Stoisizm (Stoicism)

Stoisizm (Stoicism)

Dibistana Stoa

Ali Gurdilî 

 

Di dîroka felsefeyê de, dibistana (xwendegeha) Stoayê yek ji wan dibistanên girîng e, ku bandûreke mezin li ser gelek raman û ekolan kiriye û wan xistiyê bin bandûra xwe. Dibistana Stoa”yê B.Z. di sala 300an de li Atînayê hatiye damezrandin û feylesofê Zenon damezranerê vê dibistanê ye. Ev dibistan, di cîhana îslamê dê bi navê ”Rivakiyye” ê tê naskirin û zanîn. Dibistana Stoa`yê, wekî sê dewran hatiye dabeşandin: Dibistana ewilî, ku bi navê ”Dibistana Stoaya Kevin” tê naskirin, ji aliyê Zenonê Qibrisî (B.Z.336-264) ve hatiye damezrandin û ku Kleantres (B.Z.331-232) û Khrysippos (B.Z.280-210) jî navên girîng yên vê dibistanê ne. ”Dibistana Stoayê ya Navîn” jî bi pêşengiya Diogenes (B.Z.412-323) hatiye damezrandin û feylesofên Panetius (B.Z.185-112), Poseidoioss (B.Z.135-51) jî wekî endamê vê dibistanê têne nirxandin. ”Dibistana Stoa”yê ya Dawî” yan jî ”Stoa”ya Împaratoriyê” jî, bi pêşengiya Seneca (B.Z.4-P.Z.65), Epîktetos (P.Z.50-130) û Marcus Aurelius (P.Z.121-180) ve Piştî Zayînê di sedala I û II an de hatiye damezrandin. Ev sê tevgerên felsefî yên Stoics, li herêma Behraspî û li navçeyên cihêreng û di demên cuda de derketine holê. Herçuqasî xwediyê hinek ramanên cihê bin jî, ramanên wan axlebî li ser esasê ehlaq, edalet û erdemê ne. Ev tevgera ramanî ku Beriya Mîladê di dawiya sedsala IV. an de dest pê kiriye, li Romayê jî ji xwe re hinek aligiran peyda kiriye. Dibistana Stoa”yê, bi rêya ramanên Seneca û Marcus Aureliusî, heta dawiya PZ. sedsala II. an jî bandûra xwe berdewam kiriye. Ji bilî vê yekê meriv dikare bibêje ku bandûreke mezin li teolojiya filehtiyê, Shakspeare, Spinoza û Butler jî kiriye. Bandûra Ehlaqa Stoa`yê di Serdema Navîn, Dewra Ronesans û di serdemên nûjen de jî berdewam kiriye, li dibistanan hatiye xwendandin û feylesofên mîna Montaigne, Descartes û Pascal jî ji ramanên stoics, sûdeke mezin wergirtine. Dibistana Stoa`yê jî ku yek ji wan tevgerên mezin ya dewra Helenîstîk e, mîna hevdemê xwe dibistana Epîkur”ê hewl daye ku nêrîneka jiyanê a ku dê bikaribe mirovan bigihêjînê bextewariyê raxe holê.

Zenonê damezranerê vê dibistanê dibêje ku, bextewarî girêdayî helwesta me ye û ne girêdayî bandûra faktorên der û qederê ye. Ramanên bi vî hawî yên Zenon, di ramana îslamê de bi ramana îradeya cuz”î xwe daye der. Wekî tê zanîn Zenon girîngiyeke mezin daye ramanên Sokrates û gotiye ku bextewarî ne girêdayî tişteke dunyewî ye, yan jî ne dewlemedî û tenduristî ye. Herweha dîsa gotiye ku bi tenê erdemîtî yan jî bêerdemîtî, baş yan jî xirab e. Li gor bîr û baweriya Zenon erdemîtî, weke rewşeke zêhnî ya aram herdem baş e û bêerdmîtî jî rewşeke zêhnî ya bêaram e û ziyandar e. Li gor bîr û baweriya Stoaparêzan erdem, di jiyana şexsan de tekane tiştê ku baş e. Bi gotineke din erdem, baş”a herî bilind e û wezîfeya ku em jiber xwe ve pêk tînin e. Wekî din hemû tiştên mayî yên wekî tenduristî, serwet, navdarî, kêf, şahînî û hwd. jiber ku dibin armanca daxwazên me, xirab in. Ev ramana wan, li cem gelek feylesofên îslamê jî hatiye dîtin. Mesela Nesîredînê Tusî di berhema xwe ya ”Ehlaqî Nasrî” de li ser van mijaran rawestiya ye û li ser fazîlet û rezilîtiyê rawestiya ye. Dîsa Yahya ibn Adi jî di kitêba xwe ya ”Tehzibu”l Ahlak- Perwerdehiya Ehlaqê” de, li ser wesfên mirovê kamil rawestiyaye û wesfên ku divabe mirove kamil xwediyê wan be, bi berfirehî destnîşan kiriye. Zenon cara yekemîn felsefeyê wekî mantiq, fizîk û ehlaqê kiriye sê beş û ehlaqê jî, wekî mijara herî girîng yan jî navenda felsefeyê dîtiye. Herweha wusa bawer kiriye ku ji bo têgihiştineke çak ya ehlaqê, pêdivî bi fizîkê heye û hewl daye ku ehlaq û fizîkê jî, bi mantiqê şirove bike. Di wan mijaran de û bi taybetî jî derbarê ”zanîna tiştên îlahî û mirovî” de û di mijara dabeşandina felsefeyê ya wekî mantiq, ehlaq û fizîkê de, dibistana Stoayê (fr: stoicisme, tr: stoacılık) li felsefeyê zêde kiriye û ji wir jî, xwe berdaye kûrahiya ramana îslamê. Ango ev raman, lêzêdekirineke dibistana Stoayê ye.

 

Çavkanî: Ferhenga Civaknasiyê – Ali Gurdilî 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev