Berhemên kurdzanên me – 217

Berhemên kurdzanên me – 217

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Serhildana li navça Araratê (1927-1931)”. Em wêyadikin 4 beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa yekê bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Serhildana li navça Araratê (1927-1931) – 1

 

Hincirandina serhildana eşîran, bêçekkirina wan, mecalên mehkemê yên admînîstratîf, kirîna hinek serokên Kurdan, siyaseta helandina bi destê zorê, tirkkirina hemû aliyên jiyana aborî, civakî-siyasî nikaribûn pirsa Kurdan bidin hel kirin.

 

Sebebên serhildana bineciyên kurd nemaze ew bêmafbûna Kurdan bû, zêrandina millet, kêmxistina gundiyên ku di bin qolê derebeg-şêxên xwe da bûn, ji aliyê axa û began dihatin zêrandin bû. Xerabbûna dereca jiyana Kurdan bi destê dêlêgasyonên cezakirinê ne hatin hildan. Xweserîtiya hukûmetê zêde dibû, bacdayîn êdî hetka gundiyan biribû. Ev hemû bi krîza aborî ku hemû nerazîbûn hişktir dikir dihat kûr kirin û rewşa pale û xebatkarên Kurdan a bê wê yekê jî xerab hîn dijwartir dikir. Ewha, di sala 1929 da, çiniya ku ji mezîlên bêcerkirî hat stendin, ji %80 çini^a sala 1913 bilindtir ne bû. Wê salê jimara dewaran gihaşt tenê %85 jimara heywanên sala berî şerrê hemcihanî yê pêşîn. Ji ruyê wê yekê û sebebên mayîn, roj li ser roj qîmetên xurek çiqas diçû bilind dibû. Ewha, eger di sala 1913 da, kîloya goşt 5 quruş ba, nanek bi quruşek ba, lê rûnê zeytûnê bi 3 quruş ba, sala 1928 ew bûn 150 quruş, 18 û 70 quruş (131, r. 41-42). Bi vî awayî, li dawiya salên 20, xurekên li jor nîşandayî bi 18-50 caran zêde bûn.

 

Rewş usa jî di tiştên mayîn da bû. Ev hemû dijîhevbûnên civakî ku bi zêrandina millî ya tevayî li Kurdistanê kûrtir dibûn li welêt hîn xurttir dihatin klrin.

 

Dîwanê, ku ne dixwest û ne jî dikaribû sebebên serhildanên Kurdan bide rakirin, gihand wê yekê ku gel dikeliya, dixwest rabûya qal û cengê, daxwaziyên Kurdan ên millî-azadariyê bi hêztir dibÛn. Di nîveka salên 20 a duduyan da, li temamiya Anatolya Rohilatê şerrê partîzaniyê tev rabûbû. Desteyên pêşmergeyên Kurdan ên biçûk êrîşî idarên cendirman dikir, hucûmî avayiyên hukûmetê dikir, karmendên tirk dikuştin.

 

Di sala 1927 da, li navçeyên Tirkiyê ya başûr-rohilatê dest bi serhildana nuh bû. Di dawiya behara wê salê da, eskerên hukûmetê (bi jimara 10.000 meriv) dest pê kir êrîş bibin ser pêşmergên Ararat, îdir û Bazîdê (Dogubeyazit). Ji ruyê şerrê giran , Tirkan weke 2.000 esker û zabit şehîd dan. Kurdan 400 dîl girtin, 12 top, 36 gullereş û cebirxanên mayîn zevt kirin (108, r. 270). Payîzê Kurdan gamizona eskerî şkand û 10 zabit û 45 esker dîl girtin. Serhildan li Wan, Melezgir, Mûş, Bitlîs, Siirtê dest pê kir û belav bû. Qumandariya Tirkan mecbûr bû dîsa eskeran bişîne hewara pareskerên xwe. Li gelek navçeyên li jor nîşandayî Tirk bi dijwariyeke mezin li hev hatin ku şerkariya pêşmergan bihincirînin.

 

Lê di navbera salên 1928-1929 da, Kurdan, ku eskerên hukûmetê li dû wan digeriyan, dest pê kir hêzên xwe li navçeyên welêt ên rojhilatê yên çiyayî bicivînin. Sitara Kurdan nemaze çiyayê Araratê bû. Li vira şervanên bona azadariya Kurdan a millî xwe li şkeftan veşart, ji ber ku wan di şerrê tevî eskerên hukûmetê yê newekhev da dabûne der. Li dawiya salên 20, berpala di navbera Ararata Biçûk û Mezin da, ku Tirkan jê ra digot Kîrê, bû ocaxa şerkariya Kurdan a partizaniyê ya sereke (86, r. 109).

 

Serhildana li navça Araratê ji aliyê komiteya “Xoybûn”ê ya eskerî-siyasî (Xoybûn = serbestî) ku roleke giring di nava pêşdahatina têgihîjtina Kurdan a millî da lîs t hatibû hazir kirin.

 

Komîta “Xoybûn” di tebaxa 1927 da li kongreya rêxistinên Kurdan hatibû saz kirin (28). Endamên rêxistinên Kurdan ên usa bi nav û deng, wek Komela Damezrandina Kurdistanê, Komela Kurdan a civakî, Partiya Kurdan a millî, Komita Serbestiya Kurdistanê diketin nava wê. Bilî mirovên wan rêxistinên navdar, çend serekeşîr û niştimanperwerên Kurdan ên mayîn dibûn tevî xebata kongrê (29).

 

Kongre bi dizî derbas dibû. Wê 45 roj kişand. Di nava wê demê da, wê hemû pirsên sereke yên girêdayî şerkariya Kurdan li Tirkiyê enene kirin. Bi gotina niştimanperwerê Kurdan ê bi nav û deng Zinar Silopî, armanca “Xoybûnê” ew bû ku desteyên Kurdan ên ji hev cihêbûyî yên ku dû serhildana sala 1925 li çiyayên Çapakçûr, Sasûn û Araratê dijî dîwana Tirkan şerr dikir bicivîne dora bemama yekîtiyê, ew hêzên Kurdan kardartir bike bona pêkanîna pirsdanînên millî (145, r. 110).

 

Rast e, kêmasiyên komita “Xoybûn”ê yên bîr-baweriyê û teşkîldariyê hebûn, lê ew bi rastî partiyeke siyasî bû û bemame û qanûnnama wê hebû. Her endamekî wê “Sonda biratiyê” dixwar û soz dida şerkariyê bike bo navê yekîtiya hemû Kurdan, bo navê damezrandina Kurdistana serbest (108, r. 270). Bemama ku li kongrê hatibû amade kirin pirsa “dijî Tirkan şerr bike, hetanî eskerên Tirkiyê yê dawî ji axa Kurdan a ziyaretî bê derxistin” danîbû pêşiya xwe (miqal 2-a). Wê guhdariya xusûsî datanî ser sazkirina komên Kurdan ên çekdar, bona ku wan fêrî bikaranîna çekên nûjen bike. Hemû komên Kurdan divên di bin qolê “qumandariya eskerî ya yektî” ku di navbera wê da li navçeke Kurdistanê ya çiyayî bû bin (miqal 3-a).

 

Di bemama Xoybûnê da dihat dîtin ku danûstendinên dostiyê bi çend welatên derve ra divê bên testîq kirin. Ewha, partiya Xoybûn divê “danûstendinên biratiyê yên dostiyê tevî hukûmeta Iranê û gelê îranî yê bira ra testîq bikira” (miqal 4) (85, r. 48-49). Wê guhdariyeke mezin datanî ser propaganda pirsa Kurdan ji derveyî tixûbên Tirkiyê. Bona wê armancê, partiyê çend şaxên xwe li welatên derve çê kirin. Ji bo nimûne : li Sûriye, Lubnan, çend welatên Ewropa û li DYA. Tevî wê yekê, di bemama Xoybûnê da hîç xeberek di derheqa testîqkirina danûstandina tevî hêzên Tirkiyê yên pêşverû ne dihat gotin. Li vira nasyonalîzma Kurdan a ku roleke xerab di dereca peydakirina alîgirên xwe da lîs t dihate ber çavan. Partiya Xoybûn di hêlekê da d’ew dikir ku serbestiyê bidin qezayên Kurdan li Tirkiyê, lê di hêla din da jî ew – wek xuya ye – ji rewşa Kurdên Iraqê razî bû (30), herweha ji yên Sûriyê jî, û loma jî bona wan de’wa tu mafekî siyasî ne dikir, bilî wan mefayên ku di nava dokumentên Koma Milletan da hatibûn nivîsîn. Bemama Xoybûnê bi giyana nasyonalîzmê bû asêgeh bona peydakirina piştgirên wê. Lê tenê partiya Ermaniyan a burjuwazî-nasyonalîst a Daşnakan a ku, eyan e, bi karkirina xwe ya dûmedîtî va piştgiriya wê rêxistinê dikir.

 

Komên Tirkiyê yên resmî û weşanê, ku bîr û baweriyên xwe di derheqa serhildana Kurdan da digotin, dicedand ku karê usa bidin nîşan dan ku giva li wilayetên rohilatê a ştî û xweşbextî heye, eger casûsên empêryalîzmê dijî Tirkan, ku di nava navnîşa wan da usa jî partiya Xoybûn, nîn bûna. Wê partiyê wek bersîva wê gunehkariyê ya komên Tirkiyê yên serkarîkir di meha nîsanê sala 1928 da da weşandin û tê da dihat gotin : “… Xoybûn çekê siyasî di destê dewleteke derve da nîn e … Armanca Xoybûnê ya tek-tenê ew e ku gelê kurd ji bin destê nîrê Tirkan xelas bike, Kurdistanê bike dewleta serbixwe. Di nava pêkanîna armanca xwe ya sereke da Xoybûn hêviya xwe datîne ser hêzên xwe” (108, r. 278).

 

Girêdayî qewimandinên li navça Araratê, bi resmî “Pirtûka Kesk” (Xoybûn-Daşnak) ronahî di derheqa pirsa Kurdan da dît. Di nava pêşnivîsara wê pirtûkê da dihate gotin ku armanca wê ew e ku di derheqa wê pirsê da agahdariyên bi belge bidin mexlûqetiya cihanê. Di pirtûkê da fikra di derheqa wê yekê da hebû ku dû hincirandina serhildana sala 1925 ra, têkoşîna Kurdan ji ber wê dîsa tev rabû, ji bo ku du rêxistinên dizî : Xoybûn û Daşnak bi hevra kar kir.

 

Û bi rastî jî partiya Xoybûn bi tevgeliya Daşnakan tedaruka serhildanê didît.

 

Divê ku li ser hesêb hildin ku partiya Daşnakan hela di sala 1925 da gelê ermenî li welatên derve mobîlîze kir ku piştgiriya tevgera Kurdan bike. Hela bi ser da jî, hema wê salê bi pêşniyara buroya partiya “Daşnaksûtyûn” mêmorandum ji kongreya navneteweyî ya ku di derheqa pirsa Kurdan da li Marsêlê dihat derbas kirin şand. Xoybûnê bi dizî di nava Kurdan da lazimiya dostiya Ermanî-Kurdan propaganda dikir. Ewha, di sala 1927 da, hemcivîna Xoybûnê ya pêşîn di nava dêklarasyona siyasî da di derheqa pirsdanînên xwe da ewha elam kir : “Kongre îlan dike ku Ermenistan û Kurdistan, ku bi sedsalêui li ser axa wan her du gel, Ermenî û Kurd, mane, dijî wê yekê ye ku di bin qolê dewletekê da be û dicedand ku serbestiya xwe bi dest bînin. Kongre elam dike ku ew her du welat tenê yên gelên kurd û ermenî ne” (82, No 2, r. 38).

 

Serokekî têkoşîna Kurdan, Sureyya Bedirxanî, ku di derheqa wê dêklarasyonê da dipeyive, dinivîse : “Di meha oktobr 1927 da, Xoybûnê bi navê gelê kurd û nûnerên gelê ermenî ku bi hev ra bûbûne yek dijî dijminê xwe yê tomerî, Tirkiyê, hemÛ hêzên xwe civandine ser hev. Ez bi navê partiya xwe mêlgirtina (sempatiya) xwe ya kûr elamî gelê ermenî dikim Û daxwaziya wî gelê mêrxas ya zagonî pîroz dikim, ji ber ku ew dicedîne ku Ermenistana yekbûyî a serbest saz bike” (100, r. 282-283).

 

Zinar Silopî ku di derheqa sebebên testîqkirina danûstendina di navbera her du partiyan da, usa jî di derheqa pêşdaçûyîna pêwendiya di navbera wan da, dipeyive dinivîse : “Hîç rêxistin an jî welatekî usa tu nebû ku alîkariya Xoybûnê bike, dostiyê jê ra bike … Ji ber wê jî em hatin ser wê bîr û baweriyê ku divê bi Ermeniyan ra dostaniyê bikin”. “Her du alî bi hevdu ra qayil bûn ku pirsa di derheqa tixûbên di navbera Kurdistan û Ermenistanê da, ku dikare di navbera Ermenî û Kurdan da biqewime û pêş da bê, ewê hukûmetên Kurdan û Ermeniyan di paşerojê da safî bikin. Bilî wê, ew li hevdu hatin ku pirsa di derheqa alîkariya maddî ku Ermenî ewê bidin rêxistina Kurdan, ewê dîsa ji aliyê hukemtên her du aliyan bê safî kirin. Û bi rastî jî, di destpêkê da navçîgariya Ermeniyan bi firehî hat bi kar anîn. Ermeniyan pirsaniya pevgirêdanên di navbera olkên Kurdan da li welatên cihê cihê didan pêk anîn. Wan pevgirêdan di navbera pêşmergên Araratê û navbenda Xoybûnê da jî dan testîq kirin. Weşana Ermeniyan a dilpaqij û xêrxwaz, ku li Amerîka û Awropayê dihate weşandin alîkarîke mezin da wê yekê ku bîr û baweriyên xerab di hindava Kurdan da bên hildan. Ermeniyan bi weşandinên xwe piştgiriya me kir, propaganda dijî Kurdan da bêriyê” (145, r. 114, 116).

 

Ji bo tedarukdîtin û destpêkirina serhildana Kurdan li navça Araratê, kemala danûstendinên di navbera serokên rêxistinên Kurdan û Ermeniyan ên burjuwazîmilliyetçî da gelek ber bi çav bû. Lê ew yek şehadet dida, ne tenê di derheqa dûrdîtina wan da, lê usa jî di derheqa kesera xwe ya di hindava siyaseta Tirkan a helandinê da.

 

Tevî wê yekê, serokên Xoybûnê gava di derheqa gelê Ermenî da dipeyivîn, di bîra wan da tenê Daşnak bûn, ji ber ku tenê Daşnak bi sloganên “Ermenistana mezin û yekbûyî” pêş da dihatin, lê ne gelê ermenî bi gişkî, yê ku wê demê di bin ala dîwana sovyêtî da êdî Ermenistana xwe ya sosyalîst çê kiribû.

 

Çi jî hebe, wê demê partiya “Daşnaksûtyûn” propaganda dora têkoşîna Kurdan dida gurr û x urt kirin. Di meha nîsanê 1929 da, Daşnakan di kongreya xwe ya Ilmîn da qebûl kir vê bangê bike : “Kongre serhildana Kurdan dijî Tirkan bi xurtî pîroz dike. Kongre li ser wê baweriyê ye ku ew serhildan pêwîst e bona safîkirina-herlkirina pirsên Ermeniyan û Kurdan û di hindava wê şerkariya mêrxasiyê da hêjayî guhdarî û piştgiriya Ermeniyên bîrewar e” (82, No 2, r. 37).

 

Tevî wê yekê, Daşnakan Kurd ji xwe ra kiribûn bingeh û delîl. Wan di nava wê şerkariyê da slogana xwe ya “Ermenistana serbest” bilind dikir. Ew yek bi van riyan derbas dibû :

 

1) Têkoşîna Kurdan li ser axa Ermenistana Tirkiyê pêş va diçe, loma jî her Ermeniyekî ku bextê welatê wî jê ra buha ye divê piştgiriya tevgera Kurdan bike.

 

2) Şerrê Kurdan dijî Tirkan nahêle ku Tirkên mihacir ên ku qeziyake gelek mezin in bona gelê ermenî li ser axa Ermenistana Tirkiyê cîwar bibin.

 

3) Damezrandina Kurdistana serbest nahêle ku daxwaziyên Tirkiyê yên panturkîzmê pêk bên.

4) Şerrê Kurdan Tirkiyê s ist dike û bi wê yekê va bingeh bona şerkariya boy navê “Ermenistana yekbûyî ya serbixwe” çê dike (82, No 2, r. 38). Ha ev in ew bîr û baweriyên ku Daşnak pê dihatin serkarî kirin, dema ku piştgiriya şerkariya Kurdam a azadariyê li navça Araratê dikir. Niştimanperwerê kurd ê bi nav û deng, Ishan Nûrî Paşa, ku wek nûnerê eskerî yê bêhempa ji aliyê Xoybûnê hatibÛ şandin navça serhildanê, şerkarî li serhildana Araratê dikir.

 

Ew ku teşkîldarekî eskerî yê zîrek û jêhatî bû, di nava demeke kurt da usa kir ku hêzên serekeşîrê Celaliyan, Ibrahîm Heskiyê ji Têiloyê, ku navekî dizî – Ibrahîm Paşa – lê kiribû (partiya Xoybûn navê paşayê general dabû wî), gihandin hev, bi wî ra usa jî li hev hat ku sala 1927 bingeha dewleta Kurdan deyne (126, r. 247). Admînîstrasyona qezayê Araratê (Agrî) ku Ibrahîm Paşa serokatiya wê dikir hate damezrandin. Serokên mayîn jî hatin kifş kirin. Ewha, Temir Axa wek serokê cendirmeyên qezayê , Melle Huseyn Efendî qaymeqamê qezayê Korhanê, serekê navça Botî – Ibrahîm Axa -, serekê navça Ortî – Hesen Efendî -, serekê navça Korî-Bêrkilî Axa, qaymeqamê qezayê Kohan – Omerîn Axa, hatin xuya kirin (145, r. 121).

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev