Nîşana sor a wêrekîyê -1

Nîşana sor a wêrekîyê -1

Welat Agirî

Werger ji: The Red Badge of Courage

 

Di serê sibeke sar da, leşker hêdî hedî ji xewê hişyar dibûn. Me di nav gir û tepeyên şîn de bêhnvedanek dabû. Di rex me da çemekî fireh û çakar dikişiya û diçû. Aliyê din ê çêm çirûskên agirê dijmin dihatin xuyan.

Leşkerekî dirêj ji aliyê çêm ber bi me revî û bi dengekî bilind, ”Gelî hevalno em ê sibê hereket bikin” got. Bi vê gotina wî ra, leşkerên din jî ber bi me hatin, ku guhê xwe bidin leşkerê bejnbilind. ”Emê sibê bavêjin ser dijmin”.

”Ev derewek e”, leşkerekî bi qêrîn got, ”em naçin tu derê”.

”Na ne derew e”, yê bejnbilind got, ”hevalekî min ji min ra got, wî hevalê min jî ji birayê xwe bihîstiye, birayê jî ji efserekî din”.

”Na, em nikarin herin”, leşkerê ciwan got, ”Ev çendeke min ji konê xwe ra textek daye çêkirin û gelek mesrefa min çêbûye”.

Komên leşkeran di nav xwe da bi kelecanî dest bi axaftinê kiribûn. Hinek ji wana baweriya xwe bi gotinên leşkerê dirêj dianîn, hinek jî di wê fikr û bawerîyê de nebûn. Leşkerekî ciwan bêyî axaftin, guhê xwe da gotinên leşkerên din, pey ra çû kete konê xwe. Dixwest bi tenê bimîne û derheq wan tiştan de hinekî birame, bifikire.

”Heqet em ê sibê êrîş bibin ser dijmin?” Di ber xwe da got. ”Xwedê zane, ka wê çi were serê min”.

Wî leşkerî di zarotiya xwe da, xewnên cengê didîtin. Di wan xewnan de, fêris û lehengek bû, ku ji bo rizgariya welat û miletê xwe di herb û cengan da bû. Dema mezin bû, pê li derencên xortanîyê kir, welatê wî di şer da bû. Herroj di rojnameyan da qal û behsa cenga mezin hebû. Wî jî dixwast biketa nav refên leşkerên cilşîn, nedixwest ji wan serpêhatî û macerayan bêpar bimîne.

Dayika wî wek kurê xwe nedifikirî. ”Kurê min Henrî, dîn nebe lawo. Ka bêje tu çima dixwazî herî herbê? Jiyana leşkeran ne hêsan e, te nedîtîye, tu nizanî kurê min. Dayka te naxwaze tiştek were serê te, ya xêr ew e, ku tu li vê derê miqatê mal û milkê xwe bî”.

Henrî dev ji xwendina rojnameyan bernedida. Li gorî wan xeberan, li welêt şerekî serketî dihat meşandin. Dû xwendina wan rojnameyan, bi şênîyên navçê re xeber dida, ku di devê herkesî de gotinên mizeferîyê, serkeftinê hebûn. ”Dijmin têk diçe, nikarin bi me ra serederiyê derxin, zarokên me şerekî bêhempa dikin”.

Bi bihîstina wan xeberên xweş va, sebr û tebata Henrî nemabû. Rojekê zû ji xewê rabû, berê xwe da çarşîyê. Piştî midetekê bi taxime kincên bi rengê şîn va vegeriya malê, ”Ez jî diçim cengê”, bi kelecanî gote ciya xwe.

Bêyî ku serê xwe bilind ke, bi çavên girî, ”Tu zanî lawo”, got û rabû çentê Henrî hazir kir. “Min çend cot goreyên nû û wan îşlikên te ên xweşik jî kirin çentê te, wê bedena te germ bigrin. Bi kesên baş ra hevaltiyê bike lawo, di artêşê da jî kesên xirab gelek in, li xwe miqate be. Bavê xwe bîne bîra xwe, wî tu car îçkî nedibir devê xwe û ji kesî re nedida çêrr û xeberan. Tu jî ji xwe ra bibe merivekî pak û miqatê xwe be”.

Henrî bê sebir guhê xwe da wan şîret û temîyên dîya xwe. Piştî wan çend gotinên dayîkê, Henrî xatir ji dêyeke çavbihêsir xwest û dest bi rêwîtiya xwe kir. Bo dîtin û xatir xwestina dost û hevalan berê xwe da bajêr. Di nav van cil û bergên şîn ên eskeran da xwe serbilind didît. Keçên ciwan awirên xweşik didanê, kal û pîran destê xwe jê ra ba dikirin. Qet tu tiştekî Henrî ji leheng û qehremanan kêmtir nebû.

Piştî rêwîtîyeke dirêj ya trênê, Henrî xwe gîhandibû qampeke leşkerî ya li ber çemekî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev