Biryara Baroya Diyarbekirê, zarokên leşker û nêrînên PKK/Ocalan

Biryara Baroya Diyarbekirê, zarokên leşker û nêrînên PKK/Ocalan

İbrahim GÜÇLÜ, sîyasetmedar

 

Neteweya Yekgirtî di derbarê maf û azadiyên zarokan de di 20. 11. 1989an de peymanek îmza kir. Li dinyayê jî piranî dewletan ev peymana pejirandin. Di Xala yekemîn ya peymanê de zarok tê terîf kirin. Tê gotin ku “kesek heta sala 18an zarok e.”

Ev tê wateyê ku kesek heta ku 18 saliya xwe neqedîne, nikare bi serê xwe biryar bide. Loma jî, ji bona ku zarokek heta 18 saliya xwe biqedîne di meseleyên hiqûqî de xwediye wasiyekî ye. Dê û bavê wan ji wî re dibin wasî, li ser navê wan teserrûfên hiqûqî dikin.

Zarok pêşeroja civakê ye. Di encamê de mezin ji zarokan çê dibin. Loma jî divê zarok bi malbat û bi cavata xwe re girêdayî jiyana xwe bimeşînin û perwerde bibin. Divê zarok unîversîteyê biqedinin. Divê pişt re ji wî tiştên din bên xwestin. Li dewletan ew kesê zarok tu wext nabe leşker û barên giran li ser piştê wî sîwar nabe. Heger zarok dibistanê dixwîne 18 salî jî biqedîne nabin leşkeriyê. Heta piştî ku zanînghe qedand jî 2-3 salan derfet didin wan zarokan ku pêşiya xwe bibînin.

Rêxistinên krîmînal û terorîst ji bona ku armanca xwe yên neînsanî û nerewa pêk bînin, riya xwe ya nerewa bimeşînin zarokan ji bona xwe dikin çekdar û leşker. Lewra zarok bi kar anîn hêsan e. Xapandina zarokan hêsan e. îstîsmariya wan ya cînsî hêsan e. Zarok qanekirin hêsan e.

PKKê bi deh salan e ku heman xirabiyê dike. Li Bakurê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê û Rojhelatê Kurdistanê zarokan direvîne û dixapîne dibe dike leşker. Wan bir her awayî bi kar tîne. Wan bi her awayî îstismar dike. Wan dide kûştin. Di derbarê wan de tu wext jî agahdarî nade malbatan.

Ev karê PKKê sucekî mirovî ye. PKKê bi ev karê xwe yê kûştina zarokan pêşeroja civaka kurd tarî dike. Malbatan tarûmar dike. Baskên Malbatên ku zarokên wan hatine revandin, bûne leşkerê PKKê, tên îstîsmar kirin; tê şikandin. Malbat bi xwe jî bêmoral û bêafirandin dibin. Ji aliyê psîkolojîk de têk diçin.

Nûha li Kurdistanê bi hezaran malbatên baskşikestî hene.

PKKê ev sucê xwe yê mirovatî nûha jî didomîne. Ew şerekê wekaletê dixwaze bi zarokên kurdan bidomîne. Zarokên kurdan bike qûrbanê dewletên emperyal û çar dewletên kolonyalîst.Li ser pişta zarokên kurdan baronî û axatiya şer bikin.

Loma jî kesên kurdperwer yên bi wîjdan her dem li dijî ev siyaseta PKKê derketin. Nûha jî derdikevin. Divê ku ew mijara her dem di rojeva me de û di aqlê me de be. Lewra ew mijara wek civata kurd û Kurdistanê pêşeroja me eleqeder dike.

 

BAROYA DIYARBEKÎRÊ DI DERBARÊ PKK Û ZAROKÊN LEŞKER DE BIRYAREK DA. EV BIRYARA ERÊNÎ YE. LÊ BIRYAREKE DERENGMAYÎ YE. BARO DIVÊ BIRYARA XWE BIŞOPÎNE…

Baroya Diyarbekîrê ji raya giştî re diyar kir ku divê PKKê zarokên kiriye leşker azad bikin û zarokan nekin leşker.

Ez jî wek endamê baroya Diyarbekîrê bi vê biryarê kêfxweş im. Vê biryarê daxwaz û têkoşîna min ya bi deh salan jî rast derxist. Ez daxuyaniyê belav dikim.

Gor agahdariya Kurdistan24ê: “Navenda Mafên Zarokan a Baroya Diyarbekirê û Înîsiyatîfa Heq bi daxuyaniyeke nivîskî ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xwestin ku zarokên tevlî refên PKKê bûne, demildest werin berdan.

“Ji ber çi sedem û ji aliyê kê dibe bila bibe, bikaranîna zarokan di şer û pevçûnên çekdarî de, li dijî nirxên mirovahiyê û prensîbên hiqûqî yên mirovatiyê ye. Divê zarokan di şer û pevçûn û dijminahiyan de nekin aliyek. Li gor Peymannameya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ku welatê me jî aliyekî vê peymannameyê ye, heta temenê 18 salî, her mirovek zarok e. Ji ber çi sedeman dibe bila bibe, em wê yekê napejirînin û şermezar dikin ku zarokan bikin aliyekî şer an pevçûnan. Em daxwaz dikin, zarokên ku bûne mijara vê daxuyaniyê, eger malbatên wan hebin, bila demildest radestî malbatên wan werin kirin, eger malbatên wan tinebin, divê radestî saziyên ku perwerdehî û debara wan dabîn bikin, werin kirin.”

“Zarokên ku bi zorê beşdarî pevçûnan têne kirin û dibin amûrên şer, mafên wan ên jiyaneke bi aştî û parastina ji tundiyê, tê binpêkirin.”

“Li gor zanyariyên ku ji çavkaniyên vekirî hatine bidestxistin, PKK û yekîneyên girêdayî wê, beşdarbûna kesên di temenê zarokatiyê de bo nav rêxistinê, bi pesndarî ragihandine. Dûrxistina zarokan ji qadên şer, ji bo rêxistinên nedewlet jî berpirsyariyeke mezin e. Divê PKK di serî de ji ber soznameya ku bi Banga Cinêvê îmze kiriye, pêwîstiyên hiqûqa mirovahiyê ya qedexekirina hebûna “şervanên zarok” bi cih bîne. Divê zarokan weke “şervan” bi kar neyne û wan vegerîna nav malbatên wan.”

Ev biryara Baroya Diyarbekîrê, biryareke derengmayî ye. Lê biryareke erênî ye. Divê Baroya Diyarbekîrê vê biryarê xwe bişopîne.

 

PKK/OCALAN GELEK AŞKERE DIBÊJE KU HÊZA ME YA ESASÎ DIVÊ ZAROK BIN…

Ocalan baş dizane ku têkoşîna wan nerewa ye. Ew jî baş dizane ku têkoşîna neteweyî ya kurd nameşînin.

Ocalan, PKK li dijî neteweya kurd û têkbirina Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê wek rêxistineke operasyonel ava kir. Ji bona neteweya kurd ji armanca dewletê serbixwe dûr bixe, wek proyeke dewletê partiya hûnand.

Loma jî dema ku mezina bike leşker, piştî demekê dema deşîfre bû, nikare li ser wan bandor dayne û her karî û şixûlên xirab nikare bi wan bide kirin. Insanan nikare bi wan bide kûştin. Zarokan nikare bide kûştin. Ew dê û bav nikare bi wan bide kûştin. Loma jî ji bona PKK/Ocalan hêza esil ya mezin hêze leşkerî ya zarokan in. Lewra li ser zarokan bandor danîn û îstîsmar kirin, gelek hêsan e.

Ocalan bi xwe jî, Vê rastiyê ji rojnamevanekî re aşkere dibêje.

Rojnamevan ji Ocalan dipirse: “Gelo kîjan grubên tên nav PKKê ji bona we zeh metî derdixin? Kîjan grub gelek bi hêsanî tên birêvebirin?.”

Ocalan dibêje ku: “Ji bona me îdarekirina xwendevanên unîwersîteyê zehmettir e. Lewra ew pirsan dipirsin. Zû qane nabin. Xwendevanên bakeloriyê (lîseyê) qane kirin jî zehmet e. Ew qasî xwendevanên zanîngehan nebe jî, ew jî pirsan dipirsin. Lê Qanekirin xwendevanên dibistana navîn hêsan e. Xwendevanên dibistana destpêkê hêsantir e. Lê baştirîn grub, ew kesên qet nexwendî ne. Ew hîn hevîr in. Em wan dixin her şiklî.”

Ji bona PKK/Ocalan zarokên 8-9-10-11-12 salî qûrbanên hêsan in. Zû tên qane kirin. Bi wan karên xirab tên kirin. Ew bi hêsanî îstîsmar dibin.

Divê her kurdek ji bona pêşeroja xwe, pêşeroja civata kurd û Kurdistanê ji zarokên xwe re xwedî derkeve. Zarokên xwe neke qûrbanê xirabiyên rêxistinên krîmînal û terorîst yê wek PKKê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev