MUSTAFA ÖZTÜRK: KOLEKSÎYONA ALEKSANDRE JABA

MUSTAFA ÖZTÜRK: KOLEKSÎYONA ALEKSANDRE JABA

Weşanxaneya LÎSê kitêbxaneya me dewlemend dike

 

Aleksandre Jaba, bi minasebeta ku berhevkarê koleksîyona destnivisên Kurdî ye, di dîroka xebatên Kurdî de cîyekî girîng dadigire.

 

Her ku nirxê vê koleksîyone bêtir tê famkirin, nirxê berhevkarê wê jî beramberî wê bêtir dibe.

 

Koleksîyona ku Jaba di heyama wezîfeya balyoztîya xwe ya Erziromê de berhev kiriye, ji alîyê edebiyat, dîrok, çand, folklor û zimanê Kurdan ve destnivîsên giranbiha dihundirîne.

 

Koleksîyon bi vî rengê xwe wekî hafîzeya Kurdan ya sedsala 19emîn e. Tevkarîya vê berhevokê ya herî berbiçav ew e ku nûsxeyên berhemên stêrkên edebiyata Kurdî yên wekî Ehmedê Xanî, Feqîye Teyran, Melayê Cizîrî, Melayê Bateyî û hwd. veguhastine vê serdemê.

www.lisyayinevi.com
•Têkilî: 0552 299 45 03

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev