NAVÊ ”KERBELA”YÊ Û WATEYA WÊ

NAVÊ ”KERBELA”YÊ Û WATEYA WÊ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner 

Hin nav hene, bivê nevê bala meriv dikişînin. Yek ji wan navan jî yê ”Kerbela”yê ye. Yanî ew berriya ku 72 kes ji Malbata Pêxemberî ji aliyê Erebên Emewî ve hatine kuştin.

 

Piştî dewleta Emewî ya 98 salan, Kurd û Faris alîkarî dan Malbata Pêxemberî û wê dewletê hilweşandine, li şûnê Dewleta Ebasî avakirine.

Sedemê ku Emewî pir zêde ji Kurd û Farisan zêvir dibin jî, ji ber wê yekê ye.

 

Li gor ”Etîmolojiya Islamê” xwedêgiravî navê Kerbelayê ji van du peyvan derketiye holê:
”Kerb + Îla. Wateya Kerbê wek perestinî/îbadet û ya ÎLAyê jî Elah e” nirxandine.
Li ser vê meselê pirseke weha derdikeve holê:

. Gelo devera ku serê zarûkên malbata Pêxemberê Îslamê jêdikirin, wê kiryarê ji xwe re îbadet hesibandine ku navê wirê danîne KERBELA?

 

Lê di Etîmilojiya Kurdî de wateya KERBELAyê pir zelal û xuyanî ye:

. Dema serê hewqas kesên ji Malbata Pêxebmerî jêkirine, Kurdan gotiye: Ev Ereb KERên BELAkirr in. Piştre navê wê devera ku qetlîam lê çêbûye, buye KERBELA û heta niha jî her ew nav berdewam e.

 

Fermo, bila lêkolîner li wê qetlîamê lêkolîn bikin. Ka berî qetlîamê navê wê herêmê çi bû? Û piştî qetlîamê çima nav bûye Kerbela?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev