Kurdên Êzîdî û Misilman, Qetlîama Şengalê, DAEŞ, PKK, HAŞDİ-ŞABÎ

Kurdên Êzîdî û Misilman, Qetlîama Şengalê, DAEŞ, PKK, HAŞDİ-ŞABÎ

Îbrahim GUÇLU, sîyasetmedar

 

Beriya şeş salan di Tebaxa 2014an de li Şengalê ji aliyê DAEŞê de li hemberî Kurdên Êzîdî qetlîamek pêk hat. Ew li hemberî Kurdên Êzîdî tewaneke mezin bû. Divê em kurd ev qetlîama li xwişk-birayên me yên Kurdên Êzîdî qewimî, qet bîra nekin. Her demê wan qetlîamên rêxistin û dewletên terorîst yên li pişt vê qetlîamê ne lanet bikin û rûreş bikin û li dijî wan şer bikin.

Lê beriya ku ez li ser qetlîama Şengalê bisekinim û pişt re jî rewşa îro ya Şengalê ku ji aliyê rêxistinên terorîst û krîmînal de hatine dagirkirin diyar bikim, ez dixwazim li ser mijareke esasî rawestim. Ez pêwendiyên dixwazim Kurdên Êzîzî û Kurdên Misilman zelal bikim.

 

KURDÊN ÊZÎDÎ, NÊZIKTIRÎN REFERANSÊN DÎROK Û HÊJAYIYÊN KURDÎ NE…

Li ser Kurdên Êzîdî gelek nazarî hene. Lê tiştekî vekirî heye ku êzîdî kurd in. Her çiqas tê gotin ku êzîdîyan zimanê kurdî ecibandine û kurdî fêr bûne; ev teoriya ne rast e. Lewra êzîdî kurd in. Zimanê wan kurdî ye. Gelek aşkere ye ku  Kurdên Êzîdî, kurdên nebûne misilman in.

Wek tê zanîn misilmantî di sedsala 7-emîn de dest pê dike. Li Erebîstanê dest pê dike. Pişt re jî encama fetîhan neteweyên ne ereb jî misilmantî qebûl dikin. Tê zanîn û tê gotin ku beşek netewe bi dilsozî û beşek ne bi dilsozî bûn misilman. Tê îdia kirin ku piraniya kurdan jî bi dilsozî Misilmantî qebûl kirine. Ew, ev nazariya ji bona min pirr rast nîne. Lewra ew li dijî qerektera kurdan e.

Hîç şik tune ye ku piştî neteweyan û gelan û civatan misilmantî qebûl kiriye, di çand û ziman û di jiyana wan ya civakî de guhertin çêbûn. Loma jî di dîrokê de  emperyalîzma erebî bi misilmantî dest pê kir. Loma jî, ji emperyalîzma çandî û civakî û siyasî ya ereban hatiye qal kirin.

Netewe û civat ji bona ku encama Misilmantî nekevin bin bendora emperyalîzma çanda erebî, gelek têko meşandin û ji bona vê yekê gelek rêxistin ava kirin. Li hemberî misilmantiyê û emperyalîzma çanda ereban gelek şer hatine domandin.

Lê di encamê de ji sise yekê însanên dinyayê misilmantî pejirandin. Piraniya kurdan jî misilmantî qebûl kirin. Beşek kurdan jî misilmantî qebûl nekirin, ola xwe ya heyî û kevn û dîrokî domandin. Ew kurd jî, Kurdên Êzîdî ne.

Loma ez dibêjim ku Kurdên Êzîdî, kurdên esil in û resen in. Nêziktirî referansê dîrokî çandî û civakî yên kurdî ne.

Le hezar mixabin Kurdên Misilman, Kurdên Êzîdî ji derveyî xwe û biyanî dîtin. Di hemandem de Kurdên Êzîdî jî, wek reaksîyon kurdên misilman ji bona xwe biyanî dîtîbin.  Ev yeka li fêda kurdan nebû. Bi taybetî jî, ,ji bona ku Kurdên Misilman piranî bûn, loma jî dem-dem li xwişk-birayên xwe yên Kurdên Ezîdî zilûm kirin. Bi taybetî jî li Rewandûzê ji aliyê mîrekî Kurdan ve kûştin û qetilkirina Kurdên Êzîdî wahşeteke çandî û fizîkî bû. Kurdên Êzîdî û Kurdên Misilman ji hevûdu dûr xistin. Loma jî beşek Kurdên Êzîdî jî, gotin ku “em ne kurd in.” Beşek Kurdên Misilman jî gotin ku “Kurdên Êzîdî ne kurd in.”

Vê zîhniyetê gelek zirar da neteweya kurd. Kurd, wek neteweyekî parçe kir. Di nav kurdan de dijminitî çêkir. Dijminên kurdan dixwazin ku vê nekokiye kur bikin. Gelek dewlet bi taybetî jî dewleta Ermenîstanê û çar dewletên kolonyalîst ji bona ku Kurdên Êzîdî ji neteweya kurd biqetînin, dibêjin ku “êzîdî neteweyeke cihê ye.” Wek mînak ew jî bû sedem ku di navbeyna kurdên êzîdî yên li Ermenîstanê nekokî derkeve. Ew nekokî hat dereceya şer.

Gelek baş e ku nûha serok Barzanî û serokê Herêma Federê” yê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê û rewşenbîrên Kurdistanê yên Kurdên êzîdî û yên Kurdên Misilman xwediyê nêrîneke baş in û bi berpirsiyariya neteweyîbûnê û bi giştî tevdigerin.. Divê em Kurdên Êzîdî û Kurdên Misilman û ne êzîdî ne misilman dest bidin hevûdu. Divê ol û bawermendî di nav me de nebe sedema parçebûna neteweyî.Em her olakî rewa û her baweriyekê re azadî bixwazin.

Lê tiştekî aşkere heye ku divê Kurdên Misilman wek piranî li hemberî Kurdên Êzîdî zêdetir fedekar bin. Qiymert bidin wan. Ji ol a wan re rêzdar bin. Ji çand û kevneşopiyê wan re rêzdar bin. Bi wan re tevbigerin.

 

QETLÎAMA ŞENGALÊ DIVÊ QET BÎRA NEBE…

Di Tebaxa 2014an de DAEŞê ji bona ku Kurdên Êzîdî, him kurd bûn û him jî  misilman nedîtin û rewşa wan ne di ewlewî ye de bû, êrişî Şengalê û Kurdên Êzîdî kirin. Şengal bi gelek hêsanî dagir kirin. Li Şengalê qetlîam çêkirin. Xwişka û dayikên me Kurdên ÊzîdÎ birin bazar kirin.  Ev jî li ser navê misilmantiyê kirin. Gelo ev misilmantiya bi însanetiyê re çiqas têkildar dibe?

Şengal gelek hêsan hat dagir kirin. Gelo sedem çi bûn?

Em di derbarê vê pirsê Zikrî Mûsa guhdar bikin:

Yekem: Mezintirîn sedema ketina Şingalê cografya wê bû. Şingal ji axa Herêmê ve heftih heta noht km ji Kurdistanê ve dûre û wekî giraveke ku bi navçeyên Erebnişîn ve hatiye dorpêç kirin. Rêyên serekiyên Şingal (Rebî’e – Şingal. Zumar-Şingal. Tele’fer – Şingal) ku li nava Ereban da derbas dibe. Li dema hatina Da’îş ew hemû rêyên serekî ji aliyê eşîrên Ereban ve hatibû pêçan û Şingal hatibû dorpêç kirin û hêzên piştevaniyên Pêşmerge nekarîn tevbigerin.

Duyem: Eşîrên Ereban nepakiyê li Êzdiyan kirin û hevdestiyê li gel Da’îş kirin. Her çende sedan sal bû wekî cîran li gel hevdû jiyabûn. Ewan bi Êzîdiyan ragihandibû ku ew navçeyên xwe vala nekin û wan mîsogeriyê ji Da’îş wergirtine ku kes neêşînin. Ji bo wê yekê daxwaz ji Êzîdiyan kiribûn ku vegerin. Beşek ji Êzîdiyan li ser çiya vegeriyan lê belê li rastiyê da wan heman hoz û eşîran li gel Da’îşan ketin canê Êzîdiyan û tawankariyeke mezin encam dan.

Sêyem: Hêzên Pêşmerge û Zêrevanî ku li navçeya Şingalê da cêgîr bibûn zêdetir hêzên çavdêriya rê û ban bûn û hêzeke mezinê şerker nebûn ku bikarin li wê cografyaya fireh enî û bereyeke berevanî û berxwedanê dirust bikin.

Çarem: Ji ber dorpêça donzdeh saliya Bexda li ser Pêşmerge, çekên Pêşmerge kevin û ji karketî û sivik bû. Li beranber da çekên Da’îş pêşketî bû. Da’îş pêşketîtirîn çekên Amerîkayî û Rûsî bi qebareyeke yekcar mezin li ber dest da hebû.

Parsengiya çek û cografya û şerê derûnî li qazanca Da’îş bû û Şingal lawaztirîn xala Kurdistanê bû û terorîstan karîn wê karesatê pêkbînin. Her çende Pêşmerge karî li Çiyayê Şingalê berevaniyeke qehremanane bike û sedanhezar xelkê biparêze û heta çar mehan jî rê neda Da’îş Çiyayê Şingalê bigre.” (ROjevakurd)

 

Nêrîna di derbarê Kurdên Êzîdî de qrîter û pîvana kurditî û kurdistanîbûnê û neteweyîbûnê ye. Loma divê her kurdek, serokê û serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê ji her herêmê zêdetir ji Şengalê re xwedî derkevin. Ji bona ku pirsgirêkên Kurdên Êzîdî û herêma Şengalê çareser bibin xebat bikin.

 

HEZAR MIXABIN NÛHA JÎ ŞENGAL DI BIN DAGIRKERIYA HÊZÊN KRÎMÎÎNAL Û TERORÎST PKK-Ê Û HAŞDÎ ŞABÎ DE YE…

Piştî ku dagirkeriya DAEŞê dawî hat. Piştî DAEŞê jî Herêma Şengalê ji aliyê rêxistinên terorîst û krîmînal PKKê û HaşdI Şabî ve hat dagir kirin.

Ew dagirkerî û xirabiyên wan rêxistinan li Şengalê dom dike.

Divê Şengal û Kurdên Êzîdî ji rêxistinên terorîst û krîmînal PKKê û Haşdî Şabî jî rizgar bibin.

Xelkê Şengalê hêza biyanî ya li bajarê xwe bi nav dike û dibêje ku “Divê PKK keç û kurên me êdî çekdar neke.”

Di 26. 07.2020an de xwepêşandanek ji aliyê kurdên êzdî ve li ser çiyayê Şingal birêveçû û nêzîkî 100 kes beşdarî xwepêşandanê bûn û di wê xwepêşandanê de çend daxwaz anîn ser ziman.

Ligor zanyariyên çapemeniya Kurdistanê beriya xwepêşandanê çekdarên PKKê hewl dan rêliber xwepêşandanê bigirin. Herwiha daxwaz ji dikandaran kirin dikanên xwe bigirin û daxwaz ji xelkê kirin beşdarî xwepêşandanê nebin. Lêbelê xelk beşdarî xwepêşandanê bû.

Di xwepêşandanê de xwepêşanderan daxuyaniyek xwendin û di wê daxuyaniyê de ev daxwaz ji PKKê hatin kirin.
1-Divê keç û kurên kurdên êzdî bi zorê neyên revandin bo nava refên PKKê
2-Divê PKK keç û kurdên bi zorê revandiye wan azad bike û cihê bêserîşûn in jî aşkere bike.
3-Divê PKK li çiyayê Şingalê êdî tünel û ambaran nekole.
4-Divê PKK beregeh û binkeyên xwe ji nava sivîlên Şingalê dûr bixe.
5-Divê çekdarên biyanî û ereb ji Şingalê derkevin.”

Bi taybetî jî ji bona ku Şengal bi Hikûmeta Federal ya Iraqê re girêdayî ye, bi desthilatdariya Kurdistanê te girêdayî nîne, divê Hikûmeta Federal ya Iraqê wezîfe û erka xwe pêk bîne.

Bi salan e ku Hikûmeta Federal ya Iraqê li hemberî zulma terorîstan li Şengalê bê deng e. Ji tirsa Dewleta Îranê nikare midaxeleyî hêzên terorîst PKKê û Haşdî Şabî bike.

Divê Şengalî û gelê me yê êzîdî  ji terorîstan rizgar û azad bibin. Gelê Şengalê xwe bi xwe birêve bibe. Jiyana xwe ya siyasî, civakî, aborî, çandî bi xwe rêxistin bike.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev