
Di vê belgefîlma delal da rojnamevan Salihê Kevirbirî behsa kurdên Azirbêcanê dike, ku bi jimara xwe va ji kurdên hemû komarên Sovyeta Berê pirtir bûn û herwiha bi asîmîlebûna xwe va jî ji kurdên hemû komarên Sovyeta berê pirtir in.
Kurdên ku berî zêdeyî hezar salan li ser wê axê dijîn û di dema xwe da, di salên 1923-1929an xwedî statûyeke otonomî ya bi navê Kurdistana Sor bûn, îro xênji çend ronakbîrên ku ji Ermenîstanê çûne wir, wek nivîskar Ahmedê Hepo û Tahir Silêman, hema bêje tu kes bi karê pêşxistina çand û edebîyeta kurdî va mijûl nabe.
Mixabin, îro em ser kurdên Azirbêcaê dikarin zêde behsa wan kurdên zane û welatparêz bikin, ku di dema xwe da bo miletê xwe karên mezin kirine, wek Şamîl Eskerov, şoreşvanê mezin Çîngîz Îldirîm, heta serokkomarên Azirbêcanê yên berê û îro Heyder Alîyêv û Îlham Alîyêv, ku kurdbûna xwe înkar nakin, lê testîq jî nakin.
Bira ev belgefîlm bo kurdên Azirbêcanê bibe helanek bo şîyarbûnê, bo vejîna çand û zimanê me.