ŞERMEZARIYA ÎSMET PAŞA LI PÊŞBER ZIMANÊ KURDÎ

ŞERMEZARIYA ÎSMET PAŞA LI PÊŞBER ZIMANÊ KURDÎ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner 

Demekê kesek bi navê Îsmet Inonu bûye.

 

Sal 1943, Îsmet Inonu digel Numan Menemencioglu yê şêwirmendê xwe çûye Qahîreyê û hevdîtin bi Çorçîl (Churchill) û Roosevelt ê serokê Emerîkayê kiriye, daxwaz ji wan kiriye ku ew artêşa Tirkiyê bardar bikin, ku bi wan re têkeve şerê Cîhanê. Çorçîl gotiye Inunu:

. ”Lê ku em artişa te bardar bikin û ku tu herî aliyê Elmanyayê û şerê me bikî?

 

Piştî wê gotina Çorçîlî, bêdengiyek ketiye ser wan, piştre Çorçîl gotiye Îsmet Înonu:

. ”Paşa, tu bi zimanê Kurdî jî dizanî?”

 

Îsmet Paşa sil bûye û devê wî li hev ketiye, nema zanibûye ku çi bêje, lê şêwirmendê wî Numan Menemencioglu gotiye Çorçîlî:

. Ekselans, Kurd li welatê me nînin, em bi kurdî nizanin û zimanekî wisan li welatê me jî tune.

 

Çorçîl berê xwe daye zilamekî li wirê û gotiyê:

. ”Ha, bira wisan e? Zimanek bi navê kurdî tune gelo?

 

Zilam jî gotiye Çorçîlî:

. Mimkun e ku zimanekî wisan nebe?! Zimanê Kurdî heye, edebiyata wî jî pir dewlemend e. Eger destûra we hebe, ez dikarim hin helbest ji Dîwana Cizîrî bixwînim.

 

Piştî ku zilam bi destûra Çorçîlî helbest ji Dîwana Melê xwendine, Çorçîl gotiye wî:

. Ka tercûmeya wan bi îngilîzî û frensizî jî bike.

 

Zilam helbestê tercumeyê herdu zimanan kiriye û xwendiye.

Piştre Çorçîl gotiye Îsmet Înonu:

. Binêr ne bi kurdî, ne bi îngilîzî û ne jî bi fransizî nikla helbestê xira nebûye. Lê helbestên bi tirkî, ji xeyn peyvikên ”is”, ”dir” û ”île”yê, wekî din hemû peyv an erebî ne, yan kurdî û farisî ne, yan jî ji zimanên ewrûpî ne.

 

Piştre Çorçîl çar rûpel nivîsa kurdî daniye ber Îsmet Paşa û gotiye:

. Eyb e, eyb! Li welatê we beşek mezin Kurd in û bi Zimanê Kurdî dipeyivin, hêj hûn Zimanê Kurdî haşa û mandela dikin.

 

Di vegerê de Îsmet Paşa gotiye şêwirmendê xwe:

. Di hewqas wezîrtiya min a derva de weke ku min vê rojê fedî kir û şermezar bûm, ez çu car wisa şermezar nebûme.

 

Eger meriv rast û rewa be, meriv li çu deverê şermezar û riswa nabe.
Xwedayê mezin kesî şermezar neke.

 

(Min vê nivîsê ji nivîseke tirkî wergerandiye kurdî. Lê mixabin min jibîr kiriye ku çavkaniya wê binivîsim. Lêborîn ji xwediyê wê dixwazim)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev