NİVÎSANDİNA BÊ XWENDİN WEKÎ NANÊ TİSÎ YE

NİVÎSANDİNA BÊ XWENDİN WEKÎ NANÊ TİSÎ YE

Bayram Ayaz

 

Rêberên min ên xwendin û nivîsandinê gotinên Mîr Celadet û J. W. von Goethe ne.

Gotinên wan ser maseya min in. Wekî hûn di wêneyê de jî dibînin.

 

Goethe dibêje: 

“Divê mirov her roj

Kêmtirîn kilameke kurt bibihîse

Helbesteke xweş bixwîne

Li resimeka balkêş binêre û

Eger jê re derfet hebê,

Çend gotinên maqûl biaxive.“

 

Mîrê zimanê Kurdî dilovan Celadet Alî Bedirxan jî ji me Kurdan re dibêje:

 

„Bi Kurdî bifikire

Bi Kurdî biaxive

Bi Kurdî bixwîne

Bi Kurdî binivîse“

 

Eger mirov bi gotinên van herdu camêran bike û nesîhetên wan bi cîh bîne, hingê mirov karên qenc û bi qîmet bo xwe û bo ziman û çanda Kurdî pêktîne.

Ji bo ku ev nesîhetên zêrîn hertim li pêş çavên min bin, min daniye ser maseya xwe, li kêlaka ala me, nîşana têkoşîna azadiya miletê me yê bindest. Wêneyê dê û bavê min jî li kêleka wan e. Jiber ku wan jî gelekî girîngî didan xwendina min. Wan ji dev û zikê xwe birîn, ez dame xwendinê. Ez jî divê li wan vegerînim, hewl bidim di ber vî barî de rabim.

 

Kurt û kurmancî: spas ji bo zanîn û nesîhetên zanayan û heta bijîm minetdar im bo dê û bavê xwe û îro jî sozê didim wan ku ezê hertim bixwînim.

 

***

Yek bipirse: Jiyan çi ye?

Bersiv dê /divê ev be:

 

Pênc pêjn, hîs (dîtin+bihîstin+bêhn kirin+tam kirin+ dest lêdan) = Hînbûn û hizirîn→axaftin→xwendin→nivîsandin…

 

Îroroj yek ji mafê gerdunî bingehîn ew e, her mirovekî jê re derfet hebê bikare xwe bigihîne asta nivîsandinê. Lê em dizanin li dinyayê li goreyê agehiyên UNESCO hêj nêzîkî 800 milyon mirov ne xwenda ne û nikarin bi ti alfabeyekê binivîsin.

 

Kesê derfeta wan hebûye, kanibûne bixwînin, xwedî şans in. Yên xwendibin deyndarê dê û bavê xwe û deyndarê civak û dewleta xwe ne û deyndarê mirovayetiyê ne. Hewce ye ew jî vî deynê xwe bidin. Ew jî xizmet û efrandinên pîşeyî ne û nivîsandin e. Bi kîjan zimanî dibe bila bibe, nivîsandin û berhemên hûnerî dewlemendkirina xezîneya mirovayetiyê ye.

Ji bo vê yekê fikirîn, axivîn, xwendin û nivîsîn…

 

***

Ez jî xwe yek ji van deyndaran dihesibînim.

Berê û serê her tiştî deyndarê zimanê Kurdî me. Zimanê ku di nav şerekî giran de ye, li dijî zimanên dewletên dagîrker û miletên serdest. Em divê zimanê xwe Kurdî di şerê pişaftinê (asimilsyonê) de li dijî Tirkî, Erebî û Farisî biparêzin.

Çawa?

Bi axaftinê, bi hînbûna xwendinê û bi nivîsandinê!

Mezinên me û Mîrê zimanê Kurdî zanibûne ji me re çi bêjin.

Em divê bi gotinên wan bikin. Gotinên Mîr Celadet hewce ye em bikin wekî nifiştikek û bi xwe re bigerînin.

 

***

Ez bi xwe hertim hewl didim xwendevanekî serkevt yê zimanê Kurdî bim, her fersendekê bi dest keve goh didim korên (seminêrên) girîng yên derbarê ziman de, gohdarî dikim. Semînerên ku bi berpirsiyariya Dr. Ibrahim Seydo ji aliyê “Zanîngeha Kurd ya Online” ve dihat dayîn gelekî girîng û sûdwar bûn. Mixabin, roja înê (07.08.2020) semînera dawîn bû.

Muzîka Kurdî zêde girîng e, wekî şîrê dayîkê ye!

 

Van demên dawî çîrokbêjî jî peyda bûye. Çîrokbêjê Qersî hêja Ayhan Erkmen eger we heta nuha ew gohdarî nekiribe, hema bêje we di vê kele kela germa havînê de dil û hinavê kurdîheziya xwe ji tasek ava zelal û hênik bêrî hêla ye.

 

***

Karekî min din xwendin e.

Evên bixwazin zimanê Kurdî hîn bibin, hewce ye zêde zêde bi zimanê Kurdî bixwînin.

Xwendin, hînbûn e.

Kî nexwîne fêr nabe, fêrî ziman jî nabe, fêrî jiyanê jî nabe.

 

Pirtûka ku min îro bi dawî anî, romana hêja Ikram Oguz bû ya bi navê „MÎRO çîroka şer û koçberiyê.“

Nivîsa min bê dê ser vê pirtûkê be.

Nivîsandina bê xwendin vala ye, hîç û pûç e; axavtina bê fikirîn jî beredayîtî ye.

Ji bo vê yekê: Qenc bifikire wisa biaxive, bi têra xwe bixwîne hîn bibe û wisa binivîse.

Em şagirtê Mîrê zimanê Kurdî ne, gotinên wî rê li ber me xweş dike.

Hêvîdar im rojên we û hemî demên we bê corona be.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev