”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 21

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 21

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, êdî bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bûne.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”PARÊZKARÊN DILSOZ YÊN ERF Û EDETÊN BÊHEMPA YÊN PÊŞÎYAN”.

Em îro para wê a pêşin çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

M. Rewendî-Fedaî

PARÊZKARÊN DILSOZ YÊN ERF Û EDETÊN BÊHEMPA YÊN PÊŞÎYAN -1

Dijwar e di nava gotarekê da tevaya dewlemendîya erf-edet, tore û ayînên dînî yên gelê kurd hilgirî. Wek ku rohilatzanê rûs yê binavûdeng Vladimir Fedorovich Minorsky destnîşan kirîye: “Hilbet, ne mumkun e rû û dêmê neteweyekê tam bînî ber çavan, ku ji gelek eşîret û qebîlan pêk tê, di şertên erdnîgarî yên cuda-cuda da dijî, çanda wê ya dewlemend û pirawahî hatîye tarûmarkirin û zêde nehatîye naskirin…”1.

Û taybetmendîya sereke ya çanda kurdan ya gelêrî hema di pirawahîya wê da ne. Kurd heta niha bi saya serê wê yekê wek milet hatine parastin, ku herdem dijî perçekirinê, şertên erdnîgarî û sîyasî ber xwe dane. ”Warên ku bi rêzeçiyayên dijwar û çemên gurr va ji hev hatine qutkirin, bûne sebebê ji hev dûrketinê û perçebûnê… V. F. Mînorskî nivîsîye. – Lê daxwezên bo jîyana azad û serxwebûnê, ku ketine tevaya gîyana kurdan, her çûye xurttir bûye…”2. Û em di ser da zêde bikin: hîsên di hindava mîrata çandî a tevaya milet da xurttir bûn.

Di navbera sedsalan da her dewraneke jîyana mirov, ji roja bûyînê destpêkirî, bi rêûrisman va derbaz dibe, ji nifşekê derbazî nifşeke din dibe û dîdemeke taybet çê dibe. Di vê beşê da emê li ser rêûrism, edet û tore û cejinên gelêrî yên komên êtno-dînî yên cuda-cuda bisekinin, ku li Kurdistanê dijîn: musulman – yên sunnî û şîe, êzdî û ”mirovên rastîyê” (ehlî heq), nûnerên dînên din. Gelek tiştên emê li vira behs bikin, mixabin, ji jîyana rojane an nemane an jî namînin, lê hinek erf û edetên kevinare pir xurt in û heta îro jî mane.

Jidayîkbûn

Sed sal berê dema bûyîna zarokê kurdan ritualên sêrbaz pêk dianîn, ji ber ku gorî bawerîyên di nav gel da, cin dikaribûn êrîşî zara tezebûyî bikirana û zirar bidana wê. Zarok li malê, li ser erdê ji diya xwe dibûn, li rex ocaxê. Dema zarobûyînê dapîrkên xwedî tecrûbeyan amade dibûn. Mêr di dema bûyîna zarokê hazir nedibû: pir caran rojekê berî bûyîna zarokê mêr ji mal diçû û piştî rojekê-duduyan vedigerîya.

Lêkolînerê Rûsîyayê N. A. Smîrnov, ku bal kişandîye ser jîyana gundîyên kurd yên Îranê, ritualên ku girêdayî bûyîna zarokan bûn, ha şirove dike: “Dema zaroanîn zehmet dibe, guhê jina hemle dikişînin, bi dengekî bilind di guhê wê da dikin qêrîn, bang dikin ku şîyar be, dibêjine wê ku birê te, mêvan û h.w.d. hatine. Lê eger jinik diqeriqî, ango, ser hişê xwe va diçû, ji gulle agir dikirin, bona ew ser hişê xwe da bê… Gorî bawerîya di nav gel da belav bûye, cineke bi navê Xal-anasi êrîşî jina hemle dike… Bona berî Xal-anasi bidin, li kêleka jina hemle ji tivingê gulle dikin” 3. Lê dema zaroanîn zehmet dibû, wê demê bi xencerê av dibbirîn – weke ku jin hatîye girêdan, bi wî cûreyî wê bi awayekî sîmvolîk azad dikirin.

Cem kurdan bawerîyeke ha hebû: bi çi navika zaroyê jê bikin, dema mezin bibe, ewê di karê wî aletî da hostayekî destemel be. Awa, ji bo nimûne, eger navika zarokê bi xencerê bibirrin, wê demê ewê fêrî bikaranîna çekan bibe û wê bibe mêrxas. Eger navika kurik bi qelemê jê bikin, wê demê ew kurik wê bibe ulmdar, mela an jî katib. Lê eger navika keçikê bi aleteke zêrîn an jî xişireke zêrkildayî bibirrin, wisa bawer dikirin, ku ew keçik di paşdemê da wê bibe keseke zane û dewlemend. Heft rojan piştî bûyîna zarokê zêdeyîya malbetê pîroz dikirin. Pîrika koçek zara tezebûyî sê caran li dor ocaxê dizivirand, û ji wê demê şûnda ew dibû nefereke tam ya malbetê. Hema wê rojê nav li zarokê dikirin.

Bona zara tezebûyî ji çavînokîyê biparêzin, morîyek wek nivişt bi kincên wê va dikirin (cem musulmanan ew jêdereke ji Quranê ye, ku li ser kaxez hatîye nivîsar û bi qumaşê kinc va tê dirûtin). Li Kavkazê di destpêka sedsala XX carina kerîkî nên wek nivişt dikirine bin bêşîkê – û ev dihate wê maneyê, ku cin ji nên ditirsin. Di malên dewlemendan da wek nivişt (talisman) rimên ji zêr an ji zîv bi kar dianîn, ku li ser wan gotinên ji Quranê hebûn. Wan rimana li ser kumê zarokê an jî ser kincê wî dihate dirûn.

Li malbetên, ku kur kêm bûn an jî di zarotîyê da dimirîn, guhê kuran qul dikirin û guhar dikirinê – ev yek dihate wê maneyê, ku cin wê kurekî ha dewsa keçikê daynin û wê ew rehet bihêlin. Bona çav lê nekevin, xemilên ji morîyên şûşe û bişkokên di rengê şîn da bi destê wî va girê didan. Gorî bawerîyan, rengê şîn mirovan ji çavînokî kirinê diparastin.

Cem kurdan edet bû zarokê nîşan bikin. Mesele, eger ji kesekê ra keç bûye û ji keseke din ra kur bûye, di roja bûyîna wan da keçikê bi kur ra dizewicandin. Ev edet him di nava kurdên musulman da, him jî kurdên êzdî da belav bû. Gava zaro mezin dibûn, daweta wan dikirin. Rohilatzanê rûs V. P. Nîkîtîn nivîsîye, ku wek nîşana nîşankirinê, xêlî davîtine ser serê keçikê, pereyên hesinî bi xêlî va dikirin, lê zavayê ciwan her sal di rojên cejinan da ji destgirîya xwe ra hediya dianî. Niha em pir kêm caran rastî wî edetê ku zarokan bi hev ra bizewicînin tên.

Sunetkirin piştî çend mehan dikin, hinek caran jî çend salan piştî bûyînê sunet dikin. (Berê kurdan ne tenê kur sunet dikirin, lê herwiha keçan jî, lê êzdîyan tu caran keçên xwe sunet ne kirine). Zar di dawa kê da hate sunetkirinê, ew kes dibe kirîvê zarê. Eger kesek bixweze kesekî din bike kirîv, wê demê ji bo xurtkirina daxweza xwe hespekî esîl û bi zîn û rextê va xemilandî an jî beranekî bi rengên bedew va neqişandî (gorî dereceya wî û rewşa wî) jê ra dişand. Û piştî erêkirina wî kesî, ku hediya qebûl kirine, herdu mêr dibin kirîvên hevdu. Berî sunetkirina kurik, bavê wî xwerin amade dikir û mêvan diezimandin, herwiha kirîv jî. Pişt ra dellak-berber dihat û bûyer pêk dianî. Wî bo karê kirî wek dîyarî ji kirîv turbanekî bedew an dîyarîyeke din distend. Sê rojan dû hev ji mala kirîv sinîyên bi tametîskên xweş bo zarê dianîn, lê dema kurik piştî emelîyeta ji sunetkirinê radibû ser xwe, kirîv taximeke cil û bergan pêşkêşî wî dikir. Bi vî awahî, kirîv weke ku dibû mirovê xwînî yê malbeta kurik.

Zarotî û ciwanî (xortanî)

Ji roja bûyînê xemxurîya di hindava zarokê da û perwerdehîya wî wek edet li ser milên dayîkê bûye. Zaro di heft salîya xwe da wek bişkorî alîkarîya karê malê dikirin, alî mezinan dikirin. Kurikên ciwan miqatî li pez û dewaran dikirin, hinek caran jî dibûn şivan, şivantîya pezên eşîretên din dikirin. Piştî çend salan ew bi maeşeke biçûk va vedigerîyan mala xwe. Keç ji heft salîya xwe gulîvegirtinê û kincdirûnê dibe. Li koçerîyê pir caran berevî ber kenarê çêm dibûn, kilam distiran, hirî dirêstin û gore û tiştên din çê dikirin.

Gorî lêkolînên êtnograf Henni Harald Hansen, cem kurdan ”leyistok hema bêje tunebûn. Welatên Roavayê yên nûdemê zarokan ji civaka mezinan dûr dixe, her şertan bo wê yekê saz dike, ku zarok bikaribe bi serî xwe bi awayekî azad di odeya zarokan da ji xwe ra bilîze û h.w.d. Lê civaka kurdan bi wî awahî hatîye sazkirin, ku zarok jî di nava civakê da ne. Zarok gorî temenê xwe di malbetê da xwedî cîyekî bû. Ew çiqas mezin dibû, ewqas amadeyî erkên xwe yên paşdemê dibû, rind zanibû, ku çi ji wî tê xwestin. Bêy ku di jîyana wî da guhartinên mezin bibin, ew bêy ku haya wî jê hebe, digihîşte statuya mezinan… Gelek caran karên xwe wek mezinan bi serketî dikirin”4.

Ji bo musulmanan fêrkirina kuran bo xwendina Quranê mecbûrî bû. Wî karê perwerdehîyê mela dikir. Dawîhatina xwendina Quranê wek cejinekê dihate pîrozkirin. Dê û bav gazî mêvanan dikirin, şîrinayî bela dikirin, hediya didane mamosta. Kesên berevbûyî bi deng sûrên Quranê dixwendin, dîploma bi zimanê erebî didane şagirtan. Piştî wê zarok şanoya bi motîvên hikyatên gelêrî dilîstin, wek nimûne “Şah û wezîr”, “Xweyê du jinan” an jî “Şêxê derewîn”, “Qûlê pereyan”. Hinek caran hema wê rojê ji bo kesê xwendina xwe xilaz kirîye, keçeke ji gund pêşnîyar dikirin bo pê ra bizewice

Fêrkirina zarokên êzdîyan bo eyd û erefatên olî

Eyd û erefatên pêşin di jîyana êzdîyê ciwan da, ku wî dike endamekî tam yê civaka êzdîyan, – ew sunetkirin e, hilbijartina Birayê Axiretê (an jî xûşka Xatûna Ferxan) bo jîyana li cihana heq e, merasîmên birrîna biskê ye û mohrkirin, ango navlêkirin e.

Sunetkirina kuran di zarotîyê da an jî derngtir dikin – a giring, ku ew yek berî zewacê pêk bê. Piştî dawîbûna wî emelî dê û bav bona kurê xwe kirîvekî hildibijêrin. Ew edet alî êzdîyan dike ku bi gelên bi miletîya xwe va cuda û nûnerên dînên din ra di nava pêwendîyên qenc da bin. Wek ku êtnograf Birgul Açikyildiz dibêje, ”di navbera zarê û kirîvê wî da biratîya xwînî çê dibe, û malbetên wan nikarin heft nifşan bi hevdu ra bizewicin. Lema jî kirîv ji tebaqa sosîalî tê hilbijartin, û zewaca bi wî ra qet ne dibû: ji bo nimûne, ji binemaleke din an ji malbeta musulmanan. Pir caran kirîv ji nava kurdên musulman hildibijartin, bona pêwendîyên bi olka musulmanîyê ra xurttir bikin. Sunetkirin li malê tê kirinê, û wê bûyerê bi heytehol, bi şahî û reqasan va pîroz dikin”5. Di rojên me da di nava êzdîyên Ermenîstanê û Gurcistanê da ew edet tenê di nava hinek malbetan da maye. Biskbirrîn jî tenê bo kuran e. Dema saleke kurik temam dibe, Şêxê malbetê – kesê ruhanî – baqe porên zarê jê dike.

Bona qewînkirina pêwendîyên di nava olkê da her êzdîyek, ferq nake – mêr an jin, gerekê ”birayê axiretê û xûşka axiretê” hebe, ku gerekê li dinyaya heq bibin piştovan û parêzkarên wan. Erefata hilbijartina Birayê (Xûşka) axiretê di temenê gihîştî da pêk tê, çimkî êzdî dema mirov-piştovanê ne ji xwîna xwe hildibijêre, bi fermî sond dixwe.

Erefateke dînî a giring di jîyana êzdîyan da – mohrkirin (navlêkirin) e. Derheqa vê yekê da êzdîyê bi navê Mîrze ji gundê Kextanîyê li bakurê Kurdistana Îraqê ji lêkolîner Gerard Rassel ra behsa bîranînên xwe kir. ”Dema Mîrze çar an pênc salî bûye, wî birine warekî bi nave Laleş. Ew li warekî bi daristanan va dorgirtî, çersed kîlomêtran li bakurê Bexdayê dikeve û li wir çend xanîyên kevirî yên kevinare hene. Êzdî ser wê bawerîyê ne, ku ew merkeza dinyayê ye, li wir xuliqandina cihanê destpê kirîye. Di bin xanîyekî Laleşê, li cîyê ku bo kesên ne êzdî qedexe ye bikevine wir, Şêxê bi xiftanê sipî Mîrze kire nava wê ava buhurtî… Ew erefat, wek mohrkirina xaçparêzan, di jîyanê da carekê tê kirinê”6.

 

(JÊRÊNOT)

1) Минорский В. Ф. Курды. Заметки и впечатления.  Петроград, 1915. С. 38.

2) Dîsa li wir. R. 12–13.

3) Смирнов Н. А. Курдская женщина. М., 1927. С. 32.

4) Hansen, Henny Harald. The Kurdish Woman’s Life: Field Research in a Muslim Society, Iraq. Copenhagen,1961. P. 109.

5) Acikyildiz, Birgul. Yezidis, The History of a Community, Culture and Religion. London, 2010. P. 100.

6) Russell, Gerard. Heirs to Forgotten Kingdoms: Journeys Into the Disappearing Religions of the Middle East. New York, 2014. P. 42.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev