Serxweşîya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed

Serxweşîya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed

Welatparêz û dozdarê ziman û edebiyata kurdî Îbrahîm Nacar koça dawî kir!

 

Me bi xemgînîyeke mezin bihîst ku heval û hogirê me, doktorê zimanê kurdî, nivîskar û helbestvanê welatparêz Îbrahîm Nacar di 09-09-2020 di temenê xwe yê 99 salî de koça dawî kirîye!

 

Îbrahîm Nacar welatparêzekî hêja û rewşenbîrekî giranbiha bû. Wî ji dervî xebatên xwe yên kurdperwerîyê, di warê ziman û edebiyata kurdî de jî gelek xebat û têkoşînên bi nirx daye.

 

Îbrahîm Nacar yek ji wan nivîskar û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê bû ku di salên 1940 de xebat û hewldanek mezin dida ku zimanê kurdî li Iraqê weke zimanê fermî bihê qebûl kirin û bi alfabeya latînî bihê nivîsandin.

 

Îbrahîm Necar endamekî gelekî çalak yê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê bû. Wî bi salan di nav xebat û çalakîyên komeleyê de cih girt. Teva wî temenê xwe, ew weke xortekî çalak her gav beşdarî xebat, civîn û çalakiyên Komeleya Nivîskarên Kurd dibû.

 

Bila rehma Xwedê li kekê Îbrahîm be, mekanê wî rohnî û cihê wî bihuşt be!

 

Em weke Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê sersaxîyê ji malbata gorbihuşt kekê Îbrahîm dixwazin û xem û êşên malbatê par ve dikin!

 

Kekê Îbrahîm wê her tim di dilê dildarên ziman û edabiyata kurdî de bijî.

 

Oxir be xebatkar û dozdarê ziman, edebiyat û çanda kurdî!

 

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev