Nîşana sor a wêrekîyê – 3

Nîşana sor a wêrekîyê – 3

Welat Agirî

Werger ji: The Red Badge of Courage

 

Leşkerê ciwan sibetirê bihîst, ku ew gotinên dirêjo ne rast in, wê ne sibê bi rê kevin, ne jî dusibe. Welhasil wextê Henrî hebû, ku him li ser rewşa xwe bifikire û him jî hinekî din şayîş û fikara bikişîne.

Guhên Henrî li ser axaftinên hevalên wî ên derbarî herbê da bûn û ji xwe dipirsî, “Gelo evana qet natirsin, ev ji min wêrektir in yan tirsa xwe vedişêrin?” Herçiqas dem dibihûrî, Henrî ewqas diqehirî, sil dibû; “Em li vê derê çi dikin, em li benda çi ne?”

Serê sibekê, leşkerên qampê bi dengê, “Rabin, em diçin”, ji xewê şiyar bûn. Dema Henrî xwe gîhande hevrêyên xwe, hê jî tarî li erdê bû. Bi amûr û çekên xwe va, leşker di rêzê da amade bûn. Bi mehan bû, li benda dîtina agir û gulleyên dijminê xwe bûn, ku wê sibeyê li aliyê din ê çêm baş dihatin xuyan.

Di dawiyê da, efserek li ser pişta hespê xwe derkete meydanê, bi qêrîn, “Leşkerno bimeşin, marş”. Dengê marşa alayeke din dihate bihîstin. Henrî û hevalên wî jî di wê tariyê da, wek du xêzikên şîn ketin rêzê û dan pey wan alaya pêşiya xwe. Dengê meşa alaya li dû wan, ji ya wan gurrtir û bilindtir dihat. Wê rojê heya êvarê di bin ewrekî şîn û sayî da, di nav tepe û daristanan da meşiyan.

Henrî bêyî ku tiştekî bêje, biaxive meşiya û meşiya. Tirsê xwe li laş û bedena wî pêçabû, “Ev deng, dengê çîye, dibe ku gulla berdidin me? Lê ev bîn, hebe tunebe bîna barûdê ye?”

Li çavên leşkerên din dinhêrî, dixwest di çavan da jî tirs û xofa dijmin û mirinê bibîne. Lê eksê wê daxwaza Henrî, leşkerên din bi kêf û bi kelecan bûn. Hinek ji wana ketibûn gotûbêja tevdîr, plan û nexşeyên cengê.

“Leşkerê bejndirêj, hûn dibînin ne wisa, em ji çêm dûr dikevin û wisa xuyaye em vegerin, ji pişt va êrîşê dijmin bikin”.

“Rast dibêje, ez jî wek wî difikirim”, yekî din got.

“Xebera we ye”, yekî din jî bi ser da zêde kir.

Leşkerekî din bi dengekî nizm, “Tiştekî wisa tune, we hemûyan qafê xwe lê xistiye, kes nizane em bi ku da diçin”.

Leşker dikeniyan, laqirdîyên xwe dikirin, lê Henrî ne tevî xeberdana wan, ne jî tevî laqirdîyan wan dibû, xemgîn û bi endîşe bi rêya xwe diçû.

Leşkerekî şîşman hewl dida hespekî ji hewşekê bidize. Çente jê re giran dihat, dixwest barê xwe li hespê bike. Êdî lê bû dizîya xwe bibe serî, ku keçikeke xama ji malê derket û xwe gîhande wî. Keçikê hesp ji aliyê serî va kaş dikir, leşker jî ji aliyê din va.

Eskerê din jî di cîyê xwe da sekinîbûn, bang li qîzikê dikirin; Bi şivekê li wî xe, bi şivekê. Di axirîyê de, ê şîşman destvala ji hewşê vegeriya û ew bûyera wî bi mijara henek û laqirdîyên eskeran. Bi ken û kêfxweşî xatir ji qîzikê xwestin, ku demeke kin be jî şerê leşker û keçikê tirs û xofa şer ji wan dabû bîrkirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev