HEWA QEDEXEKIRÎ Û NIVÎSKARÎ…

HEWA QEDEXEKIRÎ Û NIVÎSKARÎ…

Husên Duzen

 

Van rojan her ez çend rêzan dinivîsim, di gelek rêyan re pîkoliyên ku min li nivîsandina wan çend peyvan poṣman bikin dibin. Hinek rasterast peyvên min mîna planin neyarên ser erdê û bin erdê bi nav dikin. Gelek jî bi rêya telefonan an jî peyamên taybet ji min re dibêjin ku divê ez serê xwe bi wan babatên ku ez li ser wan dinivîsînim re neêṣînim. Bivênevê peyvên wisa qana merov li nivîsê sar dikin.

 

Berî bi kêliyekê ev peyvên li jêr ber bi çavên min ketin:

 

“Hin kes hene ku ne layiq in hewaya vî welatî bihilmijin“.

Ez piçekî li ser hizirîm, bê ev peyv tên wateya çi. Hîn ez wisa dihizirîm, min dît ku ev çend peyv ji pozê pênûsa min rijiyane:

 

„Tenê xwedê û tu dizanin, bê kesin çawa ne ew kes. Wer xuya ye ku desthilatdariya cenabê te hebaya, te yê dan û standina hewaya welêt li wan qedexe bikira. Tu zanî ku di zindanan de jî hewa heye ne? Ango li gor peyvên li jor divê ku dawî li jiyana wan bihata anîn. Ev hizirên wisa, bi mirov re tên dunyayê, rast e. Lê çi baṣ e ku perwerde heye, ger perwerde tuneba dê mirovan hev bixwara û bihatana ser hizrên zaf seyr. Ez bawer im dê hîngê hizra ku merov hewayê li hev qedexe bike dê ya herî bê tolerans baya. Xwedêyo! Mirovên welatê min ji hizrên wisa bêpar bihêle!“

 

Mala Xwedê ava ku ez li xwe hay bûm û min dom nekir. Ger min dom bikira dê nivîsek jê derketa û bi derengî çend kesan dê hin rexneyên tûj banyana min, jê jî xerabtir dê gelek hevalên min bi min re bixeyidiyana û bigotana ne em ji te re dibêjin serê xwe bi van tiṣtan re neêṣîne.

 

Bila ev peyv di nav min û we de bimînin. Tenê ezê agahdariyeke biçûk bi ser vekim: Xwediyê peyvên jor jî û di kesên jê re li çepikan dixistin jî nivîskar bûn.

 

Xwedêyo! Ger tu nikaribî tevahiya mirovên welatê min ji van hizran bi dûr bixî jî, qe nebe nivîskarên kurdiya ṣêrîn ji wan bi dûr bixe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev