Dost û Neyarê Kurdan kî ne?

Dost û Neyarê Kurdan kî ne?

Ikram Oguz

Ev demek e, di Rûdawê da hevpeyvînên gelek balkêş li pêy hev tên weşandin.

Çar hevpeyvînên dawîyê, ku her çar jî bi akademîsyen û dîplomatên Amerîkî va hatine kirin.

Herçar kes jî ji nêzîk va Kurdan nas dikin.

Bindestî û berxwedana Kurdan, belengazî û bêçaretîya Kurdan bala wan kişandîye.

Di derbarê pirsgirêkên Kurdan da kar û xebat kirine, bi Kurdan ra bûne dost, bûne alîkar…

Îro jî wek dostên ji dûr va, bi nêrînên xwe bal dikişînin ser rewşa Kurdan, şîretan li wan dikin û dostanîya xwe careke din nîşan didin.

Hevpeyvîn dirêj, gotin û şîretên wan jî pirr in.

Lê şirîkatîya ku di herçar hevpeyvînan da cîh digre yek e.

Ew jî, rexne û şîretên wan ên ji bo yekitî û serkeftina Kurdan e.

Di derbarê vê yekê da çi dibêjin, wern, em li wan û li gotinên wan binêrin.

Prof. Dr. Michael Gunter, ku heta niha bi salan di derbarê pirsgirêka Kurdan da kar û xebat kirîye, pirtûk û makale nivîsandîye. Wek dostekî Kurd, bang li Kurdan dike û dibêje:

„Heger Kurd li hember Bexdayê sade bin û di danûstandinan da serhişk bin, dê statûya xwe ya îro biparêzin û heta dikarin wê pêşda jî bibin. Lê ji bo mûçeyên ji butçeya Bexdayê bigrin, hemû zevîyên petrolê radestî Bexdayê bikin, Kurdistan dê ber bi rewşeke xerab here û dibe ku statûya xwe ya îro jî wenda bike…“

Prof. Brendan O’Leary, pisporê zanista siyasî ya li zanîngeha Pennsylvania û şarezayê karûbarên Kurd e. O’Leary li hemû beşên Kurdistanê û ji nêzîk va çavdêriya doza Kurd dike û ew jî wek dostekî Kurd di beşek hevpeyvînê da wiha dibêje:

“Li Sûriyê û Iraqê derfeta serxwebûnê ji bo Kurdan peyda dibe. Ji ber ku herdu welat pir nearam in. Loma wê derfetên din jî ji Kurdên Sûriyê û Kurdên Iraqê ra çêbibin. Jibo avakirina dewleta serbixwe pêk were, divê li Surîyê jî otonomiyeke çalak ava bibe. Lê da ku ev biqewime, divê Kurd bi awayekî serkeftî dezgehên xwe yên siyasî ava bikin û bibin yek…“

John Bolton, şêwirmendê berê yê Ewlekariya Niştimanî ya Amerîkayê ye. Bolton wek dîplomatek bal dikişîne ser karê dîplomasîyê û şîretek wiha li Kurdan dike:

“Bi baweriya min divê Kurd ji bo piştî hilbijartina Amerîkayê ji niha da xwe amade bikin. Çi Joe Biden bibe ya jî Trump. Di meha kanûna duyem da, serokê nû dest bi kar dike. Piştra egera guherînê di siyaseta Amerîkayê da, çi ber bi baş ya jî xerab, dê zêdetir dibe. Ji bo wê yekê, ji niha da şêwira xwe bi welatên Ewropayê ra berdewam bikin. Li Ewropayê, dostên Kurdan ên pir baş hene. Hewldanên pir û zêde yên siyasî û dîplomatîk bikin da ku hûn bala Amerîka bikişînin ser giringiya wê navçeyê. Ev bi taybetî pir giring e…”

Peter Galbraith, Akademîsyên û Dîplomatê Amerîkî ye. Piştî hilweşandina rejima Baas, di dema amadekirina destûra Iraqê da şêwirmendê tîma Kurdistanê ye. Di heman demê da hevkarîya serkirdeyên Kurd kiriye û rêya Wezareta Derve ji wan re vekiriye. Îro wek akademîsyen li Zanîngeha Pensilvanyayê dixebite û di hevpeyvînê da bangekî wiha li Kurdan dike:

“Gotineke bi navûdeng heye, dibêjin, ‚Ji bilî çiyan ti dostekî Kurdan nîne.’ Ez hergav çend peyvan li vê hevokê zêde dikim û dibêjim, dijminên Kurdan pir in û yên herî xerab jî Kurd in! Ji ber nakokiyên navbera partiyên Kurdî ziyaneke mezin gihişt Kurdistanê. Herwiha ji ber ku amade ne ji bo berjewendiyeke siyasî ya demkî berjewendiyên niştimanî bikin qurban. Me ev bi zelalî di cotmeha 2017an da dît. Bi nerîna min, eger bereyeke yekgirtî hebûya Herêma Kurdistanê dikarî berevaniyê li Kerkûk û navçeyên din bikira. Eger yekgirtîbûna dibe ku niha Kurdistan serbixwe bûya. Bi baweriya min ev pirsgirêkek mezin e…“

Bêguman dostên Kurdan ne tenê ev çar kes in û ne tenê ji akademîsyen û dîplomatan pêk tên.

Amerîka û dewletên Europayî jî ji Kurdan ra dost û alîkar in.

Mixabin qasî dostan neyarê kurdan jî pirr in.

Ew kî ne?

Bêguman yên herî sereke û bi hêz Dewleta Tirk û Ecem in.

Qasî van herdu dewletan îro bi hêz nebin jî, Iraq û Surîye ya jihevdaketine jî, ji wan kêm namînin.

Heta Filistînîyên bêwar jî, qasî ku ji destên wan were neyartîya Kurdan dikin…

Lê, neyarê Kurdan ne tenê ji derva û xerîbin.

Yên nas û navxweyî jî gelek in.

Ji wan yên herî sereke jî sosyalîst û sofî ne.

Wek gotina Peter Galbraith, ew neyarên ji nav male ne…

Mîna dizên ji malê, neyarên ji malê jî xeternak in.

Gotina pêşîyan e.

Dibêjin, „ger ku diz ji malê be, ga di kulekê ra jî derdikeve!..“

Neyar jî ji malê bê, tu car pişta merîya ji erdê ra nabe…

Jiber ku neyarên ji derva, her çiqas bi hêz û quwet bin jî, mirov wan nas dike û dikare li hemberî wan xwe biparêze.

Ji çarnikalî va were dorpeçkirinê jî, heta ku ji xwe ra rêyek bibîne, dikare di kozika xwe da bisekine û ber xwe bide.

Lê dema ku neyar ji xal û xwarzîyan, ji ap û birazîyan ya jî ji pismam û dotmaman yek û li kêleka merîya be, wê gavê kozik jî starîyê li merîya nake.

Rewşa Kurdan ya îroyîn jî rewşeke wusa ye.

Kurd û Kurdistan ji alî Tirk û Ecem û Ereban va hatîne dorpeçkirin.

Dîsa jî Kurd berxwe didin û ji bo serkeftinê li lê rê û dirban digerin, bi hewar û gazî alîkarîyê ji dostên xwe yên ji dûr va dixwazin.

Mixabin kîngê ku ji wan dostan hewara Kurdan bibihîze û jib o alîkarîyê destê xwe dirêj bike, sosyalîst sere xwe ji qûmê derdixin, sofî ji secdê bilind dikin û diqêrin…

Sosyalîst; “Ew emperyalîst in, dostanîya wan, me ji biratîya gelan dûr dixe…”

Sofî; “Ew kafir in, hevaltîya wan, me ji dîn û îmanê dike…”

Loma ne yekrêzîyek neteweyî, ne jî Kurdistaneke azad û serbixwe ava dibe…

 

Çavkanî: http://navkurd.net/

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev