Berhemên kurdzanên me – 216

Berhemên kurdzanên me – 216

Me di 215 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka kurdzanê mezin P. Avêryanov beşa “Serdazêdekirinan” ya di dawîya berhemê da çapbûyî bi sernavê ”Dokûmêntên di dema şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877-1878a daraberî we bikin. Ji ber ku ew beş mezin e, me ew kir çend beşan. Îro beşa dawî bixwînin.

Ev berhema zanyarî ya bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandiye. Di demeke kurt da weşanxaneya AVESTA bi serokatîya birêz A. Keskîn wê çap bike.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Dokûmêntên

di dema şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877-1878an da

 

Serdazêdekirina hejmara 28a

 

Jêdera ji doklada gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov ya ser navê Serekqumandarê Mezin ya 19ê çileya paşin sala 1878a, ya hejmara 39a

 

(Ji belgeyên arşîva Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê)

 

Di wê dokladê da ew hemû serketin bi cî bûne, ku ji dema hazirîya ji bo şêr gihîştinê û di wê da bîr û bawerîyên cuda hene, ku ka paşdemê da wê çi bê kirinê, eger careke din himberî Tirkîyê destbi şêr bibe. Li wir herwiha ew hemû şaşî jî hene, ku di dema hazirîya şêr da hatine kirinê.

 

“Şaşîyeke me ew e, ku desteya Êrîvanê di pêwendîyên xwe yên bi kurda ra ji xeta rast derketibû(•). Hema seba xatirê kurda me desteya Êrîvanê di cîyê xwe da hîştibû. Lê tesîra desteyê li ser kurda hema bêje qet tunebû. Lê mêlgirtina kurda ya berbi me bi serketinên me va girêdayî bûn û ji ber wê jî em bi hêvî bûn, ku di pêwendîyên me yên bi kurda ra emê hin dereca da bi ser kevin. Di kar û barên pêş me da, ku em hewil didin êrîşên xwe xurttir bikin, em wê yekê didine ber çeva, ku em çiqasî pêşda herin, emê ewqasî xwe nêzîkî Kurdistanê bikin û di wî alî da pirsa kurda ji bo me dibe xwedî giringîyekê”.

 

Dema gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov di wê dokladê da tê ser pirsa kar û barên me yên ku gerekê di sala 1878a da bêne kirinê, dinivîse, ku em piştî zevtkirina Erzurumê gerekê van tişta bikin:

 

“Berî ku desteya me ya wî berî Soxanlixê destbi êrîşê bike, em gerekê pêşenîya xwe ya ser milê çepê xurttir bikin. Hêza dijminên me di wê pêşenîyê da heta niha ji 8-10 taxbûra derbaztir nabe. Xinis îdî bin hukumê medane. Bona zevtkirina Mûşê me tivdîra xwe dîtîye. Gelek giring e, ku em bikaribin derbaharê da bigihîjine Xarpûtê.

Bona bihêzkirina van planên me, lazime em desteya Êrîvanê jî tevî êrîşên xwe yên li ser riya Wan-Mûş-Xarpûtê bikin. Lê eger neyarên me jî hêza xwe xurttir bikin, gerekê em jimara taxbûrên li desteya Êrîvanê bighînine heta 20î. Desteyên Soxanlixê, Erzurumê (yên ber kelayê) û Êrîvanê gerekê bigihîjine hev û bibine hêzeke xurt.

Kar û barên me yên paşdemê wê bi kar û barên neyarê me va girêdayî bin, çika kurd çiqasî hogirên mene û yek jî, çika emê pirsa xurekê eskerên xwe çawa hel bikin, ku ji bo me pirseke pir giring e.

Hukumeta Tirkîyê van axirîya serekên kurda gazî bal xwe – Konstantînopolê kiribû û bi her awayî hewil dabû, ku wana bîne alîyê xwe, ji bin kontrola xwe dernexe. Em gerekê ji wan şaşîyên xwe yên sala par, ku me di wî alî da berdane, dersa hildin û gerekê ewê pirsê zivistanê safî bikin, ji ber ku baharê, dema berf dihele, belekî dikevine erdê, kurd wê haziraya xwe bibînin berê xwe bidine zozana û wî çaxî emê ber astengên mezin bisekinin. Em gerekê guhdarîyeke mezin daynine ser vê yekê, ji ber ku serekê ordîya tirka niha Îzmayîl Heqî paşayê bi esilê xwe va kurd e, qedirê wî di nav kurda da geleke. Min derheqa pirsa kurda û kar û barên desteya Êrîvanê da temî û şêwrên anegor dane gênêral-milazim Lazarêv”.

 

(•) Ji bo em kurdan bînine alîyê xwe, me hêvîya xwe gelekî danîbû li ser serekeşîrekî kurda yê bi nav û deng, gênêral Cefer axa, ji ber ku qedir û hurmeta wî di nav hemû eşîrên kurda da (him kurdên me, him jî yên Tirkîyê) hebû û lema jî em di wî karî da pir bi bawer bûn. Lê çi mixabin, ku gênêral Cefer axa çend heftêyan berî destpêka şêr mir, lê birayê wî û lawên wî nikaribûn dewsa wî bigirtana.

 

Serdazêdekirina hejmara 29a

 

Nameya gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov

ya ser navê gênêral Şêlkovnîkov,

ya 19ê çileya pêşin sala 1877a, ya hejmara 51ê, ji Qersê

 

(Ji belgeyên arşîva Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê)

 

Piştî ku me Xinis Kela zevt kir, îdî dem pêra gihîştîye, ku em bi kurdên Tirkîyê ra bikevine nava pêwendîyan. Ev karê hanê ji bo me di her alîya da pir giring e. Eger kurd bêne alîyê me, di êrîşên me yên paşdemê da ewê kareke pir mezin bidine me û hukumeta tirka wê bikeve nava rewşeke pir giran. Di nav ordîya tirka da gelek kurd hene û eger ji we ra li hev bê hûn bi destî serekeşîrên navdar usa bikin, ku ew ji nav eskerên tirka derkevin û ji ordîyê birevin û hûn ji wan ra kefîl (garantî) bikin, ku ewê di malên xwe da bê tirs û xof bijîn, îdî karê me wê pir hêsa be. Lê em wê jî zanin, ku ew eşîr gelek ji pera hiz dike û bona ku em eşîrên kurda bînine alîyê xwe, gerekê ber pera nekevin, tenê gerekê wan şexsa hilbijêrin, ku qedirê wan nav milet da heye û gotina wan nav kesên bin hukumê wan da derbaz dibe. Ez gerekê wê jî ji we ra bêjim, ku ew pirsa gelekî giring – pêwendîyên me bi kurda ra – ku me hetanî niha danîbû li ser serokatîya desteya Êrîvanê, bi ciddî ne meşîya. Niha rewş usan e, ku em gerekê wî karî diha aqil bimeşînin, ku bi ser keve, ji ber ku ez careke mayîn dibêjim, ku eger em kurda bînine alîyê xwe, emê bikaribin hukumeta tirka bikine nava halê bêçaretîyê.

 

 

Serdazêdekirina hejmara 30î

 

Jêderên ji doklada gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov, ku ewî ji Serekqumandarê Mezin ra şandibû, ya 4ê çileya paşin, sala 1878a, ya hejmara 11a, ji Hesen Kelê

 

(Ji belgeyên arşîva Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê)

 

Ji me ra dest nade, ku Îzmayîl paşa kivş kirin mişîr, ji ber ku dema ew li Qersê dima, wek nûnerekî malbeteke bi nav û deng nav û hurmeta wî di nav wilayeta Erzurumê da pir bû û niha dikare usa biqewime, ku ew wan kurdên xwe rake himberî me û helana bide wan, ku dijminaya me bajon. Niha em her tiştî dikin, ku hewildanên Îzmayîl paşa yên dijî me bi ser nekevin.

Ez bala xwe didime rewşa me ya li vê meydana şêr û di hêlekê va haya min ji wan hewildanên hukukmeta tirka heye, ku ew dixwaze binecîyên kurd rake himberî me û herwiha ew yek jî, ku ew dixwaze ji pareskerên Wanê, Mûşê û Baybûrtê desteyên taybetî amade bike, û tême ser wê bawerîyê, ku desteya Êrîvanê ya niha ewqas xurt nîne, ku bikaribe himberî van hemûyan ber xwe bide û bi bawerîya min, bona bihêzkirina wê lazime alayîke peya jî ser eskerên heyî da zêde bikin.

Eger em bikaribin di vê zivistanê da bi alaya ji 8 taxbûra û 2 alayên siyarîyan va Mûşê bixine bin hukumê xwe, kar û barên me yên di şerê ji bo zevtkirina Erzurumê wê gelekî hêsa bin, wî çaxî kurdê jî bêne alîyê me û bi wê yekê va emê bikaribin karê xwe yê baharê bikin bona şêr. Lê ev pêşnîyar dikare tenê wî çaxî bi ser keve, eger bin destê me da ewqas esker hebin, çiqas ku lazim in (ji alayîke peya ne kêmtir), bona em bikaribin Bayazîdê bi sencaqên xwe va ji êrîşên neyarên xwe yên ji alîyê Wanê da biparêzin. Ez ser wê bawerîyê me, ku eva pirseke pir giring e û ez li bendê me, ku hûnê bona çareserkirina evê pirsê rêyekê bibînin û ez li benda emirê we me.

Me alaya xwe ya Nîjêgorodê anîye Xinis Kelê, ji ber ku binecîyên kurd destpê kirine ji warekî koçbarî warekî mayîn dibin û bi hezar û yek menîya va naxwazin bên li rex Hesen Kelê bi cî bin, lema jî min biryar kir alaya Mîngrêlê bidime bihêzkirinê, pevgirêdanên di navbera Êrîvanê û Soxanlixê da bidime xurtkirinê û min derheqa vê yekê da gênêral Dûxovskî agahdar kir.

 

Serdazêdekirina hejmara 31ê

 

Nimûneyeke bangawazîyên di dema şerê

di salên 1877-1878a da, ku di nav hemwelatîyên

Tirkîyê, herwiha di nav kurda da jî, hatîye belakirinê

 

(Ji belgeyên arşîva Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê)

 

Bangawazîya Serekqumandar

ya berbi binecîyên wilayeta Erzurumê

 

Gelî binecîyên wilayeta Erzurumê! Eskerên Ordîya Kavkazê, ku ez serleşkerîyê lê dikim, ji sînorê me derbazî ser axa we dibin. Ez ji navê Împêratorê Mezin berê xwe didime we û dibêjim: Eskerên rûsa ne ji bo wê yekê tên, ku hemwelatîyên Tirkîyê bişêlînin, an jî zorê li wan bikin, lê bona wê yekê tên, ku destê alîkarîyê û xemxurîyê dirêjî we bikin. Hûn qet ji bo xwe û mal û milkê xwe ber xwe nekevin. Wê ji porê we mûyek jî kêm nebe, eger hûn bi çevekî qenc li eskerên me binihêrin û ji malên xwe dernekevin. Min sipartîye gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov, ku her gunekarekî ceza bike, ew kesên, ku wê neheqî û destdirêjaya bikin, wana bide mehkemê. Lê ew kesên, ku wê derkevine himberî eskerên me û xwemsa jî ew kesên, ku wê bi çeka rabine dijî me, emê wana wek dijmin bibînin û wey li halê wan.

 

Serdazêdekirina hejmara 32a

 

Qanûnên bona amadekirina alayên siyarîya yên alîkar yên ji eşîr û qebîlên, ku sal donzdeh meh di kona, li zozana û qişla da dimînin.

 

(Wergera ji tirkî. Ji belgeyên Barêgeha Sereke

ya rex Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê)

 

1.

Di dema şêr, an jî di dema aş da, eger lazimayî hebe, ji eşîr û qebîlên, ku sal donzdeh meh di kona, li zozana û qişla da dimînin, siyarîyan berev bikin bona ew di alayî û bêlûkên siyarîyan yên alîkar da qulix bikin.

 

2.

Di her alayîkê da, ku ji eşîr û qebîla hatibin sazkirin, gerekê 3-5 bêlûk hebin. Her bêlûkek gerekê ji 3-4 taxima be û di her taximekê da gerekê 20-30 siyarî hebin. Milazim, çawîş û onbaşîyên jêhatî wê serokatî li wan bikin û di her taximekê da bi kêmanî gerekê milazimek, çawîşek û du onbaşî hebin. Hema bi wî awayî jî ji merivên bi nav û deng yûzbaşî, qaymeqam û mîralî têne kivşkirinê. Di her bêlûkekê da gerekê yûzbaşîk hebe, lê di her alayîkê da gerekê mîralîyek û qaymeqamek hebe. Ji nûnerên eşîr û qebîlên mayîn jî dikarin li ser van qulixa bêne kivşkirinê. Ji wana her yek gorî qulixa xwe, gerekê nîşanekê li pêsîra xwe va bike û ji dema destpêka êrîşên alaya û bêlûka, heta vegera wane li nav eşîra xwe, ewê ji serokatîya ordîya me pera bistînin.

 

3.

Navê hemû mêrên ji nav wan eşîr û qebîla yên ji 17 heta 40 salî li deftereke taybetî da tê nivîsar û ber navê her kesî tê nivîsar, ka ewê ji komikên, ku emê li jêr di xala 4a da binivîsin, bikeve di nav kîjan komikê. Nimûşeke (nuxse) ewê defterê wê li bal qumandarê alayê be (nûnerê eşîrê an jî qebîlê), lê ya dinê li wê dayîra redîfê da be, ku di navça filan an bêvan eşîrê da ye. Piştî her telîman, di deftera da wê bê nivîsar, ku çi kar hatîye kirinê bona bilindkirina dereca şervanîya wan.

 

4.

Qulixkirina di eskerîyê da ya van qebîl û eşîran pareveyî li ser 3 katêgorîyan dibe: 1) “îhzarî”,- wextê qulixkirinê sê sal e. Di vê katêgorîyayê da wê mêrên 17-19 salî qulix bikin. Ewana wê di cîyên jîyana xwe da bi pirtûkên eskerî yên taybetî va hînî karê şervanîyê bibin. 2) “nîzamî”,- wextê qulixkirinê 12 sal e. Li vê katêgorîyayê da wê mêrên 20-32 salî qulix bikin. Di nav wî wedeyî da ewê her sal di demsalekê da bi pirtûka eskerî ya taybetî fêrî karê şerkirinê bibin. Ewana gerekê her dema hazir bibin, ji ber ku her wext dikarin gazî wan bikin û ew gerekê di nav 24 sehetan da bi cil û hespên xwe yên zîn-bûsatkirî va xwe bighînine cîyê kivşkirî, bên bal serekê xwe. 3) “îhtîhadî”,- wedê qulixkirinê 8 sal e. Di vê katêgorîyayê da wê mêrên 33-40 salî qulix bikin. Ewana wê hînî telîmên eskerî nebin û tenê wî çaxî wê gazî wan bikin, eger lazimayî hebe.

 

5.

Ji van hersê katêgorîyayên, ku me li jor bi nav kirin, tenê ji bo duda ji wana, ango ji bo “nizamîyê” û “îhtîyadîyê” çekên dewletê û cebirxane têne çêkirinê. Ew çek û cebirxane li dayîrên redîfê têne xweykirinê û tenê wî çaxî didine wan (ew jî dewsê îmza wan hildidin û qumandarê alayê jî gerekê bibe kefîl), dema ew berê xwe didine meydana şêr.

 

6.

Him zabit, him jî kesên ku wan ra tên, gerekê bi kîsî xwe ji xwe ra cila bidrûn, û ew jî bi nimûşa ji alîyê hukumetê da amadekirî û hesp jî gerekê yên wan bin.

 

7.

Gorî destnîşankarîya barêgeha korpûsê, di demeke salê da, ku pêş da tê kivşkirin, efadîyên (piştî zabita ew tên) ji katêgorîya “nîzamîyê” berev dibin, ji eskerên xwe bêlûka û taxima saz dikin û bi emirê qumandarê dîvîzyonê di her bêlûkekê da zabitekî siyarîyan tê kivşkirin û yek jî ji kesên ku piştî zabita tên, tê kivşkirin, ku gerekê bi deftera taybetî wana fêrî karê eskerîyê bike. Ew kesên, ku gazî wan kirine bona alaya siyarîyan ya komekdar saz bikin, di hemû wextê qulixkirina xwe da wê ji xezîna dewletê pera bistînin.

 

8.

Piştî amadekirina wan alaya û bêlûka, kesên ji wan efada ku bixwazin, dikarin (tenê bi hespên xwe va) bi hilbijartin û kefîltîya serekê eşîrê bikevine nava alayîke siyarîyan û piştî xwendinê û întîhema, bi destûrdayîna serekê dîvîzyonê di alayîkê, an jî bêlûkekê da bibine zabit.

 

9.

Hemû zabitên di hersê katêgorîyayên alaya siyarîyan ya komekdar da eger gunehkarîyek kiribin, ji alîyê mehkema eskerî ya dîvîzyonê da têne cezakirinê.

 

10.

Ew hespên, ku di şêr da an jî di dema qulixkirinê da zede li wan ketîye û îdî kêr nayên, hukumet ber wê pirsê bersîvdar e.

 

11.

Axên aza didine wan eşîran, ku di mehên havînê da koçbar dibin, ji warên xwe diçine zozana. Eger ew kesên axê distînin û wê axê wek ku lazime, bi kar naynin, wî çaxî ew ax ji dest wan paşda distînin.

 

12.

Ew malên, ku siyarîkî çekdar dane, xênji eşarê, ji hemû bacdayînên mayîn têne azakirinê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev