Hereketa Zimanê Kurdî ava dibe

Hereketa Zimanê Kurdî ava dibe

”Hezkurd” li Tirkiyeyê û li Bakurê Kurdistanê ava dibe

Suphî Özgen

 

Hereketa Zimanê Kurdî dibêjim, lewra hemû zaraveyan (Kirmanckî, Kurmancî û yên din) li xwe digre.

”Hezkurd”, bi pêşengî û birêvebirina komek nivîskar û aktîvîstên sivîl yên wek Fevzî Bulgan, Barij Celalî û parêzer Suphî Özgen ava dibe.

Herweha ji her bir û aliyên civaka Kurd, di nav ”Hezkurd”ê da cî digrin.

”Hezkurd” di demeke kurt da li bajarên sereke Stenbol, Enqere û Îzmêr yên Tirkiyeyê ku piraniya Kurdan lê dijîn û li serî da Amed û piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê tê da xwe bi rêxistin kiriye û hewla hêj berfirehtirîn rêxistinkirinê dike.

”Hezkurd” tevgereke sivîl e û di bin bandora tu aliyek da nîn e.

”Hezkurd”, kar û xebata xwe bi rê û rêbazên aştî û demokratîk pêk tîne. Hemû şêweyê tûndiyê red dike.

Her dildar û xemxurên kurdî endamê wê yê sereke ne.

Li ser hemû siyaset û îdeolojiyan/ bîrdozîyê ra ye.

Dê, ”Hezkurd”, bi her sazî û dezgehên ku li ser ziman kar kirine, di nav pêwendiyê da be û ji karên wan sûd werbigre.

 

Sê armancên sereke yên ”Hezkurd”ê ev in ku hatine eşkerekirin;

 

1- Li ber yasa û destûra bingehîn wek fermî/resmî bê pejirandin.

2-Bibe zimanê perwerdehiyê yê fermî..

3-Guhartin û paşvegerandina navên gund, bajarok, bajar, çiya û dolên li ser zimanê kurdî..

 

”Hezkurd”, tevgereke nû ye. Bi feraset û hişmendiya xurtkirina hebûna Kurd, bi rê ketiye. Pewîstiya wê bi alîkarî û piştgiriya her kurdekî/ê heye û ev hereket ya her kurdekî/ê ye.

”Hezkurd”, bi rê û rêbazên medya giştî û ya herêmî, bi taybet jî medya civakî, rûbirû û bi kombînan xwe rêxistin dike.

”Hezkurd”, heta nuha li herêma Marmarê bi taybet jî li derdora bajarê Stenbolê kombînên xwe pêk anîye.

Demekê paşê jî dê li barajên wek Amed, Wan, Mêrdîn û Rihayê kombînên xwe pêk bîne û avakirina xwe ragihîne.

Ez jî wek rojnamevanek û wek xemxurekî zimanê kurdî, maya çi ji destê min bê ezê pistgirîyê bidimê.

 

Link a fermî ya Telegramê ya ”Hezkurd”ê ev e. Hûn jî dikarin bibin endam û daxil bibin

https://t.me/joinchat/QLgSbx2SjvR0nnK1wbWfDg                                

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev