REWŞA CIVATA YEKPARE Û YA CIVATA EFARE

REWŞA CIVATA YEKPARE Û YA CIVATA EFARE

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Hin welat û herêm hene ku nişteciyên wan yekpare ne û hinek jî hene ku nişteciyên wan efare ne.
Yekpare, ew civat e ku ji nijadekê ye.
Efare, ew civat e ku pirnijad e.
Rewşa van herdu cûre civatan, pir bi hêsanî tê zanîn.

Min di lêkolînên li ser Civata Yekpare de, van haweyan peyitandiye:

. Dema endamên civatê li hevûdu rast tên, silav û rojbaşî didin hev.
. Kuştina jinan di nava wan de tune, yan pir kêm e.
. Kuştina mirovan a bêsedem, tune yan pir kêm e.
. Alîkariya bi ketî û jaran re di nava wan de zêde heye.
. Pirsa nexweşan dikin û serdana li hevûdu zêde heye.
. Di şîn û şahiyan de hevûdu dibînin û pîrozî û teselî didin hev.
. Dema qirên û dilmanî dikeve navbera du kesan, pire pêre hin rîspî diçin û wan li hev tînin.
. Endamên civatê derd û kulên xwe ji hevdû re dibêjin.
. Gelek tiştên xwarinê weke nan, xwê, şekir, pîvaz û hwd ji hev deyn dikin, bi gotina ”nan bi nan”ê, pişt re li hev vedigerînin.
. Dema li malekê şîv çêdibe, malxwêya malê amanekê tije xwarin dike û bi zarûkên xwe re bo maleke cîranê xwe yê nêz dişîne.
. Dema yek li civatê dixwaze ku cixareya xwe bikişîne, pêşî cixareya xwe pêşkêşî kesên li nêzê xwe yên rûniştî dike.
. Salxurên wê civatê çi jin û çi jî mêr, hertim şîretên başiyê li keç û xortan dikin. Û h.w.d.

 

Lê ev haweyên ku li jorê hatin gotin, di nava Civatên Efare de tune.
Ji ber hindê ye ku di nava wan civatan de, ev haweyên li jorê hatin gotin, bi cih nayên. Sedemê yekemîn jî ev e ku xiyabiyên mezin di nava wan civatan de çêdibin.

Bi hêviya ku civata me li van xeysetên xwe yên baş û rind her berdewam be.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev