Di gotinên pêşîyan de “mêr” û “mêrxas”

Di gotinên pêşîyan de “mêr” û “mêrxas”

Bi saya nivîsên zaneyê zargotina me a dewlemend

dengê pêşîyên me ji Bazîda qedîm di guhê me da dike zingîn, weke ku dibêje:

-Xwe nas bike, xwe hez bike û xwe ji miletên din biçûk nebîne!

 

Umîd Demîrhan

 

Hemû tekstên dîrokî û çandî qala mêranî, mêrxasî û qehremanîya kurdan dikin. Lewre hinek biwêjên wekî “qewl û qirarê mêrê berê”, “sozê mêrê berê”, “xîreta mêrê berê” ketine nava zimên. Ji van biwêjan jî diyar e ku kurdan kar û kiryarên mêrê berê wekî pîvan girtiye û xeysetê wî wekî kevirê mehengê hesibandiye.

Bi rastî ji wêneyên kurdan ên dîrokî xuya dike ku ihtişameke mêran hebûye; hem cil û bergên wan ên neqişandî hem xişr û çekên wan ên sivik hem jî temtêla rûyê wan ê cidî û bi xwe bawer bala mirovî dikêşin. Ez rastî gelek kalemêrên tirk, azerî, ereb û faris hatime ku qala hevalên xwe yên kurd, mêranî û comerdiya wan dikin û dibêjin “ka ew mêrên kurdan ên berê?”.

Îcar mafê me ji wan kalemêrên biyanî zêdetir e ku em bipirsin “ka ew mêrên berê bi ku ve çûn?”

Bi min modernîzmê ew ji me dizîn, populîzmê jî ew perwerde kirin û kirin dijminên me. Dema ku modernîzm bi îdeolojîyên xwe ve hate nava me, pergaleke me ya zimanî tunebû. Bi gotineke din me ev îdeolojî bi zimanê xwe nîqaş nekirin, di bêjinga berjewendiyên xwe re derbas nekirin. Me nasname û zimanê xwe danîn aliyekî, dest bi hînbûna zimanê afirînerê wan îdeolojîyan kir. Helbet xwedîyên van îdeolojîyan çerçî û bazirganên malê xwe bûn, em bi zimanên xwe teslîm girtin. Lewre bi awayekî xwezayî ew bûn mamoste û hîndekarên me û em jî bûn şagird û paleyên wan. Wan em bi hezaran ezmûnan re derbas kirin û paşê em layiqî xwe dîtin. Dema ku me destûr ji wan wergirt, êdî tiştekê me yê neteweyî bi me re nemabû. Bi gotineke din em wekî marên dirankişandî yên bêjehr bûbûn endamekî baxçeyê wan.

Piştî ku xwedîyên îdeolojîyan bi modernbûna me qayîl bûn, çend karên populer li me nîşan dan ku em debara xwe bikin û bacê bidin wan. Îcar di nava van karên populer de nav û nîşanên kurdan tunebûn; ji Neteweyên Yekbûyî û Yekîtîya Ewropayê bigire heta sazîyeke sivîl a li bajarekî kurdan tu tişt li ser navê kurdan tunebû.

Kurdan ev rastî qenc-xerab nas kir û dest bi avakirina saziyên xwe û berhevkirina nimûneyên çand û zimanê xwe kir. Min jî xwest ku bi van gotinên pêşîyên me alîkarîyekê bidim vê avakirin û berhevkarîyê. 

 

“Mêr ava kaniyê ye û jin jê re sikur e;

mêr bi navê xwe, teyr bi refa xwe, birûsk bi zerqa xwe, şêr bi lepê xwe;

mêr ciwan, jin ciwan, xwelî li xizanan;

mêr çem e, jin gol e;

mêr di mala xwe de xulam û paşa ye;

mêr dîwar e, derê malê ye;

mêr dîwarê derva ye, jin dîwarê hundur e;

mêr ew e ku zengil têxe stûye pisîkê;

mêr ew e ku bibe xwediyê gotina xwe;

mêr ew e ku birîna xwe bi destê xwe derman bike;

mêr ew e ku cila xwe ji avê derxe;

mêr ew e ku di rojên qalên giran de serî xwar neke;

mêr ew e ku di rojên teng de li hevalê xwe xwedî derkeve;

mêr hene, mêrik hene;

mêr heye şêrê demdemî ye, mêr heye şêrê herdemî ye;

mêr jinê dike xatûn jî, darqûn jî;

mêr jinê ezîz jî dike, rezîl jî;

mêr kanî ye, pîrek birk/quleteyn/lîç e;

mêr ketine kewarê, jin çûne hewarê;

mêr ketine qumarê, jin çûne hewarê;

mêran xwe avêtin kewaran, jin şandin hewaran;

mêr ku heye, carinan şêr, carinan jî rovî ye;

mêr li ser kar e, jin li bin dar e;

mêr mêran nas dikin, çav çavan qiyas dikin;

mêr mêran nas dike, palzûm qûna keran rast dike;

mêr ne gulek e ku di ber serê xwe re bikî;

mêr pel e, pîrek behr e;

mêr pîs e ku ker be, çav li der be, bêkar be û seraser be;

mêr, şûrê xwe bi ser pîreka xwe re naweşîne;

mêr xulamê mala xwe, mêrxas xulamê alaya xwe;

mêran mêr dikuştin, Cibo hûr dişûştin;

mêranî bê zanîn, zanîn bê mêranî nîvçe ye;

mêraniya bê zanîn bê pîv e, zanîna bê mêranî nîvenîv e;

mêranî, bê xesar nabe;

mêranî dûvê masiyî ye, her kes nikare bigire;

mêranî heye, di kêvir de ye;

mêranî ne di devê tifingê de ye, di serê mirovî de ye;

mêraniya bê birîn, comerdiya bê zewac netêw e;

mêrê baş, bi şîva pîs qayil nabe;

mêrê baş ji bav û bira çêtir e, yê xerab li ber dîwêr çêtir e;

mêrê baş, nanêre ne li pêş, ne jî li paş;

mêrê bêbext pire be, bi ser re derbas nebe;

mêrê bê dijmin, ne mêr e;

mêrê bêker, du caran şer dixwaze;

mêrê bêdil, kirasê bêmil û baxê bêgul yek in;

mêrê bêqerar dikeve tengasiyê, li çavê jina xwe dinêre;

mêrê bêsimêl û jina bêkofî;

mêrê bê xwedî jar dibe, jina bê xwedî har dibe;

mêrê çav li der, jina xwelîser;

mêrê çê, bi kêrî her tiştî tê;

mêrê çê, bi lepê xwe ye;

mêrê çê bila li dinê be, mêrê pîs bila para mirinê be;

mêrê çê, bi ser navê xwe de tê;

mêrê çê, di roja xerab de kifş dibe;

mêrê çê, li paş yê xerab nameşe;

mêrê çê, li navê/dengê xwe tê;

mêrê çê serger e, mêrê kotî binger e;

mêrê du jinan, dergevan e;

mêrê du jinan, durû ye;

mêrê kose bêoxir e;

mêrê malê bi cizme ye, teşta malê teneke ye;

mêrê mêr, di bin mineta xelqê de namîne;

mêrê mêrxas, ji dûr ve kifş e;

mêrê mêrxas, mirovî dikuje û dixe gorê jî;

mêr çû seferê, hat dîsa kerê berê;

mêrê xwe şand seferê, ji bo mêrekî çê jê derê, çû-hat dîsa kerê berê;

mêrê newêrek, sînga gewr nabîne;

mêrê paşî, pîneyê berevajî ye;

mêrê qenc ew e ku tiroziyên tehl dixwe;

mêrê virek û jina tirek yek in;

mêrik li qazoxê dixistin, jinê kil û neynik dixwestin;

mêrikî nalek dît, got ‘ma sê nal û hespek’;

mêrikî êzidî, bi simêlan tê naskirin;

mêrikî êzidî, baweriya wî bi sondê ye;

mêrikî feqîr, diranên wî di geboleyê/pelûlê de dişikê;

mêrikî kurmanc dibêje ‘razan, gezek nan û kutan’;

mêrikî kurmanc dikeve mitaleya benikê çaroxê, nakeve mitaleya neqda şoxê;

mêrikî kurmanc du caran bi cilên xwe şa dibe, gava nû dikire û gava kevin dibin;

mêrikî xerab, çiçika diya xwe gestî ye;

mêro bi xwe kêro;

mêrxas carekê dimire, bizdonek her roj;

mêrxasî deh e, yek zor neh jî fen e;

mêrxas ew e ku birîna xwe bi destê xwe derman bike;

mêrxasiya zêde ehmeqî ye.”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev