Nîşana sor a wêrekîyê -2

Nîşana sor a wêrekîyê -2

Welat Agirî

Werger ji: The Red Badge of Courage

 

“Ev çend meh in em li vê derê ne. Me talîm û temrîna sîlahan jî dîtiye. Lê hema diçin tên meş, marş, telîm. Ez êdî aciz bûme heyran, em ê kîngê dest bi şer bikin?”

Wextê wan bi vegotina çîrokan derbas dibû. Leşkerên bi qidem û tecrûbe laqirdî û tiraneyên xwe bi ên nû dikirin. Lêşkerên nû wek mesîyên xav dihatin binavkirin.

Roj û mehên wan di wê qampê da derbas dibû, lê wan jî nizanibû ka li benda kê û çi ne.

Henrî carekê du cara li rastê dijmin hatibû. Ew û hevalên wî li vî alê çêm bûn, dijmin jî li aliyê dinê bi cîh bûbû. Hevalekî wî hebû, kesekî qels û jar bû, lê Henrî ji hevaltiya jî kêfxweş bû. Wî kesî jî ji Henrî ra behsa başî û xweşmêrîya wî dikir.

Herdu jî li ber xwe diketin, ku di şer da bûn. Leşkerên bi qidem, ji wan ra qala tirs û xedarîya dijmin dikirin. ”Ew bi hezaran in, bi hêz in, birçî ne û tiştek nikare li ber wan raweste. Û çîrokên şer, agir, xûn û kuştinê…”

Henrî hertim bawerîya xwe bi wan nedianî. “Vira dikin, derewkar in, ku dixwazin eskerên nû bitirsînin”.

Dema şer dianî ber çavên xwe, ji nişkê va tirsekê xwe lê dipêça. “Gelo wez ê mînanî fêrisekî şer bikim yan ez ê bihêlim û birevim?”

Leşkerê bejnbilind, bi yekî din va kete hundirê kon. Hê jî bi hêrs û xezeb behsa avêtin ser dijmin dikirin. Yê dirêj, “De hûnê bibînin, sed selefî ji we ra dibêjim, şerekî nedîtî wê biqewime, îro na sibê”.

Henrî awirek da leşkerê bejnbilind, “Cîm, gelo em ê bikaribin şerekî mêrane bikin? Cîm bi dengekî nerm, dema wan berê tifinga xwe dane te, tê jî dest bi şerekî xweş bikî”.

“Kes ji hevalên me ji şer narevin, newisa?”

Leşkerê bejndirêj, hinekî fikirî, “Çi zanim, dibe ku çend kes ji me ji şer birevin jî. Ev alayek nû ye, lewma kes nizane ka wê çi biqewime. Lê wisa texmîn dikim, biqidem, bêqidem her esker wê şerê xwe bike”.

 

“Lê tu Cîm, ka tu derheq xwe da çi dibêjî? Tê birevî yan narevî ?”

”Ger ewên din birevin, dibe ez jî bi wan ra birevim, lê ew şer bikin, ez ê jî li ba wan bim.

Yanî kes nizane wê çawa be, her Xwedê zane”.

Henrî di ber xwe da, “Wele çi xweş bû Cîm ev tişt gotin, nexwe yê ditirse ez bi tenê nîn im”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev