Êzîdîyên Swêdê ji ku tên, li ku bicî bûne û çi karan dikin?

Êzîdîyên Swêdê ji ku tên, li ku bicî bûne û çi karan dikin?

Beşîr Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se

 

Piraniya êzîdîyên li Swêdê ji başûrê Kurdistanê ne û bi taybetî li herêmên Dalarna û Skåne bi cî bûne.

Di vê bernameyê de em ê binêrin bê sebebên vêya çi ne û ji bo vêya em bi Xelef Eliyas ji Borlänge, Fewzi Eydo ji Helsingborg û lêkoler Maria Lindqvist re axivîn. 

Şêx Xelef Eliyas dibêje ew êzîdîyê ewil bû ku di sala 1992ê de li Borlänge bicî bû, lê niha bi sedan malbatên êzîdî li heman bajarî bicî bûne.

Li Swêdê statîstîka bê dîn an jî etnîsîteya yekî çiye nayê qeyd kirin, lewra nayê zanîn bê tam çiqas êzîdî li Swêdê hene. Bes lêkolînên hatine kirin behsa 5-6 hezar kesan dikin. Û piraniyê van li du herêmên Swêdê kom bûne; Başûrê Swêdê, Skåne û naverasta Swêdê, Dalarna.

Maria Lindqvist li Zanîngeha Södertörn doktoraya xwe li ser êzîdîyan dinivîse. Li gor wê sebeba ku êzîdîyan di destpêkê de xwe li Borlänge girtin ew bû ku ji berê de li bajêr kurd hebûn. Wan zimanê hev dizanîbûn, alîkariya hevdû dikirin û bêyî ku bi swêdî bizanibin dikarîbûn xwe xilas bikin.

Weke piraniya kurdên din ên li Swêdê gelek êzîdî jî di destpêkê de karê restorant û pîzeriya dikin. Lindqvist dibêje hin karên din ku niha gelek ji wan pê ve mijûl in, neqliyat û karê lênerîna nexweş an jî pîrûkalan e. Û helbet bi nifşên nû yên ku li Swêdê mezin dibin û dixwînin re êdî ev jî tê guhertin.

Baş e, di destpêkê de ji ber pêwistiyê ew li Dalarna bi cî bûn. Lê niha sebeba ku li wir dimînin çi ye? Şêx Xelef Eliyas ku herwiha serokê Komeleya Êzîdî ya li Dalarna ye dibêje ew bi xwe wacibekî olî tîne cî, lê herwiha li vira derdoreke wan çêbûye û ji jiyana li bajarê xwe memnûn in.

Êzîdîyên destpêkê di dawiya salên 80î de ji başûrê Kurdistanê hatine Swêdê. Ew bi kurdên din re dihatin ku ji ber Enfalê direviyan û heta îro jî ekseriyeta êzîdîyên li Swêdê ji başûrê Kurdistanê ne. Ji Kafkasya û dewletên Sovyeta berê jî hin êzîdî li Swêdê hene, lê hejmara yên ji bakurê Kurdistanê û Tirkîyê xwe gihandine Swêdê pir kêm e. Zêde êzîdî piştî êrîşa fermana Şengalê ya 2014ê jî nehatine Swêdê.

Hem êzîdîyên piştî fermanê û hem bi sedhezaran êzîdîyên ji bakurê Kurdistanê li Almanya dimînin. Bi nerîna Fewzî Eydo ku li Helsingborg dimîne, sedema ku ewqas êzîdî li başûrê Swêdê, Skåne bicî bûne jî ev nêzîkahiya cografîk ya bi Almanya re ye.

Hem li Skåne û hem jî li Dalarna êzîdîyan goristanên xwe yên taybet vekirine, komele û rêxistinên xwe ava kirine û nexasim ji bo naskirina fermana Şengalê xebatên lobiyê dikin.

Maria Lindqvist dibêje avantajeke bicîbûna li van bajarên ne mezin ew e ku li ciyên biçûk firsenda danîna bingehan rehettir e, weke nimûne kirê erzantir e û xebata tê kirin baştir dikare were dîtin.

Şêx Xelef Eliyas dibêje herçend Skåne ji Dalarna dûr be jî hevkariyeke baş di nav rêxistinên êzîdî de heye û êdî evder ji wan re bûye mesken. 

P.S. Kesên bixwezin vê hevpeyvîna birêz Beşîr Kavak guhdarî bikin, bira vê linkê vekin:

 

https://sverigesradio.se/sida/artikel.aspx?programid=2200&artikel=7533037&fbclid=IwAR1knDHjOFpZcV2JnK9Yelj3aA3Im_SgNO4Y5PhHOnmveEcuH09M1dheyg0

 

Wêne: Beşir Kavak, Sveriges Radio. Goristana êzîdîyan a li Borlänge û sembola êzîdîtiyê Teyrê Tawis.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev