LI SER VÊ PIRTÛKÊ

LI SER VÊ PIRTÛKÊ

Ev berhema nivîskarê malpera me (di malpera me da ew nivîsên xwe

bi naznavê Gird Elî dinivîse) dikare her kurdekî bide bawerkirin,

ku zimanê kurdî têr dike bona her cûre berhemên hemcihanî bêne wergerandin.

 

Bi vê pirtûkê serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed ji wan kesan ra

ku dibêjin kurdî têr nake bona wergera berhemên giranbuha û kûrfikir, dibêje:

-Kurdî têr nake, an kurdîya we têr nake?

 

Alî Kut

 

Min navê Gilgamêş di zarotîya xwe de bihîstibû, lê di piçûkaya xwe de ez li tu pirtûkên ku behsa vê destanê dikirin, rast nehatibûm.

 

Nayê bîra min ku min di dibistana tirkan de jî agahîyek di vê derbarê de wergirtibe. Dema ez hatim Ewropayê jî, tenê fragmentên destanê di hişê min de hebûn. Min dizanî ku yek li pey ”ava heyatê” ketibû; rêwitîya têrmacera û serpêhatiyên wî li ser kevirekî, bi tîpên mîxî, ji alîyê qewmekî bi navê Sumerî, hatibûn kolan.

 

Li Swêdê her cara ku min sehafek zîyaret dikir, bi taybetî min çavên xwe li vê pirtûkê û ên bi vî rengî digerandin. Piştî demekê ez fêrî swêdî bûm û min dikarîbû ev pirtûk ji pirtûkxaneyên dewletê ji bo xwendinê deyn bikira.

 

Bêşik ev tekstên kevin hemî bi reqem û şirove ne, mîna tu pirtûkek matematîkê bixwînî, tu mane û çêjeke wêjeyî ji wan nagrî. Demekê şûnde ez ji agahîyên li ser Înternetê fêr bûm û êdî min dikarîbû tekstên bi vî rengî bi rehetî bixwendana. Û piştî demekê jî vîya wergerandinê:

 

Beşa pêşin ya vê destanê, min di 2010 an de wergerand û di  sîteya Nefelê de çap kir. Li dawîya tabloya pêşî min şiroveyeke welê jî nivisîbû: ”Ev bitenê çîroka destanê ye. Ne wergereke bêje bi bêje ye. Li gor naveroka tabloyan şiroveyeke bê tekrar û hinekî jî vebirî ye.”

 

Lewra ku amanca min famkirina çîroka destanê bû û ne xebatek ”akademîk” bû. Ji ber vê jî ez vê pirtûkê weke wergerekê bi nav nakim û dibêjim ev şiroveya min e. Lê dîsan jî ez sadiqî teksta bingehîn ên tabloyan mame. Ji van min du tekst esas girtine. (The Epic of Gilgamesh-translated bye Maureen Gallery Kovacks) û Gilgamesh Eposet (Natur & Kultur 2001). Lewra ku ingilîzîya min kêm e û têrî tu wergeran nake, teksta swêdî bingehê vê şirovê ye. Ç

 

Keda birayê hêja Remzî Kerîm jî ji ya min ne kêmtir e. Wî tekst redakte kir û cî bi cî pêşniyara hevokên cuda û xweştir kirin. Herwiha sipasîyeke taybet bo Weşanxaneya APECê û rêvebirê wê Elî Çiftçî re, ku ev berhem çap kir.

 

Hêvîdarim hûn çêj û sûdekê jê werbigrin û malavahîyekê li me bikin!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev