Enfala Badînan / Xirabî û Şerfiroşiya PKKê

Enfala Badînan / Xirabî û Şerfiroşiya PKKê

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar  

Dîroka me kurdan, bi êş û azarê xemilî ye. Hezar mixabin her rojeke salê, ji bona me bûyereke nexweş tîne bîra me. Em dema ku bûyerekê bîr tînin, bûyereke din ya nexweş li welatê me diqewime. Her bûyerek jî, bûyerên bihûrî mezintir in. Her bûyerek, êşa bûyera din kêm dike.

 

Li Kurdistanê, li hemû beşên Kurdistanê, di dîroka neteweya kurd de komkûjî û qetlîam û qirkirin bi serê xwe êşeke mezintirîn e. Lewra di her qetlîamekê de bi deh hezaran û bi sedan hezaran kurd hatine kûştin û hatine qirkirin.

 

Lewra dewletên kolonyalîst stratejiya tûnekirina kurdan pejirandine. Gor wê stratejiyê li hemberî neteweya kurd tevdigerin.

 

Divê baş bê zanîn ku qirkirina kurdan bes di dema serhildanên milî de pêk nehatine. Dema ku dewletê kolonyalîst ji bona xwe kurd xeter dîtine, dest bi qirkirina kurdan kirine.

 

Gelek caran jî, li beşeke Kurdistanê tevgera milî ya çekdar li beşa din ya Kurdistanê bûye sedema qirkirina kurdan.

 

Heta gelek caran livandin ji bona qirkirina kurdan bûye sedem. Dewletên kolonyalîst ev livandinên neteweyî ên gelek rewa û însanî kirine sedem ku kurdan qir bikin.

 

Her kes baş dizane ku nûha rayadarên fermî ya dewleta Tirk jî qebûl dikin ku li Dersîmê Serhildaneke Çekdar û neteweyî ya kurd, daxwazeke Kurdistaneke serbixwe tune bû, lewra Dersîm bi xwe otonom bû; lê li Dersîmê di sala 1938an de qetlîamek û qirkirina kurdên elewî pêk hat. Dersîm hat şewitandin. Ji bona ku jinên kurdan namûs û şerefa xwe li leşkerên Tirk biparêzin xwe avêtin Çemê Mûnzûrê. Dîsa baş tê zanîn ku kurdên Dersîmê hatin kûştin, hatin avêtin Çemê Mûnzûrê. Mûnzûr xwîn herikî.

 

Di sala 1959an de ji bona livandineke neteweyî û daxwazên gelek rewa û însanî, dewleta Tirk xwest ku 1500 kesî îdam bike. Heman qetlîam xwestin piştî Derbeya Leşkerî ya 1960î bikin.

 

Li Başûrê Kurdistanê jî, gelek qetlîam û qirkirina kurdan pêk hat. Enfal jî beşek ji van qetlîam û qirkirina kurdan e. Ew qirkirina Badînanê di 11 rojan de pêk tê. (25ê Taba1988an heta 6ê Îlona 1988an).

 

Bi Enfalan bes qirkirina kurdan pêk nehat, gundên û bajarên kurdan hatin şewitandin; bi deh hezaran kurd ji Kurdistanê hatin derxistin û ew koçberî ji bona siyaseta stratejîk ya erebkirinê hat bi kar anîn.

 

Beriya 32 salan li herêma Badînan Enfal û qetlîemeke mezin pêk hat. Di Enfalan de182.000 kurd hatin kûştin. 4500 gund hatin şewitandin û ji holê hatin rakirin.

 

Di derbarê Enfalê de em guh bidin Serok Mesûd Barzanî û dayikeke kurd. Li gotina wan tiştekî ku ez lê zêde bikim tune ye.

 

Serok Barzanî dibêje ku:

“Tawana Enfala Badînan berdewamiya wan zincîre tawan û karesatan bû ku rejîma berê yê Iraqê bi mebesta qirkirin û jinavbirina gelê Kurdistanê di salên heştiyên sedsala bîstem de li navçeyên cûda cûdayên Kurdistanê encam da. Ji 25ê Tebaxa 1988an heta 6ê Îlona 1988an, beşeke zêde ya navçe û gundên devera Badînan ketin ber helmeta nemirovane ya kîmyabarankirin û girtin û kuştin û veguhestin û enfala welatiyên bê tawan ji aliyê hêzên rejîma wê demê ya Iraqê ve. Bi hezaran kes şehîd û bêserûşûn û koçber kirin û bi sedan gund jî rûxandin.

“Mezintirîn kêşeya rejîmên berê û neyarên Kurdistanê, hebûna gelek bû ku xwediyê dîrok û cografya û taybetmendiyên neteweyî bû. Mebesta wan ew bû li rêya zorê û jenosayd û enfal û guherîna demografya ve dawiyê bi hebûna gelê Kurdistanê bînin. Lê belê xweragiriya xelkê Kurdistanê rêya wê yekê girt ku ew plana şûm û nemirovane ser bigrê.

(…..)

“Di vê bîranîna tehl de silav ji bo giyanê pak ê şehîdên Enfala Badînan û Germiyan û Barzan û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê re dişînîn û em radigihînin ku tu demekê em wê zulm û êş û tawanan ji bîr nakin ku li dijî gelê me hatine kirin.”(25 Tebax 2020)”

Ez jî şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî jibîrtînim. Rejîma Baasê ya Faşîst û Barbar laned dikim. Hezar mixabin Rejîma Baasê di sala 2003an de hat rûxandin. Lê yên piştî Baasê jî, çand û metoda Baasê dimeşînin. Loma serê kurdan li Başûrê Kurdistanê jî, hîn ji xeterî xelas nebûye.

Em Dayika Pîroz ku ji malbata wê 10 kes hatine enfalkirin, behsa wan rojan dike û dibêje; “ji malbata min tenê ez û xwişka min Edla man e.”

“Şeş birayên min, kurê birayê min heft, zilamê min heşt, xwişka min neh, xezûrê min deh. Deh şehîdên ji mala min. Zilam birin, em anîn keleha Duhokê. Îşkence li wan kirin. Ew roj bila ti car venegerin. Em nebînin. Em ti carî bi çavên xwe nebînin.”

“Zilam li keleha Duhokê hatin îşkencekirin, birayên me ji ber çavên me naçin. Zilam ji nav me girtin birin, nehiştin em derkevin û zilam li ber me bi îşkecê dikuştin.”

XIRABÎ Û ŞERFIROŞIYA PKK-Ê

PKKê roja ku wek projeyekê ava bû, xirabî, şerfiroşî, provokasyonên xwe li hemberî Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê, li hemberî dîrok û çanda neteweya kurd, li dijî gelê kurd, li dijî rêxistinên Kurdistanê didomîne.

Xirabî, şerfiroşî, provokasyon, êrîşên PKK di despêka avakirina wê de li Bakurê Kurdistanê, di qonaxa duyemîn de li Rojavayê Kurdistanê, di qonaxa seyemîn de li Başûrê Kurdistanê, di qonaxa çaremîn de jî li Rojhelata Kurdistanê domand.

Bi taybetî jî piştî ku li Başûrê Kurdistanê Kurdan serwerî qezenç kir û bûn desthilatdar, mafên xwe yên meteweyî qezenç kirin; statuya federe/federal ava bû, dijminitî û şerê PKKê li hemberı Başurê Kurdistanê xûrttir bû.

Di şerê PKKê de, bi hezaran pêşmerge û ciwanên Kurdistanê hatin kûştin.

Di êrîşên PKKê de bi hezaran welatparêz hatin kûştin. PKKê bes di nav xwe de 17.000 kurdperwer kûştin.

PKKê li ku dijminekî Kurdan û Kurdistaniyan û Kurdistanê û neteweya kurd hebe, diçe bi wan re tîfaq dike, li ser navê wan şerê wekaletê dimeşîne.

Li Bakûrê Kurdistanê bû sedema tasfiye ya Tevgerea Neteweyî ya Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê.

Li Rojavayê Kurdistanê jî tahrîbata kiriye, dîktatorya ava kiriye, zûlm û zordariya li gelşê me û li kurdperweran dike, bi salan e ku tê nivîsandin.

Di van rojên dawî de berpirsiyarên PKKê bi riya medya ya xwe li hember PDKê şerekî dimeşîne. Berpirsên PKKê di daxûyaniyên xwe de dibêjin ku, “PDK di nava xiyanetê de ye û şerê li dijê PDKê hêdî nabe şerê birakujiye“(Mustafa Karasu).”

Di heman dem de gelek alîgirên PKKê di medya civakî de aşkere didin xûyakirin ku divê PKK ji dev şerê li gel Tirkiye berdê û ewilê PDKê ji holê rake.

Ew stratejiya wê ya ewil û dema wek projeyekê hatibû avakirin bû. Wek tê zanîn PKKê di manîfestoya xwe ya damerandinê de beriya dewleta kolonyalîst ya Tirk, gelê kurd û rêxistin û partiyên Kurdistanê dijmin qebûl kir. Gor wê stratejiyê li hemberî rêxistin û partiyên Kurdistanê şer kir. Ew şerê wan beriya sala 1980yî li hemberî KUKê hat sewiya bilind. Bi sedan kurdperwer hatin kûştin.

PKKê zêdetir ji bêdengiya rêxistin û partiyên Kurdistanê qezenç kir. Di vê qonaxêde de jî, ji vê yekê qezenç dike. Rêxistin û partiyên Başurê Kurdistanê dengên xwe li hemberî şerfiroş î û xirabiya PKKê li hemberî PDKê bilind nakin.

Ez di baweriyê de me ku gelek partî û rêxistin jî, ji bona ku PDKê zirar bibîne û desthilatdarî wenda bike, piştgiriya PKKê dikin.

Lê divê baş bê zanîn ku şerîlankirina PKKê li dijî PDKê, ne bes li hemberî PDKê ye. Ev şerê wan li dijî serxwebûn û federalîzma kurdistanê ye. Loma hemû rêxistin û partiyên Başûrê Kurdistanê yên ku serxwebûna kurdistanê diparêzin û ji federalîzmê re xwedî derdikevin, divê li dijî PKKê helwesta xwe vekirî diyar bikin.

Di van rojên dawî de di xwepêşandanên gelek bajaran de provokasyonên pêk tên jî, bi destên gelek rêxistinên li dijî serxwebûna Kurdistanê û federalîzmê pêk tên. PKKê jî yek ji wan rêxistinan e. Loma armanc û stratejiya PKKê maksîmal e. PKKê dixwaze ku pêşiya pêvajoya dewletbûna Kurdistanê bigre û federalîzmê jî têk bibe.

Divê kurd îzin nedin vê xirabiya PKKê. Li dijî PKKê bi xûrtî şer bikin û mixalefet bikin.

DIVÊ PKK-Ê JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÊ DERXİSTİN…

Wezîfeya mezin li ser piştê Hikûmeta Federal ya Iraqê, Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê û Meclîsê Kurdistanê, rêxistin û partiyên Kurdistanê ye.

Pirs û xeteriya PKKê li Başurê Kurdistanê bi daxûyaniyan çareser nabe. PKKê li Başûrê Kurdistanê rêxistineke biyanî, dagirker, ajanavakar, terorîst e. Divê ku ji Kurdistanê bê qewirandin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev