Du qelsiyên serxwebûnxwazan yên giring

Du qelsiyên serxwebûnxwazan yên giring

Şemsettin Işıklı

 

Ez dizanim û bawer im ku îro, di dema niha de, di dil û mejiyê piraniya kurdan de nerazibûneke eşkere, îsyaneke bêpîvan û agirekî gur bilind dibe. Lê bêçaretî, bêhêvîtî û bêronahî jî li ber derî ye. Loma rêxistineke neteweyî û xurt li sahayê nabîne. Ya ku dê dîsa miletê me ji erdê rake, bi hêz bike û bi rûh bike – saziyeke milî ye. Hemû serxwebûnxwaz li benda organîzasyonekê ne, li hêviya alternatîfekê ne û çavên wan li riya rêveberiyeke şoreşgerî ne.

 

Lê mixabin, di nav serxwebûnxwazan de, du qelsiyên me yên mezin dibin astengên dijwar û xwe didin nav rê û nahêlin zû bi zû hêza serxwebûnxwaz xwe berhevî ser hev bike û derkeve sahaya têkoşînê. Û pê re jî qelsî mezintir dibin û astengî jî dijwartir dibin.

 

Yek ji van qelsiyan di nav hêza çalak ya serxwebûnxwaz bi xwe de ye. Ev qelsî di takekesan de ye, lê berbelav e. Hin kesên me xwe wek navend, herî zanatir û rasttir dibînin û bi yên din re nakevin têkiliyan an danûstandinên bi hev re xebatê. Ji ya xwe nayên xwarê û qet xwe nadin ber organizasyoneke girseyî. Her tişt dizanin, lê ne xwediyên hişmendiya saziyeke milî ne. Nayête bîra wan ku ancax rêxistineke milî dikare vî karî bimeşîne. Di mejiyê wan de çanda bihevre xebatê tune ye. An jî li bendê ne ku yek van karan bike, lê ew jî tenê şîretên xeyalî li wan bikin.

 

Ji ber ku ev takekes li gor takekesiya xwe tiştan dibêjin û tevdigerin, dibin asteng ku hişekî hevbeş û hişmendiyeke neteweyî ava nebe. Bi vî awayî hêza milî çiqas diçe ji hev belav dibe û ji hev de dikeve. Mixabin jî ew kesên wiha xwe ji vê têkçûnê berpirsiyar nabînin û pir rehet in. Û ev rehetî jî derdekî din e.

 

Qelsiya din jî:

Di rastiyê de girseyeke zêde û serxwebûnxwaz di nav me de heye, lê ev girse kerr in, bêdeng in û li benda dengekî ne, li benda tevgerekê ne, lê aniha tenê çavdêrî dikin. Nafikirin ku ev li bende mayîn bi domana demê re xemsarî çêdike. Nafikirin ku her kes berpirsiyar e û divê her kes vê berpirsiyariyê hilîne ser milên xwe. Tu kes ji jor de nayê me berhev nake an me organîze nake, lê her tişt ji bo nebirêxistinkirinê di dewrê de ye.

 

Divê ku ev girseya bêdeng an nexwiya demeke zûtir derkeve meydanê, bibe mudaxil û ji bo xweorganîzekirinê gav biavêje.

 

Em bi hev re hene û em ê bi hev re xwe ji nû de biafirînin!

 

Em wek Pêlkurdê li sahayê ne û bi hêvî ne ku dengê me, dilê me û mejiyê me li dor hevbeşiyên bingehîn me bi hev ve girêbide.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev