”ZÎNÊ HESP LI KERÊ KIR, KURTANÊ KERÊ JÎ LI HESPÊ KIR”

”ZÎNÊ HESP LI KERÊ KIR, KURTANÊ KERÊ JÎ LI HESPÊ KIR”

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Ciwanên hêja!
Keçên dilovan!

Di van salên dawîn de hewldaneke mezin ji bo nivîsandina Zimanê Kurdî heye. Bi vî hawayî her ku diçe, asoya Çanda Kurdî zelaltir dibe û heyva wê jî geştir dibe.

Lê siqûmat û karesata mezin ev e ku meriv nivîsa xwe bi peyvên kurdî binivîse, lê naveroka çandeke biyanî têxe navê.
Dema meriv wisan bike, çewa ku bav û kalên me bi vê gotinê eşkere diyar kirine: ZÎNÊ HESPÊ LI KERÊ KIR û KURTANÊ KERÊ JÎ LI HESPÊ KIR çêdibe.
Di Çanda Kurdî de gelek term û biwêj û gotinên kevnare hene ku hem di klasîkên kurdî de hatine bikaranîn, hem di çîrok û meselokên folklorî de hatine gotin.
Madem ev hawe hene, eger meriv here tiştên wisa ji çandeke din bîne û bi peyvên kurdî binivîse, meriv niheqiyeke mezin li Çanda Kurdî dike.

Du mînakên balkêş ev in ku rojane di nivîsên kurdî de têne xuyakirin:

. Destên xwe têxin binê kevir.
. Kes nizane destê kê di berîka kê de ye.

 

Bi tirkî weha têne gotin:

. Elini taşin altina koy.
. Kimin eli kimin cebinde ise, kimse bilmiyor.
 

Ciwanên Hêja!
Divê neyê jibîrkirin ku meriv bi çi zimanî binivîse, meriv xizmeta wî zimanî û wê çandê dike.

Dema meriv bi zimanekî binivîse, divê meriv di nêv çarçoveya çanda wî zimanî de bilipike.
Ji ber hindê, dema meriv bi kurdî dinivîsin, divê meriv naveroka çanda zimanekî din nexe nava kurdî.

Li ser vê yekê, meselokeke folklorî heye (biborin):
Dibêjin jineke hîz hebûye, xwe dida zilaman û dirav ji wan werdigirt, piştre jinikê diravên xwe dibir û dida jar û belengazan.
Ha wisa, rojek, dido, tu bêje sê meh, sê sal domandiye, rojekê jinik xwe bi xwe şêwirîye û gotiye:
. Ka ez herim ba zanayekî olî û vê rewşa xwe jê bipirsim…

Jinik çûye ba meleyekî û gotiye:
. Seyda, tu efû bikî, weleh ez xwe didim û pere distînim, piştre perê xwe li jar û belengazan belav dikim. Gelo xêr e, yan guneh e?

Melê gotiye:
. Belkî xêr û gunehên te hevûdu derxînin, lê kundirandina te bi te dimîne…

Silav û serkeftin, her şad û bextewer bin…

 

Wêne: Yaqûb Kurmanc

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev