Ji nimûneyên zargotina me – 217

Ji nimûneyên zargotina me – 217

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûçardehan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema çaran berdewama nivîsa ”RIKNÊ MALHEBÛNA BER, QEBÎLÊD KURDAYE BERÊ Û YA KURDÊD SOVÊTÎYÊ, CÛRÊ JÎYANA WANA” ye. Beşa pêncan emê di demên nêzîk da çap bikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

RIKNÊ MALHEBÛNA BER, QEBÎLÊD KURDAYE BERÊ Û YA KURDÊD SOVÊTÎYÊ, CÛRÊ JÎYANA WANA -4

 

HAZIRKIRINA HASILETÊ

 

Kurdêd welatêd dereke şîr bi cûrê berê – arxayîk bêcer dikin. Hema niha jî kurdêd Îranê çawa ji alîyê emirjîyîna xweva, usa jî ji alîyê bêcerkirina şîrda paşda dimînin, çimkî ewana haj ji têxnîka bêcerkirina şîre teze nînin.

Kurd şîr ji pêz, çêleka û usa jî ji medeka distînin. Ewana şîrê hespa, deva û guhdirêja venaxun, lê çawa dermanê nexweşa didin xebatê. Pez êlbada, dîzêd ji herîyêda, beroşada didoşin, lê çêlek û gamêş katoşkada, sîtilada. Li Laçînê, Zangêlanê û Dêrsimê ferêd herî û dare guloverda (kolvak) didoşin. Kolvak hîmlî qebîla Findan (Dêrsim) dide xebatê.

Ferêd bilind datanîn bin çêleka, gamêşa, lê yêd nimz bin bizina û mîya.

Kolvak ji dara çamê çêkirine mîna koda, yêd ku berê hebê nan têda dipîvan. Firqîya kolvaka û koda ewe, wekî kod bi pergalêd hesin dorgirtîne, lê kolvak na.

Bona şîr temizbe, pey dotinêra dest-dest li parzûn dikin. Parzûn ji perçê zirav çêdikin. Kurdêd Sovêtîyê niha jî parzûn didine xebatê. Pey parzûnkirina şîrra, şîrê pêz başqe, yê çêleka jî başqe dikelînin û dikin mast. Bo wê yekê şîrê pêz başqe dikelînin, çimkî ew tîre, zû bîsoyî dibe yan jî diqete. Pê heskê, darêd temiz şîr li hev dixin. Pey kelandinêra şîr datînin cîkî hênik, bona sar be, paşê kevanîya malê qilîçka xwe dike nav şîr, eger şîr zef germ nîbe, wî çaxî ew havên dikê. Kurdêd Dêrsimê pey havênkirinêra fera şîr dikin nav kayê, lê kurdêd Îranê û Ermenîstanê nav perçada dipêçin, derxûn nîvîda didin ser fera şîr, bo cîyê vekirîra hulm û gulm here. Çawa berê, niha jî welatêd derekeda kurd şîr bi sirsûm (nehera), meşka, ferêd herî, sifir û darda bêcer dikin. Ewana ji toxavkê rûn hazir nakin, lê ji mast hazir dikin.

Bo hazirkirina rûn, mast valayî sirsûm, meşka dikirin, dikilan, heta rûn ji mast diqetîya; pêşda dihat rûn û dew. Ji dew jî toraq hazir dikirin, ji şujîya penêr jî – lorik. Lorikê teze mîna penêr bi teme.

Hebûn qebîl, berêd kurda, wekî tenê penêrê rûnegirtî davîtinê, yêd usa jî hebûn, wekî him yê rûnegirtî, him jî yê rûgirtî davîtinê. Mesele, bi gotina S.Baloyan, berêd kurdêd Îranê Bêzika û Dêbokrîya wexta penêr davîtinê, rûyê şîr nedigirtin, usa jî berê Habûka li gundê Karvansarayê usa dikirin. Berêd kurda Mengurîya û Mameşa rûyê şîr digirtin, qebîlêd kurdêd Dêrsimê Mîrasan û Dewrêşcemalan wexta avîtina penêr rûyê şîr hildidan, hilbet ne timê. Çawa dixwêne tesîletîya ermenîya ser wan hebûye, çimkî rûhildana şîr nav kurdada gune dihate hesabkirinê, lê nav ermenîyada û cmaetêd dinda ew fikir zûda hatîye hilanîn.

Fikra gunehesabkirina rûhildana şîr hebandinêra girêdaye. Rûn û penêr usa jî toraq eyarada xwey dikirin. Bêcerkirina şîr bi destê jina dihat kirin, ew yek mêrara şerm dihate hesabkirin. Her sal bal me nav kurdêd Sovêtîyêda ew yek hatîye hilanîn, niha jin (hîmlî) usa jî mêr bi şuxulê hazirkirina rûn û penêrva mijûl dibin.

Wexta bi kurdêd Sovêtîyêra derheqa kilana dew-mast xeber didî, ewana bi henek dibêjin: “Me meşk çel kirine”. Kurdêd Îranê û Dêrsimê nîvê pirê hela meşkada mast dikilên, nehere ji meşka çêtire, ew diha rind rûn ji mast derdixe. Mast qîz û bûka dikila, hilbet jinêd sere jî tevî xebatê dibûn. Jinêd sere serkarî li qîz û bûka dikirin, ne ku tenê wedê bêcerkirina hasiletê, lê bo temamîya xebatê. Vê gavê jî, bi tradîsîya ew serkarî heye. Qîz û bûk niha bi serê xwene û wê xebatê bi dil û eşq diqedînin.

Nav qebîlêd kurda gişkada xebata qîz û bûka sibê şebeqêda destpê dibe. Borcekî bûka jî bêcerkirina şîr bû, ewana berî kilana mast ava sar dikirin nehere yan jî meşkê. Ew bo wê yekê bû, seva rûn zû ji nav mast derketa. Kilana mast şûnda sirsûmda yan jî meşkêda dew û rûn pêşda dihat. Wexta jina lê dinihêrî, wekî rûn ser dew ketîye, gilê-gilê bûye, valayî nav sîtila dikirin, rûnê nivîşk mîna topa dikirin girê, ji nav dew derdixistin û didan alîkî, dikirin nav ava sar, bo nehele, paşê dikirin dîza, kûpa, taq-taq xwê dikirin û dernexûn didan ser dêv heta helandina rûn (payîzê). Bo hazirkirina penêr şîrê pêz diqetandin, dikirin parzûna, parzûn didan ser sela, selêd pene kevirî jî datanîn ser parzûn. Wî çaxî şujîya penêr jê dikişîya, parzûn gulover dibû, penêr derdixistin, xwê dikirin û dikirin kûpa, bo xwêya xwe bigre, paşê dikirin eyara: nav toraqê. Penêrê rîçal teştada hazir dikirin. Niha malada dîsa mîna berê hazir dikin, lê yêd kolxoza – fêrmada yan jî zavodêd (karxane) penêrda cûrêd penêre din davênê.

Berê eşîreta Sîpika, usa jî kurdêd din xênji rûn, penêr û toraqê, lorikê tomastê jî hazir dikirin, wekî ji rûnê nivîşk, to û mastê parzûnkirî çêdikirin. Pey hevxistinêra dikirin eyara, deverû datanîn ser sela, zivistanê bi nanra dixwerin. Tomast gelekî bi teme. Kurda ji penêrê şoravê hiz nedikirin, lê niha bûye xwerineke wane xweş penêrê şoravê, penêrê boçka. Malada kolxozvan dîsa eyarada rûn û penêr xwey dikin. Ji toraqê, çawa berê keşka yan jî çortan hazir dikin. Keşk gelek kêrî şerkirêd kurda jî dihatin. Nava wan qinyatêd êtnografîyêda ku derheqa qebîla Celalîyada li Golovîno (rex bajarê Dîlîcanê, li Ermenîstanê) ji alîyê meda hatîye nivîsandinê, wekî berê kurdêd leşker wexta şera li çolê keşk didan xebatê, çimkî çortan hişkin û gelekî teyamîş dikin. Derheqa wê yekêda Emerê Ahmed dibê,- şerkirê Celalî li besta şêr dikaribû bi çend keşka û nanava temam ledekê şer bikira û rind ber xwe dida. Eva yeka nava her qebîlada tunebû. Wexta ji mal nan nedigihîşt şerkira, wî çaxî torbek nan û keşk bes bû, wekî ew şerkir ji besta şer derneyê. Çawa kurdêd Pişkavkazê, usa jî yêd Turkîyayê û Îranê çortana didin xebatê, keşk xwerineke wane berbiçev tê hesabkirin. Hasileta ku top dikirin, ne ku bo xwerinê tenê bû, lê usa jî bo firotanê bû. Koçera ew hasileta xwe dibirin bajara, gundêd dora xwe, cîyê ku lê diman û kirîn-firotan hebû, bi peretî difrotin, gelek cara jî hema bi tiştara diguhartin. Niha rikinva hatîye guhastin cûrêd bêcerkirina şîr, hilanîn-danîna hasiletê. Bêcerkirina şîr kolxozada, sovxozada bi mêtodêd teze, pê maşîna tê kirinê. Ew cûrêd bêcerkirina şîre berê, wekî jorê hatîye nîşandayîn, gelekî prîmîtîv, bi cûrê patrîyarxalîyê bûn. Zemanê meda bêcerkirina şîr hîmlî hat guhastin. Niha gundêd kurdada karxanêd şîr-penêr hene, usa jî fêrmêd kolxoza şîr bi cûrê teze bêcer dikin. Karxanêd usa Karvanserayêda (nehîya Artîkê), Elegezêda (nehîya Aparanê, li Ermenîstanê), Laçînêda (nehîya Laçînê, li Azirbêcanê) hene. Hostêd kurd şîr rind bêcer dikin. Mesele, Mecîtê Bekir, Hemê Ûsiv ji gundê Karvanserê û yêd din.

Niha bûye edet fêrmêd kolxoza maşînêd sêparat, dolabên şîrpîvandinê û yêd din didin xebatê, usa jî cûrêd havêne teze didin hazir kirin. Berê havên ji mast bû, lê niha havên ji karîya û qinyatêd kîmîyayê didin hazirkirin, jêra dibêjin meya kîmîkî. Bo bêcerkirina şîr rex dem-dezgêd têknîkî teze didin xebatê mecal-mikanêd berê jî: sirsûm, parzûn, hîncan û yêd mayîn, hilbet gilî derheqa kolxozvanadane. Ewana çawa berê, şîrê çêleka yan jî yê pêz dikin hîncana, datînin cîyê hênik. Şev rûyê şîr to digre. Sibê şebeqê kevanî toxavka şîr pê şerbika yan jî heska top dikin, dikin feraqa başqe, paşê dikilên. Berê ew edet tunebû, zef hindik toxavk dikilan, lê niha bi tesîletîya hasilhilanîna kolxoza wê yekê dikin. Berê, çawa me jorê got, tenê mast dikilan.

Xênji karxana, fêrma hene maşînêd kolxozvanaye şîrbêcerkirinêye arizî jî, wekî cînarêd wan şîrêd heywanêd xwe dibin mala wanda maşîna dixin. Bo şîrê malê, wekî hîncanada, teştada rû digirin, didin xebatê têrmîna hana: “Raxistin”. Wexta dibêjin şîr raxistin, tê femkirinê, wekî rûyê şîr hatîye girtin. Kolxozvan penêrê rûnegirtî, usa jî yê rûgirtî hazir dikin. Berê penêrê rîçal ji şîrê mîya û çêleka tevayî hazir dikirin, lê niha karxanêd şîr-penêr, fêrma usa jî gelek kolxozvan tenê ji şîrê çêleka hazir dikin.

Ermenîstanêda, Azirbêcanêda pire nav û dengê mast, rûn û penêrê kurda, eva yeka tenê niha nîne, berêdane. Wexta bi ermenî dibêjin “krdî masûn û panîr” (mast û penêrê kurda), ro disekine. Usa jî li Azirbêcanê mast û rûnê kurda hiz dikin.

 

X X X

 

Niha xênji heywanetxweykirinê û rêncberîyê kurd mozêd hingiv jî xwey dikin. Eva yeka li nehîyêd Laçînê û Zengelerê pêşe, lê nav kurdêd Ermenîstanêda hindike, hela hostêd kurdaye baş tunene, wekî rind xweykin. Eva yeka kêmasîye. Ji alîyê mozxweykirinê tesîletîya ermenîya û azirbêcana ser kurda heye. Hostêd wana alî kurda dikin, ji wana kadrêd mozxweykir hazir dikin. Lawikêd cahil destpêkirine diçin kûrsêd mozxweykirinêda hîn dibin, lê hela hindikin. Xênji wê, kurd bi xweykirina teyreda û kêwrûşkava jî mijûl dibin. Cîna xweykirina xinzîra jî kirine edet.

 

MALHEBÛNA KURDA Û BÊCERKIRINA XWELÎYÊ

BI EMIRJÎYÎNA WAN RA GIRÊDAYÎ

 

Nav hine lîtêratûra ulmî, rêberî û bedewîyêda bi zimanê ermenî, ûrisî, farizî, tirkî, almanî, fransizî û yêd mayîn ew fikir heye, wekî kurd timê koçer bûne.

Ew yek bi terîqî neraste, ku ji alîyê gelek avtorada hatîye nivîsarê. Kurda zûda destbi rêncberîyê kirine, xwelîya wane bera, usa jî ya tekmalêd wane arizî hebûye. Hilbet, em emirjîyîna wane koçerîyê nikarin texsîrkin, lê kurd, çawa ew avtor badîhewa dibêjin, berêda koçer nîbûne. Kurd zûda bi xwelîyêva girêdayî bûne, usa jî gelek ji wana koçer û nîvkoçer bûne. Xênji rêncbera û pala nav kurdada çawa li Kêrmanşahê, Mûsilê, Sênê, Soûcbûlaxê, Dêrsimê, usa jî berê welatê meda milkedar, dewlemend hebûne. Kurdêd Îranêye rêncber nîvê pirê niha bin destê fêodaladanin, ewana zelûlîyêdanin. Gelek ji wana diçin bajara paletîyê dikin. Kurdêd Îraqê, usa jî ereb, bi wan pêşava mijûlin. Çar pêncanîya binelîyêd welêt (Îraqê – E.E.) malhebûna gundîtîyêda dixebitin. Kûltûrêd malhebûna gundîtîyêye ferz hesab dibin ceh, xurme, genim, birinc, pembu.

Eva yeka nîşan dide, wekî kurdêd Îraqê zûda bi xwelîyêva mijûl bûne. Niha heye bûrjûazîya kurda, karxane-fabrîkêd wan û gelek palêd kurd, wekî wan fabrîke-karxanada dixebitin, keda wana tê xwerin. Cmaeta rêncberra dibêjin “reya” yan jî “riat”. Ew têrmîn heta niha jî tê gotin.

Kurdêd welatê me berî rêvolyûsîya Oktyabrêye Sosîyalîstîyêye Mezin, usa jî kurdêd welatêd derekeda bi emirjîyîna patrîyarxal-fêodalîyêva derbaz kirine. Em ji terîqa merivayê zanin, wekî malêd patrîyarxal, usa jî fêodal bê bêcerkirina xwelîyê nedibûn.

Ser hîmê qinyatêd êtnografîyê, folkorê û lîtêratûra neşirkirî em dikarin bêjin, wekî zûda kurd xwelîyêva girêdayî bûne, usa jî hebûne kurdêd koçer û nîvkoçer. Hema em hildin kurdêd welatê me berî rêvolyûsîya Oktyabrê, ji sala 1894a destbi rêncberîyê kirine (Laçînê), kurdêd Aparanê, Talînê, Basargêçarê, Surmelîyê, Qersê ji qurna 19a eyane, wekî hîmlî rêncber bûne. Ew qebîl û berêd ku li bilindcîya diman, ev bûn: Cûnka, Sîpika, Mehemda, Bela, ku xwelî bêcer dikirin. Lê kurdêd li deşta diman, dora Yêrêvanê, li Naxçiwanê û cîyêd mayîn koçer bûn. Ewana biharê pez-dewarêd xweva diçûn zozana, payîzê dadigerîyane qijla. Wekî em niha hildin nehîya Dêrsimê, kurdêd wêderê çawa berê, niha jî xwelîyê bêcer dikin, usa jî kurdêd Îranê û Îraqê. Xwelî, çawa heywan, eşya malhebûna kurdaye arizî dihat hesabkirinê, îzina tu kesî tunebû, wekî xwelîya yê dinê bida xebatê yan jî bifirota, ji sînorê wî gîha biçinîya û yêd mayîn. Derheqa wê yekêda Hakob Şahpazyan rind nivîsîye. Ew dibê:

“Nav qebîlada ne ku tu bê tenê xwelî nayê firotanê, lê hela merivekî ji qebîla başqe nikare xwelîya (sînorê – E.E.) qebîleke dinda bijî, bi rêberî derbazbe bê îzindayîna êlbaşî. Sînorêd qebîla gişka nîşan kirine. Eger yek dest bide ser xwelîya yekî din, bizanibe, wekî şerê pêşda bê nava qebîlada”(15).

Hilbet, Şahpazyan vêderê rola êlbaşî gelekî mezin dike. Ne raste, wekî merîyê qebîlekê nikaribû xwelîya qebîla dinra derbaz bûya, ew yek nav kurdada tunebûye, lê ew gilî raste, wekî cîkî din ew kitêba xweda dibê yekî nikaribû sînorê qebîla din biçêranda.

Eva yeka nîşan dide, wekî kurd gelekî bi cîyê çêre û nanavîtinêra girêdayî bûne, pirsa xwelîyê nav wanda ji ya agrarîyê ferz bûye, girêdayî emirjîyîna wanra, zêdebûna malhebûna wanra.

Berê kurdêd welatê me bi hacetêd rêncberîyêye prîmîtîv xwelî bêcer dikirin, mecala xwelîrakirinê hîmlî cot bû, kotan paşê bû edet, ew jî berê ewlin dewlemenda dast dianî yan jî çend mala xwera kotanek dest dianîn û xwelîya xwe pê radikirin. Hilbet, dewlemenda pê kotana, lê kesîba pê cot ekinê xwe radikirin. Li çiya, berwarêd tîk, çawa ku Laçîne, Dêrsime, Kelbecare, xwelî pê cot radikirin, çimkî kotan wan dera nedixebitîn. Ew merîyêd kesîb, ku ga û cotê wan tunebûn, pizmamêd wane dinê xwelîya wan pê cot yan jî kotanêd xwe radikirin. Cîyê rast yan jî hindikî berwar pê kotanê radikirin. Kotanêda 3-5 nîr girêdidan. Hodax, maçgir yan ji malê bûn yan ji kurdêd bira-pizmam bûn. Bal dewlemenda usa jî kurdêd kesîb dixebitîn, horîk dajotin, hizkî bila ne ji bera dewlemend bûya, yeke.

Qîza hodaxtî ne dikirin, ew yek şerm dihat hesabkirin. Maçgir mêr bûn. Jina malda nan dipetin, xwerin çêdikirin, lê qîz û bûka jî nanê pala dibirin zevîya, çayîra.

Kurda xwelîya xwe bi vî celebî bêcer dikirin. Ew xwelîya sala pêşin davîtin, sala duda dihîştin bo hêsabe, yanê dibû xozan. Lê ew zevîyêd ku dixwestin sala duda jî bavêjin, wî çaxî zevîya çinî payîzê şov dikirin û sala duda davîtin.

Berê bo pirsitendina hasiletê tu qinyat nedikirin nav xwelîyê. Bo wê nêtê her tiştek dikirin: toxim diguhastin. Ew sala zevîkêda cûrekî toxim, mesele: genim davîtin, sala duda dikirin ceh, saleke din cûrekî toximê mayîn. Kurdêd Pişkavkazê hîmlî ceh û genim, yêd Îraqê, Îranê û Turkîyayê xênji ceh û genim gilgil, garis, korik, nîsk jî davîtin.

Malêd kesîbe usa hebûn, wekî ji terefê xwelîyê belengaz bûn, xwelîya wana lap kêm bû. Lema jî wana firsend ne didan xwelîyê bo salekê bimîne xozan, hêsabe. Hêsakirina xwelîyê hîmlî ji dewlemendara li hev dihat, çimkî xwelîya wana zef bû. Pizmama carna komek didan kurdêd xwelîya wan kêm û yêd kesîba. Ew komekdarî bal hinek qebîla zef bû, bal hineka jî kêm bû. Em bînin ortê bera Celalîya(16), wekî xênji koçertîyê xwelî jî bêcer dikirin. Derheqa cûrê bêcerkirina xwelîyê û alîkarîya wan bo hev, Ûzoyê kal dibêje:

-Gelek cara bera Celalîya mecal-mikanêd rêncberîyê (cot, kotan, kam, nîr, ga) bi hevra çawa bira-pizmam didan xebatê yan jî yêd nîrkêşê wan tunebûn, nîrkêş didanê, wekî wan tekmalêd kesîb xwelîya xwe wededa rakirana. Komekdara bi sirê xwelîya xwe bêcer dikirin(17).

Berê kurda toxim derman nedikirin, lema jî derheqa dermankirina toximda têrmîn nehatine efirandinê. Lê tiştekî din hebû, gerek toxim bi celebê cêribandî bihata reşandin. Gerek usa bûya, wekî ne zef sêrek bûya, ne jî six. Bo reşandina toxim mecalêd têknîkî tunebûn. Hineka toxim şalikada, yêd din kodada yan jî ferêd mayînda direşandin.

Toxim mêra direşandin, ew yek ne pêşê qîz û bûka bû, wekî jina toxim bireşanda, hela gune dihat hesabkirin. Derheqa wê yekêda paşê wê bê xeberdan. Yê ku toxim bireşanda, serê zevîyê disekinî, nêzîkî 2-3 mêtr beraya erdê dida ber xwe û destbi reşandina toxim dikir. Toxim bi destê rastê direşandin. Gelek kurda, başqe gotî terêqê reşandina toxim bi hebandinêra girêdidan, digotin: “Destê rastê bêxêre”, wekî ne raste, çimkî bi tebîyetî destê rastê mecala xebatê hîmlîye, girêdaye bi fesalêra. Destê çepê cîyê duda digre. Şirovekirina wê yekê ne pêşê meye. Yê toxim direşand, dua dikir (niha jî usane li welatêd derekeda). Derheqa wê yekêda emê paşê binivîsin, wexta em binvîsin derheqa paşmayînêd hebandinêda. Wextekê şûnda, hela berî zîldayîna hebêd nan, zara zevî çegîl dikirin. Ewê yekê eşq nav qîz û bûka, zarada pêşda dianî.

Çawa temamîya cmaetê, usa jî kurda zevîyêd xwe av didan, wekî av hebûya. Zevî esirê av didan, wexta dibû hênikayî. Zevî şev jî av didan, lê wexta av kêm bûya, wî çaxî ew xebat şev û roj pey hevra dikirin. Xorta zevî, çayîr û cîyêd dême mayîn pê mera av didan. Jin bi wê yekê mijûl nedibûn. Bo anîna avê gelek cara berêd kurda qewata xwe dikirin yek, bi hevra av dianîn. Ser navê pizmamtîyê dewlemenda jî kesîb ji xwera didan xebatê. Gelek cîya pê kevira, çîm û xwelîyê golêd mezin çêdikirin. Cîyêd ku av lê hindik bû, ava cew û kanîya hindik-hindik dihat tijî dibû, dibû gol. Ew bend yan hîmlî bûn yan jî wedelî. Wexta avdana zevîyêd gundîya, hizkî zevî gişk cêrgekê bûna, berê ewlin bo “hurmetê” zevîyêd dewlemenda yan jî milkedara av didan, paşê yêd kesîba û gundîyêd nîvçe. Eva yeka sinifîyêra girêdayî bû, wekî bi cûrê edet nav kurdada derbaz dibû, çimkî femdarîya kurda ji qalibê qebîla dernediket, wana gelek cara her tişt bi qebîla û edetra girêdidan. Lê hebûn kurd jî, wekî pêşîya wê yekê dikirin şer.

Hebûn zevîyêd usa, wekî li sîngê çiya, berwara bûn, av ne digihîştê, kurd diman gumana baranê. Salêd qurxilîyê kar tunebû.

Çawa me jorê got, bo “hurmetê” berê ewlin xwelîya dewlemenda dihat avdan. Bin wê xebera “hurmet”da gelek tişt veşartî bû.

Avdana zevîya pirseke ferz bû emirjîyîna kurdada, çimkî gelek cara dibû qurxilî, baran kêm dihat yan jî qe ne dihat, zevî hişk dibûn. Xwelîya gund, ya lape baş û gişka zeftir digihîşt dewlemenda.

Raste, bi qanûnî av bo temamîya cmaeta gund bû, lê wexta belakirina wê, wekî bi destê mîrab dihat kirin, berê ewlin wî av dida dewlemenda, paşê gundîyêd nîvçe û kesîb. Wext hebû, wekî av qe ne digihşt kesîba.

Mîrab ji alîyê hebûnê bin bandûra dewletîyada bû, wî pevgirêdana xwe bi wanra dikir yek û ruşet ji wana distend, bo wê yekê jî berê ewlin av digihîşt dewlemenda.

Wexta usa nerastî dibû, kurda şikyatê xwe bi dîwanbaşî dikirin, lê şikyatê wan derbaz nedibû, çimkî yêd ku ruşet didan mîrab, usa jî didan dîwanbaşîya, qulixdarêd dewletêye çevqul. Dîsa merîyê kesîb dima situxwar û belengaz, qewata wana nedigihîştê, wekî ruşet bidana muftexura.

Sala nan kêm bihata, hemîn halê gundîyêd kesîb diha xirab dibû, ji alîyê hebûnêda paşda diçû, çimkî bo destanîna nan tarişê xwe difirotin yan jî mêrêd malê diçûn bajara, bo qazanckirina pera, destanîna nan.

“Xwelîya lape rind jî ketibû destê dewlemendêd gund. Xênji wê, gundîyêd kesîb, yêd pizmamêd wan gundada tunebûn, nikaribûn xwelîya xwe bêcerkirana, çimkî cot-kotan û nîrkêşêd wan tunebûn, lema jî arîkarî ji dewlemenda dixwestin”(18).

Gundada îdara merîyêd kesîb nedibû. Lema jî wana berê xwe didan xerîbîyê, diçûn bajara bo kapêka destxin, kulfetê xwe pê xweykin. Ewê ku diçûn bajara, hinek ji wana kulfetêd xwe cîguhastî dikirin û diha vedigerîyan gundêd xwe. Yêd bajarada bê neferêd xwe diman, dixebitîn, pere qazanc dikirin, malêra dişandin, lê wextekê şûnda dîsa dihatin malêd xwe, paşê dîsa vedigerîyan bajara, heta wî halê zelûlîyêda dimirîn.

Bajarêd ku kurd lê diman (Tbîlîsî, Batûmî), heta niha jî hinek têda dimînin, usa jî li Yêrêvanê niha kurd hene, lê halê wana hîmva hatîye guhastin, mîna berê nînin, şa û bextewarin. Berî Rêvolyûsîya Oktyabrê xwendina kurdêd Pişkavkazê tunebû, hela kurdêd êzdî, çawa me jorê got, xwendin gune hesab dikirin. Ewana nexwendî bûn, lema jî wana bajarada hîmlî piştokêşî dikirin, lê niha usa nîne. Kurdêd wan bajara niha nîvê pirê xwendîne, qulixdar û pêşekarin, terka piştokêşîyê dane, yêd ku mane jî, ji silsileta kevinin, herçî cahil niha piştokêşîyê nakin.

Çi ku ji xebata bajara dihat (pere, eşîya), dereceke hebûna malê dihat hesabkirin.

Ew mêrê diçû bajêr, çi ku qazanc dikir, bi xwestina neferêd malê gerek bişanda yan jî banîya malê. Ew yek borcê wî bû, bi cûrekî bûbû edet, bi moralî îzina wî tunebû gelek xerckira. Vêderê hilbet em hesab nakin merivêd serxweş, malxirab, netutişt, wekî çi ku dest dianîn, bajarada badîhewa xerc dikirin, pûç dikirin. Çi ku ji malê û der dihat, xênji hebûna bûka, hebûna neferêd malê gişka dihat hesabkirin. Hebûna bûka malê hesab dikirin cihêz, pêşkêşêd wê û şkartê ku ji mala bavê dianî mala mêrê xwe. Şikart hîmlî nogin bûn, lema jî wextekê şûnda ew tev hebûna malê dibû, lê cihêz û pêşkêş jêra diman, çawa para wêye başqe malêda. Eger bûkê bi rezadilîya xwe ji cihêz û pêşkêşêd xwe tiştek neda jintîyêd xwe û qîzêd malêye gihîştî, tu kesî turuş ne dikir jê xeberda xênji gazina, lê ewê bi rezadilîya xwe dida wana, lema jî cihêz gelekî ne dima, nava2-3 salada xilaz dibû. Hilbet, cihêz ne diket tev qazanca bûkê. Qazanca wê xebatêra girêdayî bû, wekî diket nav malhebûna kulfet.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev