de felsefeyê, berê xwe daye ”xeta aqil” û teolojiyê jî, berê xwe da ”xeta îmanê” ku, di herî dawiyê de jî, dilêrîneka ”rastiya cotik” derketiye holê.

 

3- Serdema Nû: Ramana nû, mirovan di navenda her tiştî de dît û mirov bûne navend. Pêşniyara Descartes ya bingehîn, ev e: ”Cogito ergo sum!” (Ez li ser hişê xwe me, ”Ez bi xwe dizanim, têdigihêjime hebûna xwe” lewma ez he me.) Ev pêşniyara Descartesî, ji bo pêkanîna felsefeyê dibe prensîbeke bingehîn û di dawîyê de di Şoreşa Kant de, digihêje xala/niqteya herî bilind. Li gorî vê yekê tîna (aqil, zêhn û binehişê mirov) mirovî, rasterast berê xwe nade nesneyan. Nesne berê her tiştî, divê di tîna mirovî de werin bikaranîn. Zanayî, rasterast ne encama dengvedana nesneya/waneka ye; beravajiya vê yekê, encama têgihiştina hişê me ye. Bi vî awayî ”Roja Nû” ya ku cîhana felsefî ronî dike, êdî ne ”Cosmosa Grekan” û ne jî, ”Xwedayê Serdema Navîn” e. Ev””Roja Nû”, ji bilî aqil; ne ti tişt e. Rasyonalîzm û Empirîzm jî, di vê pêşveçûnê de dibin du tevgerên bingehîn. Di Rasyonalîzmê de mirov berî her tiştî; weke heyînên aqlî (aqilmend) têne dîtin û li gorî vê tevgerê, biryara herî dawî aqil dide. Di Empirîzmê de jî, mirovî weke heyînek sehekî ye û peywist e her cure felsefe, pişta xwe bide zemîna ezmûna (deneya) sehekî. (Ji ber vê yekê jî ev tevger, weke Sensualîzmê jî tê bi bîr anîn.) Lê çi heye ku, di dawiya Serdema Nû de mengîweriya (îdealîzma) alman, carekê din berê xwe daye makro û mîkroqosmosa grekiyan.

 

4- Felsefeya Hemdem: Wisa tê pejirandin ku Felsefeya Hemdem, piştî felişandin û belavkirina, spekulasyona mengîwer dest pê kiriye. Ev felsefe wiha dixwaze ku xwe berde kûrahiya mirovên girgîn, jiyana wan ya dîrokî û hemû hêla jiyanê. Serdema Navîn, ”Xwedê” û Mengîweriya (îdealîzma) Serdema Nû jî, tîn (zêhn û aqil) û ramanê, derxistiye ser text. Felsefeya hemdem, tîn û ramanê ji text tîne xwar. Çimkî ev herdu têgeh jî, encax di fenomenên jîyana mirovî de dikarin werin dîtin. Tîn û raman, avahiyên raser in ku di her çandê de bi fesaleke (şeklekî) cihêreng dertêne holê û dengvedanên jiyana mirovî ne. Îdeyeka (ramaneka) ku serwerê hemû mirovahiyê ye, tune. Di dewsa aqlekî gerdûnî de sîstemên metafizikî hene, ku bûne wesfên xwerû yên kulturên cihêreng. Di dawiyê de bi kurtî mirovî dikare bibêje ku, felsefeya serdema me ev e: Wekî hemû fenomenên/bûyerên kulturê, felsefe jî hilbereke ”watedayînên mirovî” ye û ji bo hêşinbûna wê, axa herî baş modela civaka pluralîst e (civaka piranîperês)t e.

 

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî, Weşanên Soran 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev