Nîşana sor a wêrekîyê – 4

Nîşana sor a wêrekîyê – 4

Welat Agirî

Werger ji: The Red Badge of Courage

 

Êvara wê rojê, esker ji rêz û xetên eskerî derketin, hatin ba hev. Piştî vegirtina konan, dest bi haziriya xwe kirin, ku di demeke kurt da li her alî kuçikên wan hatibûn vêxistin.

Henrî ji konê xwe derketibû, xwe berdabû nava tarîya şevê. Li ser çîmenên nerm, berê wî li asîmana, çavên wî li hîvê bûn, ku tava hîvî xwe di nav dar û daristanan da dida der. Xwe tenê û bêkes didît, “Ka Xwedê ji min stendibû, min mala xwe hîşt, ez hatim derketim van deran”. Bîra mala xwe kiribû, zevî, bax û bostanên wî dihatin ber çavan. “Divê ez li mala xwe bûma, ez ne şervanek im, ez ne wek ên din im”.

Dema di wan xem û xeyalan da bû, bi dengê yekî li ciyê xwe veciniqî, “Wîlson tu yî?”

Leşker ber bi wî hat, “Merheba Henrî, tu li wê derê çi dikî?”

“Qee, hema ji xwe ra hatim vê derê”. Wîlson jî li cem rûnişt, cixara xwe vêxist, “Tu çima wisa bê maede yî, çiyê te heye?”

“Tiştek tune, ez baş im”

Hevalê wî derbarî şer da dest bi axaftinê kir:

“Vê carê em ê bi rastî jî dest bi şer bikin”, dengê wî xweş û bi kelecan bû. “Em ê koka wan biqelînin, ew nikarin li ber me bisekinin.” Hinekî din jî xwe da ser hev, “Heya îro wan zor û teade li me dikirin, lê îro dora me ye”.

“Lê bawer im, tu jî dibêjî ev meşa me meşeke bêkêr û bêwate ye, ne wilo?”

“Na, ez wisa nabînim, ger ev meşa me bo destpêkirina cengê be, ez ê bi dilxweşî bimeşim. Lê ez tu car, çûyin hatina bê sedem hez nakim û tiştekî din jî em betilîne, xwarin jî xweş nîn e”.

“Li gorî Cîm, em ê vê carê dest bi şer bikin, dibêje xilasî tuneye”.

“Xebera wî ye”, Wîlson bi dengekî bilind got. Coş û peroşa dengê wî zêde dibû, rabû ser piyan, “Û em ê vê carê ser kevin, bêguman serkeftin ya me ye”. Meriv zanibû, ev axaftina ya leşkerekî ye.

Reng û rûçik bi Henrî va nemabû, awirek da Wîlson, “Erê lê, ez jî wisa texmîn dikim, hûn ê şerekî nedîtî bikin vê carê”.

“Wele ez nizanim ka wê şerekî çawa be, lê ez ê jî wek şervanên din cenga xwe bikim”.

“Tu baş dizanî, tê ji şer nerevî? »

”Rev? ez? kuro qe tiştekî wisa dibe?”

”Çima tu xwe kesê herî jêhatî û biwêrek dibînî?”

”Min tiştekî wisa negot”, Wîlson bi hêrs gotê, ”lê tu kî yî, ka bêje çima pirsên weha dipirsî?” Beyî ku li benda bersiva pirsa xwe bimîne, Henrî li wê derê hîşt, pişta xwe dayê çû.

Henrî hêdî hêdî ber bi konê xwe meşiya, xwe li kêleka eskerekî razayî dirêj kir. Midetekî dirêj çevên xwe nedan serhev. Vê carê berê wan pirsên bi êş û azar dabûn xwe.

“Ez mêrekî jîr û jêhatî me yan ez ê şer birevim?” Di dawiyê da çavên wî hatin hev û kete xeweke giran.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev