Nameyên evînî -124

Nameyên evînî -124

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Cana min, tu gotina min ser wê meselê bo te tune, ez ewqas bi te bawer im, ew jî Xwedê zane. Lê ez naxwezim yek tiştekî xirab bi henek jî ji te ra bêje. Wek ku em destê hev bigirin û bigerin, çend kes çend caran li te mêze bikin, ezê bê hemdî xwe aciz bim, belkî tiştekî xirab jî ji wan ra bêjim.

Tu rast dibêjî, lê ez van gotinan di rewşeke wisa da dinivîsim, ku dilê min nerehet e. Niha jî nerehetîya dilê min derbaz nebûye, belkî niha jî tiştên ne ji dil dinivîsim. Ez ditirsim, ku te winda bikim. Dema 2 rojan nanivîsî an jî naxwezî binivîsî, tirsek li min dipêçe ku 2 roj dikare bibe du heftê, paşê du meh û…

 

¤¤¤

Canê te bo min hêlîna aramîyê ye, buhuşt nikare ji te xweştir be.

Me evîna xwe di ruh, dil û canê hevdû da împlant kirîye.

Ronahiyê didî dilê min. Dilê mirovan bi xwînê kar dike, dilê min bi hezkirina te kar dike. Bizîşkî bizanibe dil bi hîsan kar dike, wê xelata Nobelê bidin te.

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev