Di gotinên pêşiyan de “dê-bav” û “kur-keç”

Di gotinên pêşiyan de  “dê-bav” û “kur-keç”

Gotinên pêşiyan pirtûka dersê ya ji 7 heta 77 saliyan e

Umîd Demîrhan

 

Dibistanên kurdî tenê li başûr û rojavayê Kurdistanê û li çend welatên biyanî hene. Tevahiya kurdên mayîn çawa bi firê dikevin hînî zimanekî biyanî dibin û êdî jiyana xwe li ser bingehê wî zimanê biyanî ava dikin. Helbet kur-keç êdî kêf û hewesa xwe bi mezinên wî zimanî tînin, dil dibijînin meqamên pergala wî zimanî û çavkaniya ku jê derketine ji bîr dikin.

 

Dê û bav damezrîner, fabrîkator, karsaz û rêveberên pergala kurdî ne; lê mixabin pergala biyanî ya li ser kurdan ferzkirî zarokan hê di pêçekê de ji hêlîna wan dişehitîne, wan wekî dijminê dê-bavan perwerde dike û dîsa wekî zîloyên xwînmij berdide pêsîra dê-bavan. Hinek kur û keçên kurdan ji dê-bavê xwe zêdetir navdarên biyanî nas dikin, dişopînin. Bi rastî heq ew e ku divê van kur-keçan hînbûnên xwe bi dê-bavên xwe re parve bikirana; zanyariyên xwe di bêjinga malbatê, ango dê-bavan re derbas bikirana; lê belê êdî dê-bav jî qîma xwe bi tecrube û zanînên xwe nayînin; dane pey kur-keçên xwe yên ku wekî dijminê wan hatine perwerdekirin. Her du alî jî ji hev ketine şikê, ew dibêje divê min ê zana bipejirînin, yê din dibêje divê ew tecrubeyên min bişopînin.

 

Xwedê ji biyaniyan re nehêle û tiştê ku anîne û tînin serê me bîne pêşiya wan û ewledên wan jî. Çawa ku pergala xwe ya zilmê li ser tunekirina kurdan ava kirine, Xwedê pergala kurdan jî li ser têkçûna wan ava bike. Li tevahiya welatên xwedandewlet gotinên pêşiyan wekî çerezan didin ber zarokên xwe, hişmendiya wan a neteweyî xurt dikin. Ji ber kambaxiya bêdewletbûnê em jî gotinên pêşiyan ên kurdan wekî materyala perwerdehiya neteweyî didin ber zarokên xwe û ji bilî wan tu pergaleke me ya pedagojîk tuneye.

 

Ev çendî çend sal in ku kurd li benda trêna demokrasî, sosyalîzm û îslamê ne; demokrasî li ser serê kurdan bûye şûrê Demoklesî û nifşeke demo-crazy (gelê har) afirandiye, sosyalîzmê çend totikên xweşik li kurdên Kurdistana Sor belav kirin û paşê ew kurd di sirgûnan de qir kirin, xelîfetiya Şam û Iraqê jî tiştek nema neanî serê kurdan. Xwedê me û tevahiya mirovên kurddost ji çand, ziman û pergalên biyanî biparêze. Di van her du sedsalên dawîn de kurdan hemû cureyên bîr û baweriyan ceribandin; lê bîr û bawerî nebûn dermanê tu kulekê, nebûn merhema tu birînekê, nebûn çareseriya pirsgirêkekê. Êdî tenê rêyek maye ku kurd vegerin ser koka xwe û li ser koka xwe hêşîn bibin, ji guldankên ber paceyan bikişin xwezaya xwe ya bê ser û ber. Gotinên pêşiyan pirtûka dersê ya ji 7 saliyan heta 77 saliyan e; tê de hemû zanistên xwezayî hene ku materyaleke gelekî mirovdost, jîngehparêz (ekolojîk), karîger, kurt û kurmancî ye.

 

“Dayê bela ye xwişkê talhişk e, jinê were kolika min ez te bigerînim li dora dinê;

dayê buhok e, jinê ruhok e;

dayê edû ye (reqîb û dijmin e), jinê were li ser kokila min rûne, te bigerînim li dinê;

dayîk axreta mirovî ye;

dayîk hate bi der da, rabû Xwedê berda;

dayîk hevşiyê zarokan e;

dayîka du dotan, li xwe didin du lotan;

dayîkê bibîne, dotê bîne;

dê, bi kula kezebê diçe gorê;

dê bi tevî bavê, cotek bask e;

dê bi rastî digirîn, wekî din bi qestî digirîn;

dê bû damarî, bav bû bavmarî;

dê bû jinbav, bav jî bû zirbav;

dê dibistana zarokan e;

dê hejandiye, dê mijandiye;

dê ji bavê şîrîntir e;

dê û bav ber bi zarok/ewlêd, zarok/ewlad ber bi çiyê;

dê û bavê bûke dibin palas;

dê û dotê şer dikir, kêmaqilan bawer dikir;

dêya baş, ji hezar mamosteyî çêtir e;

dêya dergûşan, li hewa dimire;

dêya dergûşan, bi destekî ye;

dêya dizan du tiran dike, yekê ji kêfan û yekê ji tirsan;

dêya kuran mir li axuran, lê tim ezîz in dêya qîzan;

dêya kuran be, lê ne li bin dara kuran be;

dêya mirovî, her gav lawan nayîne;

dêya qîzan pirû da dîzan, dîz çêkirin, xelqê birin;

dêya xelqê, nabe dêya mirovî, welatê xelqê nabe welatê mirovî;

dêya zavayî lotikan diavêje, dêya bûkê kûkekûk e.”

 

“Bav ber bi zarokî diçe, zarok ber bi çiyayî;

bav çawa ye kur wisa ye;

bavek heft zarokan xwedî dike, heft zarok bavekî xwedî nakin;

bav divê kur jê çêtir be, seyda divê şagirt jê jîrtir be;

bav hersimê dixwe; lê diranên kurî/lawî diseqihin;

bav Îsa ye, çiqas rûdine dîsa ye;

bav ji êş tê, kur jê re qise dike;

bavê ling hilanîn, kurî deh li şûnê danîn;

bavê bêqîz, çiyayê bêav e;

bavê mêran mêr e;

bavê mirovî, pişta mirovî ye;

bave Naso naxirvan e, ker û golik berdane, di dêst de maye xeberdan e;

bavê pak, şûna wî li ber deriyê qîzê ye;

bavê qantirê ker e, çiqasî bi hêz be û çiqasî bi kêr bê;

bavê qîzê ezîz e;

bavê qîzan padişah e;

bavê rezek da lawê xwe, lawê guşiyek tirî neda bavê xwe;

bavê te siwaran kuşt peyan kuşt?

bavê xwe bibîne, gunehê xwe bi xwe bîne;

bavê xwe dikuje û bi gorê sond dixwe;

bav çi seg be, wê law jî ew seg be;

bav ji bajêr tê, law jê re qise dike;

bav ku pak bûya, ev zuriyet bi dû nediket.”

 

“Keç tasûnên ser dukanan in;

keç hevsar nabe;

keç nixurî dê stirî, law nixurî bav stirî;

keç û kurê malê gula dê û bavan in;

keç zîyaret e;

keçik bizav in, xelk xwe li wan digire;

keçik li ser dengbêjan bengî dibin;

keçik teşiya dê radike, lawik tîra bavê radike;

keçik wekî sêva darê ye, her kes tê û kêvir diavêjê;

keçika baş, rûspiya bavê xwe ye;

keçika mîran bi qelenê gavanan nayê;

keçika pîr û xama, zik tijî tûr û tûr vala;

keçika qereçî, nabe xatûn; keçika rind, dane kund;

keçik e, bi paşgotin û dûçik e; keçika bê bav, çiyayê bê av;

qîz bûm ezîz bûm, bûk bûm wezîr bûm, ketim ber darê dergûşê pîr û rezîl bûm;

qîz çira xelqê ye;

qîz ewladê xelqê ne;

qîz dara sêvê ye, her kes tê, çovê xwe diavêjê;

qîz ku heye dara sêvê ye, hatî-çûyî kevirê xwe diavêjê;

qîz e dawilmîz e, bi mêr ezîz e;

qîz e, lê ne ezîz e;

qîz ketin meha şeşan, qûna wan daynin ser ferşan;

qîz malê xelkê ne;

qîz mevanê malê ye;

qîz pûç e, xort qûç e;

qîz sêva darê ye, berê kanikên hemû xortan lê ye, kes nizane qismetê kê ye;

qîz sor/devsor/lêvsor in, xort kor in;

qîz teşiya dayê hiltîne, kur kevanê bavê;

qîz zebeşên gihiştî ne;

qîz ziyaret in, xort zîyaretvan in;

qîza axayî dixwaze, lê qelindê mirtiban dide;

qîza baş, li pey bibe kaş;

qîza belaş, wekî kelaş bê rûmet e;

qîza bê dê, mîna çiyayê bê rê ye;

qîza bêxwedî har dibe, xortê bêxwedî jar dibe;

qîza bi qelend zimandirêj e;

qîza cîranî, cîran dide mêr, kurê cîranî, cîran dizewicîne;

qîza destgirtî mîna gula devgirtî/qîza devgirtî;

qîza kerê me, lê jina mêrê çê me;

qîza mêran, barê zêran;

qîza mêran, şîresil e;

qîza mêrnekirî, derdê dê û bavê ye;

qîza sê be, lê jina mêrê çê be;

qîza tîyê min, destê min hişt, hat rûyê min;

qîza xizan e, wekî strîkên ezman e, tim û tim erzan e;

qîza xwe bide yên bi ser xwe ve û bûkê bîne ji yên bin xwe ve;

qîzan bidine mêran, nedine xwediyê zêran;

qîzan bikin hedefa tîran, lê nedin pîran;

qîzek nazand, gundek bezand;

qîzeke kor, ji kurekî bêxîret çêtir e;

qîzê bide mêrê çê, şûrê xwe jî li ser bide;

qîze bîne ji esîlan, avê vexwe ji mesîlan;

qîzîtî çiqasî xweş e, bûkîtî gula geş e, dema dikeve ber darê dergûşê per û baskên wê diweşe.”

 

 

“Kur be, bila bi kurr be;

kur darê bavê hiltîne, qîz teşiya dayîkê;

kur darê li pişta bavê ye, qîz warê xelqê ye;

kur, deriyê malê ye;

kur dîwarê hundir in, qîz dîwarê derve ne;

kur gûz in, nevî kakil û gûz in;

kur heye gula bavê xwe ye, kur heye kula bavê xwe ye;

kur heye û kurr heye;

kur ji hinavê, bira ji bavê;

kur li bavê û keç jî li dê diçin;

kur mezin bû, xem mezin bû;

kur sisê ne:

-kurê ji bavê çêtir, gul li ser,

-kurê wekî bavê, ser bi ser,

-kurê ji bavê pîstir, gû li ser;

kurê baş, birayê bavê xwe ye;

kurê bêwar, çav li der e;

kurê birayan, nabin bira;

kurê çak ji malbatê re dostan, yê neçak neyaran çar dikin;

kurê çê, navê bavê xerab bilind dike;

kurê guran, ji mirovan re nabin bav û bira;

kurê jinebîyê, jê neke tu hêviyê;

kurê kerê, her ker e;

kurê mezin derdê male ye, kurê biçûk delalê malê ye;

kurê merxas, li bavan diçin;

kurê qenc deynê bavê xwe dide, yê xerab mala bavê xwe xerab dike;

kurê xerab, talana bavê xwe ye;

lawê derewîn, dixwe carekê firavîn;

lawe Mencê (Mencenîq), çû qezencê;

lawikê Cebexçurî, nabe Stenbolî;

lawikê Bîngolî, nabe Stenbolî;

lawikê min çû seferê, dîsa hat kerê berê;

lawikê Qureyşî, kes nîn e pişt neyîşî, belê xîret û namûs dikêşî.”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev