Mela Sîraceddînê Xelîlî: ”Gulcivîn”

Mela Sîraceddînê Xelîlî: ”Gulcivîn”

Weşanxaneya ”Nûbihar”ê di xizmeta milet da ne 

Ev xebata Mela Sîraceddîn ji aliyê bêjeyan ve gelek dewlemend e. Mesela di dîwana xwe de cih daye navê gelek giyayên welatê xwe. Di helbesta ku bi reqemê 12 nav kiriye de, navê 140 heb giyayan jimartiye.

 

Mela Sîraceddînê Xelîlî wek Cegerxwîn, Seyid Eliyê Findikî û Seydayê Tîrêj -ku di vê sedsalê de berhemên hêja nivîsîne- careke dî ruh û can daye helbesta klasîk a Kurmancî. Li gorî asta berhemên sedsala xwe, dîwaneke serkeftî pêk aniye.

 

Dîwana wî ya bi navê ”Gulcivîn”, yek ji dîwanên girîng û giranbiha ya serdema edebiyata klasîk a dawî ye. Zimanê wî xurt û herikbar e û gelekî sivik e ku di roja me de bi hêsanî tê fêhmkirin.

 

Wî bi Kurdî, Erebî, Farisî û Tirkî helbest nivîsîne. Dîwana wî, ji 143 helbestan pêk hatiye. Naveroka wê li ser mijarên civakî û eşqê ye. Herweha helbestên dînî jî tê de pir in.

 

Mela Sîraceddîn, piraniya umrê xwe li herêma Botan û Torê derbas kiriye. Lewma jî tesîra devoka van her du herêman -nexasim ya Torê- li ser zimanê wî xuya dike.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev