Pirsa we û bersîva me – 168

Pirsa we û bersîva me – 168

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bi alîkarîya rêvebirê malperê bersîva pirsekê bi vî awahî da:

 

Pirsa Canfîdayê Birûkî û bersîva Nura Şane

 

Pirs: Gelo avabûna Kurdistana serbixwe zêde bi şerê çekdarî, bi mêrxasîyê dikare pêk bê, an gorî berjewendîyên dewletên mezin û nakokîyên di navbera dewletên dagirkar û dewletên berjewendparêz da dikare çêbe?

 

Bersîv: Gelek kurd wisa difikirin, ku eger di nava hemû kurdan da yekîtî çê be, wê demê Kurdistan wê ava bibe. Em wisa nafikirin. Hela di ser da jî, em ser wê bawerîyê ne, ku eger hemû kurd welatparêz, dilsoz, paqij û hevgirtî bin, têr nake bo Kurdistana ava bibe.

Lê rêyeke din heye. Bêy daxweza Împêratorîya Osmanîyê ew desthilat hilweşîya û jê gelek dewlet çê bûn. Bêy daxweza Yekîtîya Sovyet ew dewleta xurt hilweşîya, jê gelek dewlet çê bûn. Dewletên Kurdistan di nav xwe da perçe kirine jî dikarin bi wî awahî hilweşin û Kurdistan çê be.

Kurdistan tenê bi şertekî çê nabe: -Eger kurd bi xwe nexwezin! Ji xwe vê yekê dijmin jî zane û hewil dide bi destî kurdan nehêle Kurdistan bi tu şertan ava bibe. Wê demê, eger dilê we bi şer germ bibe, gerekê şerê van kesan û rêxistinan bikin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev