Nameyên evînî – 125

Nameyên evînî – 125

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Ez fikirîm ka çi ferq heye, ku Nura min cem min e, an ne cem min e. Encameke ha derket. Nura ne cem min e, weke ku dewlemendîyeke min heye, li bankê da ne. Eger Nura min cem min be, ew dewlemendî weke ku di berîka min da ne. Vêca, ferq çi ye, ku dewlemendîya min di bankê da ne, an di berîka min da ne. Her a min e.

Li vir ferqa ”cem min” û ”a min” jî zelal xuya dibe.

 

¤¤¤

Ew ne gotinên min in, hezkirina te bayê evînê dixe dilê min, dilê min bi wê evînê kar dike û ji mejûyê min ra dibêje: -Ma qey tu dibêji zanebûnên te ji te ne? Evîna Nurayê hem te paqij dike, hem te ciwan dike, hem jî te dewlemend dike. Bextewariya te a here mezin gerek ne xweşîya te be, lê bextewariya Nura te be. Eger te ev fêm ne kir, wê demê tu ne hêjayî evîna Nurayê yî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev