HEVSENGÎ

HEVSENGÎ

Kurê Reşîd 

Hevsengî (bi îngilîzî: balance, equilibrium ) ji boy rastkirin an jî parastina pozîsyona laş, belavkirina giraniya laş a bi awayekî yeksanî.

Li gel erkê nasîna dengan, parastina hevsengiya laş jî bi alîkariya guhê navî pêk tê.

Bi alîkariya hestê hevsengiyê, mirov dikare li ser lingê xwe bisekine û li erdê nekeve. Ango hestê hevsengiyê laşê mirov ji xeteriyê diparêze, karên rojenê yê mirov hêsantir dike. Hevsengiya laş bi hevkariya mejîk, guhê navî, çav û masûlkeyên peykerê tê parastin. Heke hevsengiya laş ne rêkxistî be, dewxa mirov tê, li mirov gêjî peyda dibe, dibe ko mirov nikaribe li ser lingan bisekine an jî dibe ko mirov biverişe. Bi taybetî dema rêvîtiyê de ev rewş hê pirtir rû dide. Hin mirov gava di erebê an ji di keştiyê de rêvîtî dikin, hevsengiya laşê wan serûbin dibe, gêjî û hestê verişînê li wan peyda dibe.

Di guhê navî de pênc pêkhate berpirsiyar in ji boy dabînkirin û parastina hevsengiya laş, evana sê cogên kevanî û du kîsikok in. Cogên kevanî û kîsikok bi navbeynkariya dalanê bi hev re girêdayî ne û wekî dezgeha dalanî (bi îngilîzî: vestibular apparatus) tê navkirin. Dezgeha dalanî bi şileya endolîmf tijî ye. Li guhê navî, beşa dalanê de mûxane hene, mûxane bi eslê xwe mîkanîkewergirin û dişibin mûxaneyên endamê Cortî yê di nav lûlpêçê de, lê erkê van mûxaneyan ne ji boy wergirtina pêlên deng, lê ji boy dabînkirina hevsengiya laş e.

 

Erk û pêkhateya cogên kevanî

Di her guhekî mirov de sê cogên kevanî heye. Cogên kevanî pêkhateyên lûleyî ne, li ser dalanê de wisa cih bûne ko di navbera her yekê de goşeya 90 pile heye. Cogên kevanî li gor cihê(pozîsyon) xwe tên navkirin.

 

  1. coga pêşî (coga jorî)
  2. coga paşî
  3. coga asoyî (coga teniştê) 

Coga pêşî û ya paşî bi awayek stûnî, a teniştê jî bi awayek asoyî bi kîsikê utrîkilê( utricle) ya hundirê dalanê ve girêdayî ne. Her yek ji cogên kevanî ji kîsikê utrikilê dest pê dike û disa li utrikilê dawî dibe. Ji herdu seriyên lûleya her cogê, seriyek teng e ya din li nezikê qulika utrikilê piçek fire û werimî ye. Ev beşa fire ya coga kevaniyê wekî ampul( ampulla)tê navkirin. Li nav ampulê de hestewergirên hevsengî yê coga kevanî heye.

Livîna goşeyî( bi îngilîzî: angular motion) ya serî, a ber bi jor û jêr, pêş û paş, çep û rast ji aliyê hersê cogên kevanî ve tê hestkirin.

Coga kevanî ya asoyî, livîna serî ya ji hêla rastê ber bi ya çepê an jî ji hêla çepê ber bi aliyê rastê ve dinase. Wekî mînak, kurdên misliman li dawiya nimijê de silav didin “Esselâmu aleykum ve rahmetûllah” û serê xwe ber bi aliyê rastê ve vedigerînin, paşê ji aliyê rastê ber bi aliyê çepê dizivirînin. Di vê demê de coga kevanî ya asoyî ji livîna serî agahdar dibe.

Coga jorî (coga pêşî), livîna serî ya ber bi pêş û paş dinase. Wekî mînak, gava mirov serê xwe dihejîne û dibêje erê erê.

Coga paşî, livîna serî ya ji sermilêk heta ya dinê dinase. (stû ber bi rastê an jî çêpê ditewe) wekî minak, gava av dikeve guhê mirov, mirov serê xwe ber bi sermile ve ditewîne.

Di nav ampulên hersê cogên kevanî de pêkhateyek bi navê kupul(cupula) heye, kûlkên mûxaneyên hestê hevsengiyî di nav kupulê de cih digirin. Kupul pêkhateyek nermokî ya mîna jel e. Ji ber herika endolîmfa nav cogên kevanî, kupul bi hêsanî dilive û kûlkên mûxaneyan ditewîne.

 

Erk û pekhateya kisikên dalanê

Dalan du kîsikok lixwe digire navê van kîsikokan utricle û saccule e (bilêvkirin: utrîkil û sekul). Di nav van kîsikokan de mûxane hene, cihê(pozîsyon) serî ji aliyê van herdu kisikokan ve tê hestkirin. Ango livîna serî ji aliyê cogên kevanî, pozisyona serî ji aliyê utrîkil û sekul ve tê hestkirin. Hestewergirên van herdu kîsokokan ji boy hestkirina tawdana hêllî (bi îngilîzî: linear acceleration) ye. Wekî mînak, tewdana erdkêşê cureyek ji tewdana hêllî ye. Çavê mirov girtî be an jî mirov di cihekî tarî be, dîsa ji mirov bi alîkariya van kîsikan hest dike ko kîjan alî jêr, kîjan alî jor e. Hestewergir di nav utrîkilê de bi awayê asoyî, di sekulê de bi awayê stûnî cih bûne. Ango di navbera hestewergirên herdu kîsikokan da goşeya 90 pile heye.

Di nav utrîkil û sekulê de pêkhateyek heye bi navê makul (macula). Makul li gel xaneyên din mûxaneyan ji lixwe digire. Makul jî bi perdeyek nermokî dapoşî ye. Navê vê perdeyê, perdeya otolîtî e. Kûlkên mûxaneyan di nav perdeya otolîtî de dirêjkî ne. Perdeya otolîtî belûrên kalsiyuma karbonat(CaCO 3) lixwe digire. Hêza erdkêşê bandor li ser pirtikên kalsiyuma karbonatê (kevirên guh) dike.

Ji ber ko rêzbûna hestewergiran di nav utrîkil û sekul de ne yek e, şeweyî çalakbûna wan jî ji hev cuda ye. Hestewergirên utrîkilê bi tewdana asoyî (horizontal acceleration) çalak dibin. Wekî mînak, gava mirov di erebê(otomobîl) de diçe ji ber kêmbûn an jî zêdebûna leza otomobîlê tewdan çê dibe, utrîkil li gor vê tewdanê ji pozîsyona serî û laş agahdar dibe. Hestewergirin sekulê taybet in ji boy wergirtina tewdana stûnî ( vertical acceleration). Wekî mînak, gava mirov di esansorê (elevator) de hildikişe an jî dadikeve tewdana stûnî çê dibe, sekul ji vê guherînê agahdar dibe. Tewdan dibe sedama tewîna kûlkên mûxaneyan, bi vî awayê mûxane erkê kar dide destpêkirin.

 

Rêbaza rêkxistina hevsengiya laş

Gava mîrov dilive di heman demê de serê mirov jî dilive an jî pozîsyona serî diguhere. Livîana serî dibe sedama livîna şileya endolîmfê ya Cogên kevanî, utrîkil û sekulê. Endolîmf jî mûxaneyan ditewîne. Tewîna mûxaneyan hestewergirên mîkanîkî yên li ser parzûna mûxaneyan çalak dike û ji boy alûgorkirina iyonan cogên parzûnê ve dike. Alûgorkirina iyonan, erkê kar dide destpêkirin. Ango enerjiya pestoya şileyê ji boy enerjiya elektrîkê tê veguherîn ( hesteveguherandin). Bi erkê kar demareragihandin ji mûxaneyan tê guhêztin boy demarên hevsengiyê(demarên dalanî). Bi navbeynkariya demarên hevsengiyê demareragihandin digihîje lakşemoxê, ji wir jî tê şandin boy mejîkê.

Mejîk li gel guhê navî, ji çav, masûlke û gehan jî demareragihandin werdigire. Mejîk hemû ragihandinan rêk dixe, tekûz dike, paşê dişîne tûkila mejî, masûlke û gehan. Bi vî awayê heke pozisyona laş de guherîn hebe, bi alîkariya masûlke û gehan ji boy pozîsyona nû ya laş hevsengî tê avakarin. Bi rêkxistina hevsengiyê, pozîsyona laş ji boy rewşa nû tê guhertin ko mirov li ser lingan bimîne û nekeve erdê. Her çiqas serê mirov bilive jî çavên mirov dikarin rasterast li xalek sabît binêrin. Bi vî awayê gava pozîsyona laş diguhere, çav hê jî bi awayekî çalak ji derdor agahî digirin.

Heke mirov çavên xwe bigire û li dora xwe 5- 6 caran bizivire, paşê bisekine û çavên xwe veke, gêjayî li mirov peyda dibe, mirov li erdê dikeve, nikare li ser piyan bisekine. Sedema vê rewşê xirabûna hevsengiya laş e.

Gava mirov li dora xwe dizivire, wekî hemû beşên laş, cogên kevanî jî bi serê mirov re dizivire. Di nav cogên kevanî de şileya endolîmf heye. Di destpêka zivirînê de ji ber tewdana erdkêşê endolîmf di cihê xwe de dimînê. Ango cogên kevanî dilivin lê endolîmfa nav cogan paşê dilive. Ev rewş dibe sedema tewîna mûxaneyan û destpêkirina erkê kar. Di demek kurt de endolîmf jî dilive, leza zivira endolîmf û cogên kevanî yeksan dibe, mûxaneyên tewandî rast dibin. Îcar li dawiya zivirê, gava mirov disekine, cogên kevanî jî disekinin, lê herrika şileya endolîmfê di nav cogan de ji boy demek kurt didome. Endolîmf bi livîna xwe mûxaneyan disa ditewîne û erkê kar dide destpêkirin. Demareragihandin tê şandin boy mejîkê. Ango ji mejîkê wetrê serî he jî dizivire. Lê di heman demê de çav û masûlke jî demareragihandin dişînin mejîkê û mejîkê jî rawestana laş agahdar dikin. Ev rewş dibe sedema çêbûna tevlihevî di mejîkê de. Mejîk ji aliyekî de hewl dide ko pozîsyona laşê rawsetî rast bike, di heman demê de jî ragihandin dişîne masûlke û çavan bo berdewamiya zivira laş. Ji ber vî tevliheviyê mirov nikare bi hêsanî li ser piya bisekine, dewxa mirov tê û mirov dikeve erdê. Demek şûn ve livîna endolîmfê disekine, îcar li gel çav û masûlkeyan, ji guhê navî jî agahiya rawestîna laş digihîje mejîkê. Mejîk jî ragihandin dişîne masûlke, geh û çavan ji boy serastkirina pozîsyon û parastina hevsengiya laş.

Rêwîtiya di erebeyê an jî di keştiyêde endolîmfê bi awayek ne asayî dilivîne demareragihandin bi awayek tevlihev digihîje mejîkê. Demareregihandinên ji guhê navî ji mejîkê re dibêjin serî û laş dilive, lê ragihandinên ji çav û masûlkeyan jî ji mejî re dibêjin serî û laş rawestî ye. Loma di rêwîtiyê de dewxa hin mirovan tê û diverişin. Di rewşek wisa da divê mirov li kêleka şofêr runê û li aliyê pêşiya erebê mêze bike. Bi vî awayê çav jî êdî ji mejîk re dibêjin serî û laş dilive.

 

* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev