Tu ji mala kê yî?

Tu ji mala kê yî?

Nivîs bi taybetî ji bo malpera RIATAZA hatîye nivîsar

Evîn Hesen 

Her bajar, bajarok û herêm li gorî çand û taybetmendiya civaka xwe pirsan ji mirov dike, ji van navçeyan; navçeya Amûdê ya li Rojavayê Kurdistanê ye. Amûdê ji aliyê rojhilat ve 27 km dûrî bajarê Qamişloyê ye û ji aliyê rojava ve 25 km dûrî bajarê Dirbêsiyê ye û ji aliyê başûr ve 68 km dûrî bajarê Hesekê ye, piraniya niştecihên wê Kurd in, lê nayê wê wateyê ku kêmneteweyên din tune ne. Mînaka wan jî Suryan û Ereb in.

 

Navçeya bi girên xwe tê naskirin ew jî; girê Moza, girê Şaxibazar û girê Şermola ye. Ji sala 1920`an ve xwe ji mafê xwendinê bê par nekiriye, lewma Mele Şêxmûs Hesen anku Cegerxwîn, Mele Abdullhemdî Îsmaîl û hin kesayetîyên din lê bi cih bûn û zarok fêrî fiqihê dikirin. Bajarok û buhostek ji xaka Kurdistanê bê ku di şoreşan re derbas nebûbûn tune ye, di ser vê navçeyê re jî di sal 1936`an Fransayê navçe bombebaran kir û hewl da rihê netewiyetê bikuje û 1960`î sîxuran agir bi sînemayê xistin û zêdetirî 283 zarok bûn qurban, de îca ku dibe bila bibe, dema destwerdan, zanîn û têkoşîn digihîne hev du, bê guman çirûsk û pîtên xwerakişandinê li ba dibin.

 

Piştî me giroverkî navçe nas kir, îca ez ê werin ser mijara xwe.

Kurd bi eşîrên xwe tê naskirin, lê li vê navçeyê hatiye şikandin û bi rengê malbatî ve xwe daye der. Lewma dema mirov li civateke amûdiyan rûdinê, mirov bi pirsa “Tu ji mala kê yî” rû bi rû dimîne, sedema vê yekê heke mirov li moxilê xîne, mirov tê digihêje ev dexl û dan ji hilberîna vî zevîyî hatiye.

 

Yek: Navçe ji kesên dixwestin kirasê oldariyê li xwe bikin, qublegeh bû, ji ber bi terqînên dînî dihat naskirin û kesên mîna navên li jor bi bîr xist, xwe lê digirtin û ola îslamê şîrove dikirin.

 

Du: Navçe cihê pîşesaziyê bû, ji ber Erman û Suryaniyên ji ber komkujiyên dewleta Tirk û bapîrên wê Emperetoriya Osmanî direviyan, xwe davêtin wir û piraniya şêniyan xwe li hostatiya wan digirt, bi xwe re ne tenê rêbazê hilberînê guhart, lê belê erdnîgarî jî guharî.

 

Sê: Amûdê ji zimanzan, hekîm û rewşebîran re jî bû mak, heta radeyekê asta xwendinê bilind kir û bandoreke diyarker lîstin.

 

Kurt û kurmancî mirov dikare bibêje ku dema pîşesazî li navçeyê mohra xwe lê da, bi navê mala filankes lê da û di dawiyê de ev pirs hate îroniya me û ne şaş bû dema serpêhatiya me Kurdan dibêje: “Etar ji xurçika xwe diştexile.”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev