HAWÊNEYA ÇAV

HAWÊNEYA ÇAV

Kurê Reşîd

 

Hawêne, adese, niske an jî mercek (bi îngilîzî: lens) pêkhateyek şûşeyî, zelal (ruhnik), qaîşokî û bi herdu rûyê xwe, rûyê pêş û paş qoqiz e.

Ji boy bînîna (dîtin) tiştekî, divê tîrojên ronhiyê li ser wê tiştê bikeve, ji wê tiştê şewq bide û bigihîje çîna toreya çav. Ango ji boy hestê bînînê, ronahî şert e.

 

Pêkhateya hawêneya çav

Di nav her çavekî mirov de hawêneyek heye. Hawêne li paş bîbikê de cih digire, bi awayekî dardekirî, bi kûlkemasûlkeyên bazneyî ve girêdayî ye. Di navbera hawêne û kûlkemasûlkeyên bazneyî de bendikên hilawestiner heye, ango hawêne bi navbeynkariya wan bendikan, bi kûlkemasûlkeyan ve girêdayî ye.

 

Hawêne û korniye proteînên taybet lixwe digirin, navê van proteînan, krîstalîn e (bi îngîlîzî: crystallin). Xaneyên hawêneyê ji bilî proteînên krîstalîn, tu endamok lixwe nagirin, loma xane zelal in, tîrojên ronahiyê bi awayekî hêsanî di nav xaneyan de derbas dibe. Herwiha hawêne lûleyên xwînê jî lixwe nagire, xaneyên hawêneyê xurek û oksîjenê ji şileya avî (bi îngilîzî: aqueous humor) digirin. Zelaliya hawêneyê ji ber nebûna lûleyên xwînê û endamokan e.

 

Hawêneya çavê mirov bi herdu rûyên xwe qoqiz e (bi îngilîzî: convex), lê rûyê aliyê paşî hê pirtir qoqiz e. Hawêne û tenê kûlkdar, çavê dabeşê du kelênan dikin. Valahiya di navbera korniye û hawêne wekî kelêna pêşî tê navkirin. Kelêna pêşî bi şileya avî tijî ye. Valahiya pişt hawêneyê jî wekî kelêna paşî tê navkirin kelêna paşî li gor kelêna pêşî xwediyê qebareyek mezintir e û bi şileya şûşeyî (vitreous humor) tijî ye. Şileya şûşeyî destek dide çîna toreyê û tîrojên ronahiyê ji hawêneyê diguhêzîne ser toreyê. Herwisa şeweyî gogî ya çav jî ji ber hebûna vê şileyê ye.

 

Erkê hawêneya çav

Mirov carna li tiştên nêzîk, carnan ji li yên dûr dinêre, durahiya navbera tiştan û çav guherbar e, lê ji boy bînînê, divê her car tîrojên derûdor rasterast bikeve ser çîna toreya çav. Karê serekî ya hawêneyê, arastekirina ronahiyê li ser çîna tore û çalika navendî ye. Ango bi rêkxistina hawêneyê, li gel guherbariya durahiya çavkaniya ronahiyê, tîrojên ronahiyê dîsa jî dikevin ser çîna toreyê. Hawêne ji boy vê erkê, qoqiziya xwe diguherîne û tîrojan ditewîne (dîşkîne).

 

Tîrojên ronahiya hawirdorê, cara pêşîn dikevin ser korniyeyê û di korniyeyê de tên şikestin, tîroj wekî gurzekî ronahiyê, ji korniyeyê derbasî bîbikê dibin, ji wir jî tên ser hawêneyê.

Şêweyî hawêneyê ji aliyê kûlkemasûlkeyan ve tê rêkxistin. Kûlkemasûlke qoqiziya haweneyê diguherînin. Gava mirov li tiştek nezîkê xwe dinêre, wekî mînak, gava pirtûk dixwîne, külkemasülke yên dora hawêneyê girj dibin, bendên hilawestiner sist dibin, hawêne hê pirtir qoqiz debe. Heke mirov li cihek, an jî tiştek li dûr binêre, kûlkemasûlke xav dibin, îcar bendikên hilawestîner tên şidandin û hawêneyê ber bi xwe ve dikişînin, loma qoqiziya hawêneyê kêm dibe, hawêne tenik dibe. Bi zêdekirin û kêmkirina qoqizatiya hawêneyê, tîrojên ronahiyê wisa tên şikestin (tewîn) ko bi awayekî piçûktir û serberjêr (ters), raste rast dikevin ser çîna toreyê.

 

Heke hawêne zêde qoqiz be, gava tîrojên ronahiyê di nav da derbas dibin, pir ditewin (dişikên), bi kêmbûna qoqiziya hawêneyê, tewîna tîrojan jî kêm dibe.

Tîrojên ronahiyê di dema derbasbûna ji nav hawêneya qoqiz de, piçek ditewin, tên nezîkê hev û li ser xalek de digihîjin hev. Ango ronahî ji aliyê hawêneyê ve tê tîşkokirin. Durahiya navbera hawêne û xala ko tîrojên ronahiyê hatine tîşkokirin, Wekî tîşkoya hawêneyê tê navkirin. Ji ber ko tîşko li paş hawêneyê çê dibe, ev tîşkoya rasteqîn e. Lê heke tîroj di hawêneyek rûçal de derbas bibin, îcar tîroj ji hev dûr dikevin û belav dibin. Di haweneyên rûçal de tîşkoya hawêneyê tîşkoyek xeyalî ye û li pêş hawêneyê çê dibe.

Di rewşa asayî de, ango heke di çavê mirov de nexweşî an jî têkçûna hawêneyê tune be, wê gavê tîşkoya hawêneyê raste rast tê ser çîna toreyê.

 

Têkçûna hawêneya çav

Piştî temenê 45-50 saliyê, bi gelemperî qaîşokiya hawêneyê kêm dibe. Kûlkemasûlkeyên bazneyî girj dibin, bendên hilawestîner jî sist dibin lê hawêne bi têra xwe qoqiz nabe. Ji ber wê rewşê, tîrojên ronahiyê yên ji derdora nezikê çav kêm ditewin, bi awayekî rast nakevin ser toreyê loma nexweşiya çav a bi navê piresbîtî li herdu çavên mirov peyda dibe. Ji boy kesên bi çavên piresbît, berçavkên rû qoqiz tên bikaranîn. Navê wan berçavkan di nav gel de wekî berçevka xwendinê jî tê navkirin.

 

Hin caran jî hawêne mat dibe, zelaliya hawêneyê winda dibe, hawêne bi rengê spî xuya dibe. Ev rewş wekî nexweşiya ava spî (katarak) tê navkirin. Bi gelemperî nexweşiya ava spî di çavek de peyda dibe, çavê din sax dimîne. Ji boy çareseriya nexweşiyê, hawêneya resen a çavê bi ava spî, bi hawêneyek destkar ve tê guhertin.

 

* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin.

https://ku.wikipedia.org/wiki/Haw%C3%AAneya_%C3%A7av

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev