DÊRA METÎNAYÊ, EŞÎRA METÎNÎ; MÎTANÎ – 1

DÊRA METÎNAYÊ, EŞÎRA METÎNÎ; MÎTANÎ – 1

Lêkolînerê me yê zîrek û jêhatî vê carê jî xwendevanan dibe

 nava warê kal û bavan yên dewr û dewranên berî hezaran salan.

Dengê pêşîyên me – êzdîyan di guhê me da dike zingîn.

Îro em beşa pêşin a gotara wî a zanyarî raberî we dikin.

Sibê beşa wê a duduyan bixwînin.

 

Egît Yazar, lêkolîner 

Amed, nola axtapoteke dêwasa ku li ser hêkên xwe kurketîbe, a wanî li ser nîvê nexşeya welat mexel hatiye û bi her heyşt milê xwe çarhawîrdorê welêt, bi efidandina dayikane rapêça ye. Û em jî her carê didine li ser milekî Ameda qedîm û nola şopajoyekî şareza, şopên pêşiyên xwe dajon. Di destpêkê de heta em bi ser şopa pêşiyên xwe yên qedîm ve dibin, em hinekî mişhet dibin. Lê piştî demekê êdî meriv lê biste dibe û mîna avê meriv pê de diçe. Gava çavên te bifesile li ser şopên pêşiyên Kurdan, êdî di nava hezaran şopên ji hev cûda de bin jî, tu bi hêsanî dikarî şopên pêşiyên Kurdan kifş bikî. Ti şop, bi qasî şopên pêşiyên me, ew çend ne pak û paqij in. Xwedêyo! Em çiqas şopajoyên bi siûd û serbilind in.

 

Dîsa wekî her carê, em ji gewdê axtapot, ango em ji Amedê didin rê û em şopên dîrokî yên tozgirtî hildajon. Milê axtepota me, vê carê ber bi Dêra Metîna ve dirêj kiriye. Qirçeqirça kela havînê ye. Li vî alî û li wî aliyê me, zeviyên hatinin dirûn, yên li ber dirûnê û beyarên li ber tava havînê birajtî, yek bi yek em li dû xwe dihêlin û em di ser çiyayê Aqibê, Sê pirko û Pira Xanê re derbas dibin. Ê de bila ji xêra xwedê re ev her sê deverên ku min navê wan bi lêv kirin, zimanek têketa devê wan û serpêhatiyên xwe bikêlimiyana. Li ser milê rastê, ji dûr ve gundê Dawidiyê bi melûlî dixwuye. Ev gundê hanê, yên Kurdên Êzdî yên bi esil û fesil bû. Lê ji hêla Kurdên hevalbendên DAÎŞê ve hatiye wêrankirin. Gewdeyê min ji ber xwe ve li hemberî gundê Dawidiyê dikeve rewşa dîrozeke dem û dewranên qedîm. Mûyê li canê min bûye sîx, her yek ji xwe re dîrozeke Êzdîyanî dikêlime.

Piştî Pira Xanê, em di ber Mîrhesin û Banê Gewr re derbas dibin. Ziyareta Kopek-qiranê derdikeve pêşberî me. Ji navê xwe jî eyan dibe ku di wextekê de Kurdan li vê derê ji bo kopekekî qirr li hevdu anînin û malik li hevdu virritandine. Ji Kopek-qeranê û ber bi hêla Qerejdaxê ve, lûleya dîrokî a Bircikê, nola dêwekî reş di nava kevirên volqanîk de dixwuye. Ji rewşa vê Birca ku bi kevirên dêwasa hatiye lêkirin diyar dibe ku ji hêla Bîzansiyan ve, bi mebesta garnîzyoneke leşkerî hatiye lêkirin. Lê ev birc û garnîzyon, nîvçe maye û nehatiye temamkirin. Ev kevirên volqanîk jî, di demeke gelekî kevn de, çaxa Qerejdax verişyaye, ev helanê agirî nola çemekî sor î kurr, ber bi hêla rojhilat ve herikîye. Di ser gundê Qoryê, Qubik, Gurco û Tilwerê re fitiliye, berê xwe daye hêla başûr û di navbera gundê Bîrabazin û Qurmê Şewitî re derbas dibe diçe heta gundê Birikê, Wêrtewiran û heta nêzî Gola Gulê jî diçe.

Ev herêma ku ez qalê dikim, herêma ku zarokatiya min lê derbas bûye. Ev riya em aniha tê de dimeşin jî, ka xwedê zane bê min çiqas car xwe li ser devê vê riyê daye li bende bajarvaniyên ku bêhna nanê Amedê, helawa Mêrdînê û şekirê qulqulî jê dihat. Li jêra gundê Bîrabazin, cendermeyan rê girtibû, nedihişt ti kes dagerin nava gund. Ez miraq dikim û ez ji nasekî re li telefonê dixînim. Ew nas dibêje, şêxê wan hatiye tev li xwarina mewlûdê bûye û murîdên xwe tevdek bi şewba qoronayê xistine.

Heke ne ji qurmiçîyê şêx bûya, em ê dageriyana nava gund û me yê silavek bida xizim û nasên xwe. Bi vî awayî em di ber goristana Bîrabazin re derbas dibin. Aramgeha bavê min Mele Dawid jî di nava vê goristanê de ye. Ez bala xwe didim goristanê, ez dinerim ku ne wek berê ye. Dora goristanê bi têlên rêsayî hatiye dorpêçkirin. Ev yeka hanê kêfa min tîne. Lewra dilê min tê ber min ku êdî terşên serberadayî ew ê nema bikaribin derkevin li ser kevçika dilên miriyên me. Ez dîrozeke Zerdeştiyane ji bavo û cimata li dora wî re dixwînim û em lêdixin yekser berê xwe didin Dêra Metîna.

 

DÊRA METÎNA

Wer tê zanîn ku Kele û lûleya dîrokî a Dêra Metîna, di serdema Bîzansiyan de hatiye avakirin. Ango li derdora 1700 sal berê hatiye avakirin. Lê dîroka vî gundî, ji serdema Bîzansiyan jî kevntir e. Dêra Metîna, 33 km dikeve başûrrojavayê Şemrixa Mêrdînê. Û li ser girikekî hatiye avakirin. Ew girik jî serdanpê ji kevirekî xişik pêktê. Ev kevirê xişik, qulik qulikî ye û dema tu kevir davêje nava avê, kevir li ser avê dimîne. Di herêmê de gelek girikên wanî volqanîk (tendûrekî) henin û ev kevirê hanê, meya çîmento ye. Li gundê Musûriyê ya bi ser Dêrika Çiyayê Mazî ve jî, girekî wanî ku serdanpê ji heman xişikî heye û mahdenê vî girikî di destê malbateke ji heman gundî de ye. Herwiha, li gorî aboriya herêmê ranteke dêwasa di xwe de dihewîne.

 

(dûmayîk sibê bixwînin)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev