Zaneyên me tac in, nezanên me qirac in

Zaneyên me tac in, nezanên me qirac in

Ev pirtûkên Fêrîkê Ûsiv ku hûn navên wan dibînin, piranîya wan piştî mirina wî helbestvanê mezin çap bûne, ew jî bi saya xanima wî a delal Frîdeya Hecîyê Cindî, ku hemû bo çapê dane amadekirinê, û Weşanxaneya Lîsê, ku ew hemî çap kirin.

 

  • FÊRÎKÊ ÛSIV
  • HESRETDEFTER
  • DINYA DELAL
  • NARÊ
  • ÇAVKANÎ
  • GULA ELEGEZÊ
  • LÎRÎKA
  • ÛSIVÊ NEVÎYA
  • HESRETDEFTER (CILD 1)
  • SÛRETSÛFÊ (CILD 2)
  • ÊVARA ZIVISTANÊ (CILD 3)

 

Gelo bo çi ew pirtûk di saxîya Fêrîkê Ûsiv da çap nebûn? Her ronakbîrekî kurdên Sovyet zane, ku sebeb rêvebirê wê weşanxaneya Rewanê bû, ku li wir kitêbên kurdî çap dikirin. Wî rêvebirî rê li ber çapkirina kitêbên delal digirt, rê li ber kitêbên xwe û kur-qîzên xwe vedikir. Fêrîkê mezin di xwe da diqacqicî, lê tiştek ji destê wî nedihat. Tenê hêrsa xwe bi şiêrkî dinivîsand.

 

Ka em tevayî xetên wan helbestên Fêrîkê Ûsiv bixwînin, bona her kes bizanibe, ku xirabî di bin keviran da namîne, milet zû an dereng qîmetê her kesî dide, wek kitêbên Fêrîk çap dibin, lê tu kes ne behsa wî rêvebirî dike, ne jî behsa berhemên wî yên kêrnehatî dike.

 

Hêvîdar im her kes nas bike, ku Fêrîk behsa kê dike. Xwesma bira ew kes şerm bikin, yên ku heta niha jî dibêjin: -Keda wê malbetê bêhempa ye, ew kesên binavûdeng in, heta kitêb ser wan derdixin. Heyf…

 

Zêndî şiêra şayîrê mirî

Ser navê xwe neşir kirîye

Û xwe xema xilazkirî,

Hedkê xwendevana birîye:

“Tey, we digot: “Tu nezanî,

Tu kurmancî qet nizanî…

De binhêrin çewan şiêre…

Çewan agir… çewan antêx…

Hang-bang çewan dizîr-zîre

Usan mîna hespê gurêx”…

 

Di yeke dinê da ha tê gotinê:

 

Wî emrî da timê xapand,

Her şuxulîda bû “kandrabant”.

Kesekî ew nanî raê,

Tenê kaltîê pozda daê.

 

Ji dereca ew derketîye,

Nahaka jî malda ketîye,

Difikire, dicedîne –

Ça Ezrahîl bixapîne…

 

 

Lê ev helbest hema bêje bi nav kirîye:

 

Xeberdana fêlbaz bi mirinê ra

 

Mirin, bêterbetya nekî,

Nişkêva min raçev nekî…

Ez cahilim, zor û ziring,

Heyştê du sal çine wekî…

 

Hela wê bên rojê hê xweş,

Wê bimire Elîê Keleş,

Mistê Meter, Mihê Fetî,

Mîrata wan hizêmetî

Ezê bi dek-dolavê xwe

Neşir bikim ser navê xwe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev