”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 22

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 22

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, êdî bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bûne.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”PARÊZKARÊN DILSOZ YÊN ERF Û EDETÊN BÊHEMPA YÊN PÊŞÎYAN”.

Em îro para wê a duduyan çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

M. Rewendî-Fedaî

PARÊZKARÊN DILSOZ YÊN ERF Û EDETÊN BÊHEMPA YÊN PÊŞÎYAN -2

Merasîma navlêkirina zarokan cem “merivên ser riya rastîyê” (ehlî-heq)

Erefata mohrkirin-navlêkirina kesên ji bawermendîya ehlî-heq tê binavkirinê wek ”cwûz şikandin” (“şikênandina gûzan”) an jî “ser siparden” (“sipartina serî”). Her zarek di olka xwe da dema digihîje pênc-şeş salî, nav lê dikin, dema ew êdî fem dike ka çi diqewime. Ew merasîm bi hazirîya seyid (nûnerê ruhanîya bilind cem ehlî-heq) û komekdarê wî – xelîf, herwiha mirovên zarokê tê derbazkirin.

Gorî êtnografê kurd Reşad Sebrî Reşîd, naveroka wê merasîmê ha ye. Zaro li pêşa kincên seyid digire û gûzekê dide wî. Seyid gûzê dişkêne û kakilê wî pareveyî li ser hemû kesên hazir dike. Xelîf wê demê duayan dibêje. ”Maneya merasîmê di wê yekê da ne,- Reşad Sebrî Reşîd şirove dike,- ku zaro hîvî ji seyid dike bibe kirîvê wî – Pîrê wî, dema dawa cilê wî digire û gûzekê dide wî, tê maneya ku serê xwe ”dide” wî, sozê dide ku wê di tevaya jîyana xwe da di hindava wî da amin be. Dema seyid gûzê dişkêne, bi wê yekê va razîbûna xwe dîyar dike…”7.

Di dema navlêkirinê gûzan, şîrinayên nebat ku taybet bo wê rojê anîne, dixun û wek edet hediyayan didin seyid.

Merasîma navlêkirinê cem qizilbaşan

Malûmatîyên derheqa merasîmên qizilbaşan da pir caran dijî hev in, lê bi saya berhema Reşad Sebrî Reşîd em pê dihesin ka merasîma navlêkirinê cem şebekên Îraqê çawan e. Em bikine bîra we, ku şebek perçeyekî qizilbaşan e, ku tesîra îslamê li ser wana xurttir e8. ”…Dema zarok digihîje temenê xwe yê heft salî, bav wî dibe cem baba (cem pîr). Zaro sê caran destê baba radimûse, baba jî heft caran qayîşê bi pişta wî va girê dide. Piştî sê rojan zaro 40 pereyên hesinî û 40 hêkan ji wî ra tîne. Baba qayîşa pişta wî vedike, pê ra jî duayan dixwîne. Piştî wê zaro dibe neferekî malê û dikare tevî duakirina bi kom be”9.

 

Cejinên gelêrî

Cejin beşeke erf-edetên gel in, ew mecalê dide çanda dewlemend biparêzin û wana derbazî nifşên nû bikin.

Yek ji cejinên di cihanê da kevinar Newroz e (Sala nû li gorî Salnameya Rojê), kurd vê cejinê bi gelên Îranê û gelên din ra tevayî pîroz dikin. Ew di dema wekehevtîya rojûşevê ya buharê da, 21ê adarê, pêk tê, lê dîroka wê digihîje bi hezaran salan. Di pêşî da Newroz cejina buharê bû, roja ku şerûroj wekehev dibin, dema Ro di rêzesitêrkên Beran da ne. Di bawerîyên gelên Îranê yên kevinare da dinya wê demê hatîye sazkirinê, dema Ro ji serê Beran hilatîye, ango wê demê ronahî ji tarîyê, roj ji şevê, qencî ji xirabîyê hatine veqetandin.

Gotina ”Newroz” di zimanê kurdî da ji du gotinan pêk tê: nu(h) û roj û herdu bi hev ra tê maneya gotina farisî jî – ”noûrûz”: ”noû” (nu) û ”rûz” (roj), ku koka wê ji hindoawropîya kevinare ”ronahî” tê. Varyanta wê a bi zimanê kurdî bi transkrîpsyona latînî bi çend awahan tê nivîsar: newroz, newroj, nweroz, nweroj. Wek ku zimanzan-kurdzan Zera Elî Yûsûpova destnîşan dike, cem kurdan bo wê cejinê navên din yên helbestkî jî hene: li hinek herêman jê ra dibêjin darkpişkwan/darpişkêw (”bişkivîna daran”), li hinek deveran dibêjin — hermêpişkwan/hermêpişkêw (”bişkivîna darên hurmê”), li çend herêman dibêjin xakelêwe, ku wergera wê tê maneya ”ax ber lêvan e” (ango, ”axlêve”.- Not ya redaktor e). A dawî, wisa xuya ye, ku bi wê yekê va girêdayî ye, ku erdê çêrandinê hela di bin berfê da ne, û heywan gîhaya bi xwelîyê va tevlêkirî dixwe.

Rast e, Newroz cejineke kevinare ya berî îslamê ye, lê îslamê piştî belakirina dînê xwe, ew cejin qebûl kir, û di dema desthilatdarîya xelîfên îslamê Newroz herwiha li welatên ereban jî pîroz kirin.

Di “Şah-Name”ya şairê farisan yê sedsala X Fîrdûosî da xuliqîna wê cejinê bi mêrxasîya qiralê Farizistana kevinare Cemşîd va girêdayî ye, yê ku, gorî efsaneyê, zora zivistanê birîye. Lê kurd xuliqîna Newrozê bi bûyereke din a di heman kitêba “Şah-Name” da heyî ra girê didin – bi çîroka hesinkar (hedad) ra. Hesinkar Zihakê zulmkar dikuje, miletê xwe ji zêrandinê rizgar dike û agirekî wek sîmvola serketinê pê dixe. Û niha jî di dema pîrozkirina Newrozê şanoyeke bi navê ”Kawayê hesinkar” nîşan didin, li wir Kawa şervanekî bo rizgarkirina gelê kurd e. Bi vî awahî, cejina buharê bo kurdan rengê sîyasî jî wergirtîye, û ne tesedûf e, ku li Tirkîyê ji sala 1925an heta sala 2000î pîrozkirina Newrozê bi fermî hatibû qedexekirin.

Em mêza bikin derheqa vê yekê da di kovara kurdî a “Dostanî” da çi tê gotin: “Tirkan fêm dikirin ku Newroz ruhê gelê kurd e, lema jî her tişt dikirin û her firsend bi kar dianîn, ku ew cejin bê bîrkirinê”10. Fotografê Îranî Riza, ku di wan demên bo kurdên Tirkîyê pir giran da li wî welatî bû, gava desthilata welêt êdî cara sisîyan dijî kurdan opêrasyonên leşkerî pêk dianîn, nivîsî, ku kurdan bi eynatî desthilata tirkan 21ê adara sala 1993an roja buharê a pêşin pîroz kirin: ”Bajarê Cizîrê li Kurdistana Tirkîyê bo rojnamevanan girtî ye. Desthilata Tirkîyê civîn û pîrozkirina cejinan qedexe kirîye. Cizîr gerekê bibûya ”bajarê mirî”. Lê nebû. Gorî edetên pêşîyan, agirvêxistin bûbû nîşana serhildana dijî zordestîyê û zêrandinê. Tenê çend rojnamevan hatibûne Cizîrê, bona ser meseleya komkujîya sala par binivîsin û qedirê bîranîna şehîdan bigirin. Artêşê gulle berî milet dida; sêsed kes hatine birîndarkirin, hinek kes hatine kuştin. Îsal, wek her caran, agir vêdixistin, û zaro li dor agir direqisîn. Li kolanan serhildanên dijî zordestîyan dihatine tevrakirin. Bi tankan, ku Tirkîyê ji NATOyê kirîbûn, hewil didan kesên serhildêr ji hev bela bikin. Li kolanan, di nava gemarê û agir û alavan, sertbûn her diçe zêdetir dibe.

Ez bi awayekî fesal ji xanîyekî diçim ber bi xanîyekî din. Tarî dikeve erdê, û hemû vedigerin malên xwe. Êdî dema ku tu kes nikare derkeve derva tê. Cizîr dikeve nava bêdengîyeke bi hewarze va dagirtî. Ez di odeya xwe a mêvanxaneyê da bi tenê me, li bendê me ka wê çi biqewime. Ji nişkêva di wê rewşa bêdengîyê da dengê gulleyan tê. Heta niha jî ew ewrên reş, ku ezman dişewitand, di bîra min da mane”11.

Sala 1986an li Sûrîyê dema pîrozkirina Newrozê di navbera kurdan û polîsan da pevçûn qewimîn, berî salekê desthilata Sûrîyê ew cejin qedexe kiribû. Wek ku Reşad Sebrî Reşîd destnîşan kirîye, ”girêdayî bilindbûna tevgera miletîyê-azadarîyê ra, desthilatdarên Îraqê û Sûrîyê hewara xwe li Xwedênasan daxistin, wana jî fetwa çap kirin12 û cejina Newrozê îlan kirin wek cejina agirperestan… Kurd, ku di dorgirtina gelên da jîyane, zordestî û neheqî li wan hatîye kirin, lî dîsa jî herdem cejina Newrozê pîroz kirine, bi wê yekê va ferqa xwe ji miletên din dane xuyakirin”13.

Nelihevkirina ku mirovan xemgîn dike ew e, ku Newroz cejina lihevhatinê ye. Eger di navbera du mirovên hev da dijminatî hebe, wê demê gorî edetê kesê malbetê yê sere berî Newrozê hewil dide wana li hev bîne: ne axir ew kesê ku di dilê wî da xeyd hebe, ew nikare ji dil şa bibe. Lema jî hema di roja Newrozê da, sala 2013an Abdulla Ocalan, rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê, ji hebisê bangî partîya xwe kir çekan daynin û derbazî şerê sîyasî bo bidestxistina otonomîyê li Tirkîyê bibin. Û dawîya dawî serokkomarê Tirkîyê S. Demirel sala 1995an soz da, ku wê cejina Newrozê bike cejina fermî. Piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyet û sazbûna çend dewletên serbixwe, Tirkîye ku hewil dida bo dewletên esiltirk – komarên Asîya Navîn û Azirbêcanê – bibe wek dayka ruhanî, nikaribû pîrozkirina Newrozê di van welatan da înkar bike, ku bo wana Newroz cejina gelêrî ye. Rast e, ew cejin li Tirkîyê heta niha jî nebûye şahîya fermî, lê dîsa jî di van salên dawî da wê cejinê bi awayekî berfireh pîroz dikin.

Gorî bawerîyên kevinare, di rojên Newrozê da milyaketên qenc ji esmanan dadikevine ser erdê, ji merivan ra xezîneyan û xweşbextîyê tînin, lê naçine malên wisa ku ji sala par va li wir gemarî û toz maye û di navbera neferên malê da hevfêmkirin tune. Bi vê yekê ra du ritualên Newrozê yên giring girêdayîne: paqijkirina malê berî pîrozkirina cejinê û lihevkirina kesên ku bêhna wan ji hev teng bûye.

 

(JÊRÊNOT)

7) Сабри Рашид, Рашад (Рашад Миран). Этноконфессиональная ситуация в современном Курдистане. М.; СПб., 2004. С. 136.

8) Ew bi wê yekê va girêdayî ye, ku ew ji qizilbaşên Tirkîyê qetîyane, ku di bin hukumê xaçparêzîyê da nin.

9) Сабри Рашид, Рашад (Рашад Миран). Этноконфессиональная ситуация в современном Курдистане. М.; СПб., 2004. С. 159.

10) Дружба = Dostanî. М., 2002. № 14–15. С. 87.

11) Op. cit.: Meiselas, Susan. Kurdistan: In the Shadow of History. Chicago, 2008. P. 360.

12) Fetwa di îslamê da – biryara xizmetkarê ruhanî yê herî bilind e derheqa wê yekê da ka qirarên desthilata sivîl, herwiha delîlên jîyana civakî yên hiqûqî, sîyasî û yên din gorî qanûnên îslamê ne an na.

13) Сабри Рашид, Рашад (Рашад Миран). Этноконфессиональная ситуация в современном Курдистане. М.; СПб., 2004. С. 47.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev