”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 23

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 23

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, êdî bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bûne.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”PARÊZKARÊN DILSOZ YÊN ERF Û EDETÊN BÊHEMPA YÊN PÊŞÎYAN”.

Em îro para wê a sisîyan çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

M. Rewendî-Fedaî

PARÊZKARÊN DILSOZ YÊN ERF Û EDETÊN BÊHEMPA YÊN PÊŞÎYAN -3

Ber şêmîka pîrozkirina Newrozê

Du heftêyan berî Newrozê milet malên xwe dide hev, ew bûyera buharê tê binavkirin wek ”xane tekanî”. Wergera fikira wê tê maneya ”dawşandina malê”. Her tişt tê paqijkirin û şûştin – ji xalîçeyan girtî heta mobilyayan, malxwêyên malê perdeyan û pencereyan dişon, dîwaran reng dikin, xişirên xwe dibiriqînin, eşîyayên kevinbûyî temîr dikin, ji bo hemû neferên malê kincên teze dikirin, bêhna malê bi kulîlkan va xweş dikin. ”Xane tekanî” ne tenê malhevdana berî cejinê ye, ew sîmvola nêzîkbûna buharê ye, dema paqijayê û bêhnxweşîyê ye.

Cejinên berî sala nû di sêşema dawî ya sala buhurî ya gorî salnameya Rojê destpê dibin. Ew Çarşema Sor e. Gorî edetên Rohilatê destpêka rojê ji êvarê destpê dibe, ango “Çarşema Sor” ji êvara roja sêşemê destpê dibe. Destxweda piştî ku Ro hiltê, telalokan vê dixin û gulleyan berî hewê didin, lê zaro û mezin ser telalokê ra firqas dikin û van gotinan dibêjin: ”Agir, rengê xweyî sor bide min, xemgînîya min a diltazîn bi xwe ra bibe!”. Wextekê ew erefateke batinî ya xwepaqijkirinê bû: bi vî awahî, gorî bawerîyan, mirov xwe ji wan xirabîyan paqij dikir, ku di nava sala buhurî da berev bûbûn, xwe ji êş û azaran rizgar dikir û duayên bo tevaya sala pêş di ser da dibarîn.

Çend rojan berî Newrozê li kolanên bajaran dayîkên remildar xuya dibin. Di zargotina gelên Îranê da çend kes-karekterên sala nû yên kevinare hene, ku bextewarîyê û kêfxweşîyê tînin. Ji wana yên herî navdar Mîrê Newrozê, Ateş Efrûz, Hecî Fîrûz e. Gorî edetê, Hecî Fîrûz yekî bi rûyê tenî ye, kincên sor lê ne û kumekî dirêj li sêrî ye, berî destpêka sala teze bi komeke kesên dora xwe ra tevayî li kolanan digerin û kilaman distirên, li defê dixin, destpêka pîrozkirina sersalê îlan dikin. Ew stiranên yek bendê yên kurt distirê.

Ji bo wê yekê, ku hemû kes wekehev bo hatina sala nû şa bibin, kesên dewlemend berê xwe didine kesên destteng, alîkarîya wan dikin. Li warên kivş dest bi berevkirina alîkarîyê û belakirina hediyayan dibe. Pereyên berevkirî dişînine malên zarokan, sêwîxaneyan, malên ku kal û pîr lê dijîn, herwiha didine xwendkarên ji malên feqîr û kesên hewcedar yên din.

Kurd di wê cejinê da kiloçan çê dikin û hêkan reng dikin.

Yek ji edetên kevinare, ku bi cejina Newrozê va girêdayî ye, – ew amadekirina maseya “sofreyê xeft sin” e. Maseya li odeya mezin pir caran sifreya di rengê sor da radixin, û li ser wê xênji gelek tametîskan gerekê sinîyeke ji heft nemetan bi ahawê taybet xemilandî hebe, ku hemû jî bi herfa “sin” (ango, gorî alfebeya me bi herfa “s”) destpê dibin. Ji bo nimûne, ew dikare sebze be – hebê nên yê tifiqî, ku sîmvola daxuliqandinê, nûkiirina jîyanê ye; dikare sencek – cidde be, ku berê darên ji belgên zirav e, sinc e, dişibe zeytûna mezin, ku sîmvola evînê ye; dikare saman be – cûreyekî hewleyê yê taybet e; dikare sîr be – ku sîmvola cansaxîyê ye; dikare sirke be – sîmvola emirê dirêj û sebirê; dikare sêv be – sîmvola bedewîyê û ciwanîyê; dikare simaq be – sîmvola tavê û serketina qencîyê himberî xirabîyê; dikare simbil be; dikare sekke be – pereyê hesinî, ku sîmvola dewlemendîyê, hebûnê û gulvedanê ye, an jî dikarin tiştên din bin. Xênji ”heft sin” di orta maseyê da kitêba bo musulmanan here ezîz – Quranê datînin. Berî hatina îslamê li ser maseya sala teze sê tametîsk datanîn, ku navên wan bi herfa ”şin” (ango, gorî alfebeya me bi herfa “ş”) destpê dibûn: şekir, şerbet, şîrinî, şam, şane, şîr û şerab. Lê ji ber ku bo musulmanan şerab qedexe ye, herfa ”şin” bi herfa ”sin” va guhartin.

Sebze – kulîlkên şîn yên genim an jî nîskê, sîmvola nûkirina jîyanê ya buharê, ku her kes di dema cejinê datîne ser maseya xwe. Du-sê heftêyan berî cejina Newrozê malxwêya malê hebê (tovê) genim an jî nîskê hildide û daxweza tundurustîyê, bextewarîyê û xweşbextîyê dike û dû ra wana dike nava amaneke ji kaxçînê ya ne zêde kûr, ku bi avê va hatîye tijekirin. Piştî du rojan wan tovan dikine nava derdanekê, bi qateke zirav a ji pembu, qumaş an perçeyekî din wana dinixêmin û didine ber tavê. Piştî sê-çar rojan, dema tov şîn dibin, qumaşê ser radikin. Roja Newrozê bilindaya wana gerekê bigihîje 7-12 santîmêtran. Bona bedewîyê zîlên wana bi zoleke têlan a di rengê sor va dipêçin, ango li wan zîlan dialînin.

Samanû – xwerineke taybet e, dişibe hewlê, ji genimê kutayî tê çêkirin, ya ku hêzê dide mirov ku zivistanê xerc kirîye. Hebên gênim sê rojan di nava avê da dihêlin, dû ra li ser sinîyekê ro dikin û bi qumaşekî sipî va ew dinixêmin. Dema genim çîl dide û şîn dibe, pelên wê hûr dikin, tevî ar û avê dikin. Pişt ra wî hevîrî demeke dirêj dikelînin, hema bêje tevaya şevê. Wî karî tenê jin dikin, destûra mêran tune nêzîkî samanûya ku dikele bibin. Di dema çêkirina Samanûyê jin û keçên ciwan bi keviran li beroşê dixin an jî bi dorê wê li hev dixin û daxwezên xwe dîyar dikin: mêrekî layîqî xwe bibînin, zarokên saxlem û bedew bînin û h.w.d. Berbangê samanûaya tîr û şîrin hazir e. Bademê hûrkirî û gûzan di ser da zêde dikin. Dema çêkirina Samanûyê kilaman distirên û direqisin. Gelek kilamên gelêrî yên derheqa çêkirina Samanûyê da hene.

Lêkolînerê rojên me Reşad Sebrî Reşîd pîrozkirina Newrozê cem kurdan bi vî awahî rave dike: “Şeva ser 21ê adarê li serê çiyan, li ser riyan û li meydanan agir pê dixin (qest jê telalok in.- Not ya L. M. Rewendî Fedaî ye). Her kes bê sebir li benda detspêka vê şahîyê ye. Milet kom bi kom tê û dora agir berev dibe, hemû heta şev dereng şa dibin, kêf dikin. Berbangê hemû bi cil û bergên kurdî va berê xwe didine bajêr, kêf û seyranê dikin. Li warên bedew di bin dengê aletên sazbendîya gelêrî – def û zirneyê direqisin. Jin û mêr reqasa “Reşbelek” direqisin. Piştî reqasan, dest bi şanoya “Kawayê hesinkar” dibe, pişt ra helbestên gelêrî yên welatparêzîyê dixwînin, kilaman distirên. Cejin heta Ro diçe ava berdewam dibe”14.

Kesên bi bawermendîyên ehlî-heq Newrozê wek hemû kurdên din pîroz dikin. Cudatîya di navbera pîrozkirina wan da nehatîye dîtin.

Êzdî di van salên dawî da destpê kirin cejina Newrozê pîroz kirin, di salên 1980î da, û çend salên dawî li Kurdistana Îraqê jî, bi niştecîyên din ra tevayî pîroz dikin.

 

(JÊRÊNOT)

14) Сабри Рашид, Рашад (Рашад Миран). Этноконфессиональная ситуация в современном Курдистане. М.; СПб., 2004. С. 48.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev