Berhemên kurdzanên me – 218

Berhemên kurdzanên me – 218

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Serhildana li navça Araratê (1927-1931)”. Em wêyadikin 4 beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa duduyan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Serhildana li navça Araratê (1927-1931) – 2

Ihsan Nûrî komên çekdar usa li ser komikan belav kirin ku şerrê partîzaniyê bi awakî serketî pêş da here. Tevî wê yekê, wî danûstendin bi Ismaîl Xan Sîmko ku wê demê şerrekî giran dijî rêjîma Şahê Iranê dikir çê kirin. Anegorî qewlên serhildanê, wî çend mecal qebûl kirin. Ewha, ji bo nimûne :

 

1) miroên ku dizî, talan kirine, an jî keç û jin şuhurandine, divê bên gulle kirin.

 

2) Tukesekî gotî ji derveyî navça serhildanê ji dizî Û qaçaxiyê neke.

 

3) ew kesên ku ewê karên usa li navça serhildanê bikin, ewê ji aliyê mehkema pêşmergan bên hebs kirin, û bi piraniya dengan va ewê gunehê xwe bistînin.

 

4) jinên eskerên şehîdbûyî bi pêşmergekî mayîn ra mêr dikir.

 

5) nerazîbûn-munaqeşeyên di navbera tevgelên serhildanê da divê bi biryara serokatiya serhildanê bihatana hel kirin û ew biryar divê bona gişkan yek be û t.m.

 

Partiya Xoybûnê dest pê kir bi navê “Agrî” banga ku xwendevanan bi qewimandinên li navça Araratê nas dikir biweşîne (192a, N* 17, r. 14, aal 1927). Ala pêşmergan jî hebû.

 

Zanyarê pêşverû ku di derheqa serhildana Kurdan li navça Araratê da dipeyive dinivîse : “Ew serhildan bi teşkîldariya xwe ku li kongreya Agrî-Daxê bi kombûna çend komikên Kurdan ên ne mezin hate destanîn va ber bi çav dikeve. Tevî wê yekê, rasttir bû ku navê wê rêxistinê ya gel deynin” (162, r. 21).

 

Pêşmergan hey navça serhildanê dida fireh kirin. Di van qewian da dîwana Tirkiyê wek berê pelepistûkî (fen-fêl) dikirin û pêş da danî ku Ihsan Nûrî bi wan ra rûnê bona hevpeyvînên aşîtiyê.

 

Di nîvê meha gulanê sala 1928 da, meclisê kommisyona “aşîtiyê” saz kir û tê da 12 parlementer û çend kesên li ser qulixên bilind ji wilayetên rohilatê hebûn. Ew kommisyon li wargê Şeyxlî-Kopruyê (ew navça ku di navbera pêşmergan û eskerên hukûmetê da bû bêteref bû) rastî dêlêgasyona Kurdan a bi serokatiya Ihsan Nûrî hat. Endamên Kommisyonê Ihsan Nûrî dida bawer kirin ku hukûmetê bona hemû Kurdan baxşandin (efû) îlan bike, lê wê qulixa bilind di dewletê da bidin wî. Dewsa wê yekê, Kurd divên teslîmî eskerên Tirkan bibÛna.

 

Dêlêgasyona Kurdan dijî wê pêşniyara kommisyonê ya “aşîtiyê” derket. Tevî wê yekê, wê da nîşan dan ku qewlê sekinandina şerr tenê dikare ew yek bibe ku Tirkiye mafên Kurdistanê yên millî nas bike. Li dawiyê, hevpeyvînên li wargeha Şeyxlî-Kopruyê bê feyde xelas bûn (108, r. 281).

 

Tevî wê yekê, serokatiya Araratê, partiya Xoybûnê dest bi kampanya zor dijî wan gotî bexişandina Kurdan kir û bi wê yekê va armancên hukûmeta Tirkiyê şerpeze kirin … Di sala 1928 da, serokatiya Araratê name ji eşîrên wilayetên rohilatê ra şand û tê da siyaseta Ankarê ya di hindava Kurdan da dihat şirove kirin, lê usa jî poxê baxşandina Tirkiyê derxist meydanê. Li dawiyê, wê ew endamên rêxistina Xoybûnê ku baxşandinê diparast xayin û neyar hesab dikirin (108, r. 280).

 

Serokatiya Araratê ku dicedand eşîrên Kurdan ên mayîn bike nava serhildanê, di salên 1928-1929 da çend hêzên çekdar ên ji 15-20 merivan dan saz kirin û ew şandin Zîlan, Wan, Bilanix, Melezgir, Mûş, Qaqizman, Xinis, Qers û ciyên mayîn. Ew desteyên pêşmergan êrîşî eskeran, idaran, avayiyên polîs dikirin. Di çiriya pêşîn 1930 da, Ihsan Nûrî Paşa di banga “Agrî” da gotar çap kir û tê da bangî hemû Kurdan dikir ku bi xurek û çekan alîkariya pêşmergan bikin (108, r. 284-28S).

 

Tevî wê yekê, serokatiya Araratê di nava Kurdên Tirkiye, îran, Iraq û Sûriyê da bamg belav kir bi gaziya yekîtiyê di şerkariya bona azabûna ji nîrê Tirkiyê da. Bergirtina (kopî) wê ji Koma Milletan ra hate şandin. “Kurdên birayên me – di bangê da dihate gotin -, hûn divên hêjayî wê yekê bin ku bibin milletê Mezin. Hûn, wek neteweyê dilpaqij û jêhatî, çawa dikarin wek qûlan bijîn, Tirk serokatiyê li we bikin, gava hemû gelên mayîn serbixwe ne … Bona şerkariyê gişk bibin yek. Me dest pê kiriye birayên xwe ji nîrê Tirkiyê aza bikin, bona ku wê axa ku bi sedsalan erdê me bûye aza bikin” (153, r. 41).

 

Di destpêka sala 1930 da, bawer bike ku hemû wilayetên başûr-rohilatê di bin destên pêşmergan da bûn. Di van qewlan da, hukûmeta Ankarê gelek hêzên xwe yên eskerî, teknîkî û matêryalî civandin ser hev bona hincirandina serhildana Kurdam. Lê di 6 nîsan 1930 da, desteya Tirkan a cezakirinê li Kîrê bi destê şervanên Kurdan ên mêrxas hat kaf-kûn kirin, temirandin. Ew xeyala Tirkan jî ku dixwest eşîrên Kurdan ên mayîn dijî pêşmergan derxîne şerpeze bû. Hela bi ser da, serhildana Kurdan li Araratê çiqas diçû hîn firehtir dibû. Vê yekê serkariya Ankarê bêtabet kir, tirseke mezin kir dilê wan.

 

Rojnama “Milliyet” a 1 hezîran 1930, mecbûr bû ku bide zanîn ku her behseke di derheqa nerehetiya li rohilata welêt da li welatên derve bîr û baweriyên ne qenc di derheqa qayde-qanûnên li Tirkiyê û hêza hukûmeta Tirkiyê da pêş da tîne. Bi dizî, partiya muxalfetê a liberal-komarî, ku wê demê êdî hatibû saz kirin, bi serokatiya Fethî Beg dicedand ku şerkariya Kurdan bi kar bîne bona bêtaqetî û bêçaretiya siyaseta kabîneta Ismet Paşa nîşan bide. Hela bi ser da, hinek parlementerên meclisê ji Ismet Paşa ra de’w kir ku terka “wî şerrê birakuştinê” bikin. Wan nîşan dida ku ew hemû şerrên ku ii Imperatoriya Osmanî dijî gelên ne tirk dihatin kirin, tenê bûne sebebê wê yekê ku ew gel ji Imperatoriyê dûr ketine (156, r. 14).

 

Lê dîsa jî hukûmeta Tirkiyê xwe bi wê riyê girt ku hêz û mecalên xwe yên pirr bicivîne ser hev bona hincirandina pêşmergan. Wê bi qumandariya Salih Paşa ordîke ku tê da 40.000 eskerên peya, 10 taxbûrên topavêj û gullereşan, 550 çekên gullebarandinê û 50 balafirên eskerî hebûn çê kir (145, r. 121). Qumandariya Tirkiyê, ku êdî hîn bi hêztir bû, dest bi şerrê nuh dijî Kurdan kir. Pey şerrê giran ku weke mehekê kişand, eskerên hukûmetê dane der, şkestin. Kurdan 2.000 dîl girtin, 60 gullereş û 24 top zevt kirin. Kurdan 12 balafir ji jor anîn xwarê (155, r. 30).

 

Lê dîsa jî eskerên hukûmetê li hev hatin ku di hezîrana 1930 da Kurdan mecbûr bikin ku birevin şkeftên ser tixûbê Îran-Tirkiyê. Wê dema girêdana îranê alîkariya mezin da Tirkiyê. Gulana 1930, hukûmeta îranê destûr da eskerên Tirkan ku bi erdê îranê ra derbas bibin û bikevin nava tabiyên pêşmergan. Pareskerên Tirkan ji wê yekê kar ketin

 

û ji xwe ra riya Bazirgan-Yarikaya-Aybek-Denbet-Kîrê girt û Kurd kirin nav hesarê. Lê Kurdên ji navça ser sînorê Makuyê (îranê) bi serokatiya Sîmko hatin hawara pêşmergan û berê xwe da eskerên hukûmetê. Ew rewşa sazbûyî ya bi qeziya qumandariya Tirkan mecbûr kir ku hesarkirina Kîrê bi zeman bide hildan û li benda eskerên xwe yên nuh bin, bona hincirandina ocaxa serhildana Kurdan a nuh ku gelek bi lez belav dibû û êdî gihîştibû navçeyên Başkala, Saray, Bagrîkal, Erdîş, Patnos, Wan, Zîlan û navçeyên mayîn ku tê da weke 100.000 bineciyên ku ji wan 10.000 esker bûn diman. Şerrekî giran xwezma li beşta Zîlanê ji 20 heta 27 hezîran qewimî. Rojnama “Times” di hejmara xwe ya 24 tîrmeh 1930 da di derheqa wî şerrî da nivîsiye ku ji 60.000 eskerên Tirkan 2.000 şehîd bûn û 700 meriv jî dîl hatin girtin.

 

Bona hildana (pûçkirin) wê serhildanê, ku gelek wek qewimandinên sala 1925 bû, quman- dariya Tirkiyê dîsa pareskerên mezin anîn wira. Bilî wê, Salih Paşa bi serokên çend Kurdan ra danûstendin çê kir, soz da l$u pêşkêş-hediyan bide wan û bi wan ra li hev hat ku gelek ji wan bîne hêla xwe û desteyên wan ên çekdarî dijî pêşmergeyên şerrê li Araratê derxe (112, hejmar 15, r. 14). Opêrasyona bona hincirandina serhildanê mehekê kişand û tenê di dawiya tîrmehê da hate serî. Di çend şerran bi Tirkan ra da, ewqas li hev ne hat ku desteyên pêşmergan bihincirîne, çiqasî ku dutîretî û dubendî di navbera wan da pêş da bîne.

 

Wan dest pê kir bo hovîtî ji heq-hesabên Kurdan hatin der. Cezakirina wan hemû mirovan dizêrand ku şika wan heye ku tevî serhildanê bûn. Bi salixên dîwana Tirkiyê 3.000 Kurd hatin kuştin. Tenê di navbesta Zîlanê da 1.550 Kurd bûn xurê Tirkên bêbext. Di navça Ardîşê da 200 gund hatin şewitandin. Li ser erdê Patnosê tu gund ne hişt. Eskerên Tirkan heywanên Kurdan ji dest wan girtin û bi xwe ra birin (06, r. 111). Wê demê, gava eskerên Tirkan li navça Wanê pey Kurdan digeriyan, Kurdên Kîrê nêzîkî Aralixê êrîşî cerdbaşiyên tirk kir. Di 14 tîrmeh da, pêşmergan rex Aralixê êrîş bir seralaya Tirkan, rev li wan xist Q mecbûr kir ku ewji sînorê Sovyêtistanê derbasî navça Qemerluyêbibin ( Artaşasa nuha) (86, r. 112).

 

Şerrê di navbera Kurdan û eskerên hukûmetê dahela berdewam dikir, gava ku di 12 tîrmeh daajansa Anatolyayê bi têlêgraf îlan kir : “Karêneskerî dijî cerdan êdî xelas bûne. Tirkan berraserhilan daye. Têkoşîna partîzaniyê, ku ya rêaksyonêbû, û li navça Zîlanê dest pê bûbû û gelek cerdênçekdar tevî wê dibûn, û ku di 10 hezîran da jiFarisistanê dest pê kiribûn, êdî hate tune kirin-pûçkirin. Pêşmergan nemaze êrîşî navbendên navçênMuradiye, Bazîd, Patnos, Arşîx û yên mayîn dikir.Li çend wargên jiyînê ku tê da eskerên hukûmetêtu nebûn, pêşmerge bi destê gundiyan hatin raqetandinû gundiyan bixwe xwe diparast. Pêşmergan hil nedabû ser hesêb ku binecî bi rejîma komarî bawerin.

 

Serokên cerdê, ku ji Farisistanê hatin hewarapêşmergan, nikaribû êdî tiştekî bikin. Kommisyonacezakirinê ku di 5 tîrmeh da dijî pêşmergan hatibûteşkîl kirin, di 10 tîrmeh da bi serketin kuta bû.Jimara pêşmergan ji 1.500 kes derbas dibû û piraniyawan ji Farisistanê hatibûn (117, 1930, hejnuur 8-9, r.36).

 

Ew agahdarî ji serî heta binî derew bû, ji ber kuhela di 20 hezîran 1930 da li navça Wanê şerrekîgiran diçû. Jimara pêşmergan jî qestbende hatibûkêm kirin. Tiştek li ber çavan e ku bona 1.500pêşmerge (wek ku qumandariya Tirkiyê digot) nepêwîst bû ku ji 50.000 zêdetir esker û zabit berhevbikin. Ew yek jî dûrî aqilan bû ku gundî bi rejîmakomarî bawer in û xwedê giravî “wan xwe xweparastiye”. Ev gotin qet nakeve serê merivan, jiber ku mufettişê wilayeta rohilatê yê sereke IbrahîmTalî Beg di nava gaziya xwe da gef dixwar ku”bineciyên 5 gundan ku piştgirî-alîkariya cerdbaşiyandikir” berk ceza bike (117, 1930, hejmar 8-9, r. 36).Ew makkirin jî ku piraniya pêşmergan ji Farisistanê hatibû ne raste.

 

Di tîrmeha sala 1930 da, gava qumandariya Tirkiyêdest bi firetî êrîşkirina li ser navça serhildanê kir,çend desteyên Kurdan ji Sûriye û Iraqê (weke 1.000şervan) ji sînor derbas bûn û ketin navçeyên Mêrdînû Midyatê yên çiyayî, usa jî besta Sirûcê (126, r.251). Lê wan nikaribû rewşa pêşmergên navçaAraratê bidin pakkirin û di bin zordayîna hêzênKemalîstan ên pir da mecbûr bûn ji wî erdî dûrkevin.Qumandariya Tirkiyê, ku li wan navçan ji hesabênKurdan hate der, dest pê kir eskerên xwe li navçaKîrê ku tê da hela weke 3.000 şerkerên Kurdanhebûn, berhev bikin.

 

Eskerên Tirkan, ku dixwest bikevin pişta pêşmerganû dorê li wan bigrin, derbasî axa Iranê bûn. Pêşiyêîraniyan bi wê yekê qayil ne dibû. Wê demê kommisyonaîran- Tirkiyê hela xebata bona kifşkirinparvekirinasînoran xelas ne kiribû. Loma jî geleksebeb hebûn bona li ser hevdu şikayet bikin û bihevra pev nekevin. Ewha, rojnama “Cumhuriyet” di30 hezîran da îlan kir : “Ji Bazîdê têlêgram şandineû tê da tê gotin ku di 10 hezîran da firindênTirkiyê yên eskerî, yên ku gelek caran êrîşî navçaAgiriyê dikir bona heywanan bidizin, êrîşî cerdankirine û ew mecbûr kirine ku birevin welatênderve. Ew qaçaxên ku ji îranê êrîşî gundê rexsînorê Xanîkê dikir, ew jî ber bi erdê îranê hatinraqetandin. Desteya ji 100 suwarî bi serokatiyaserekeşîran di şeva 20 hezîran da ji gundê îranê yêKemal dakutane erdê Tirkiyê, gihîştine navça Zîlanêû rastî eşîrên Heyderanliyan hatine, bi wan rahevpeyvîn derbas kirine. Bi wan ra li hev hat ku jiwê navça biçûk ku ew tê da ji bin zordariya pareskerêncendierman reviyabûn pêş da herin.”

 

Hem wê demê, di nava weşana Tirkiyê ku dicedandîranê di nava karên pêşmergên Kurdan û dijminayiyadi hindava Tirkiyê da gunehkar bikin da bend ûgotar hatine çap kirin. Ewha, rojnama “Hukumetimilli” ya 8 tîrmeh 1930 nivîsiye : “Xusûsiyeta vêtevgerê ew e ku ew ne bi destê xelkên welêt, lêbi destê welatên derve tev rabûye. Tirk nikarinderc bikin ku çawa li ser erdê dewleta cîran dikarin ewqas pirr cerd bên damezrandin, bona ku paşê jîêrîşî axa me bikin û çawa li wan cerdan li hev têku dû derbasbûna ji sînor pevgirêdanan tevî rêxistinaxwe ya navbendî saz bikin”.

 

Lê rojnama “Rêpublik” a hezîrana 1930 bi gefxwarinnivîsiye : “Eger Iran bi xwe dikare ders bide qaçaxênku li ser axa wê tên çekdar kirin, wê demê destûrawê tune ku dij derkeve, eger ew ders bide hinekênmayîn”.Lê badilhewa weşana Tirkiyê hêviya xwe danîbû sersiyaseta îranê ku dîwana wê ya wê demê têkoşînaKurdan li Kurdistana îranê dida temirandin. Di 5îlon da, eskerên Tirkiyê de st pê kir bi alîkariyabalafiran êrîşî Kîrê bikin. Di çend pevçûyînan biKurdan ra da, li hev hatin ku zora eskerên Tirkanbibin. Lê ji ruyê pirbûna Kemalîstan a eskerî ûteknîkî, Kurdan dest pê kir ji Kîrê derkevin û xweli navçeyên Araratê yên çiyayî veşart. Ihsan Nûrî ûçend lîderên mayîn li hev hatin ku herin îranê, lêIbrahîm Paşayê Hesikê tevî hevalbendên xwe kuketibûn nava hesarê şerrê xwe berdewam dikir, ewjî di zivistana sur-serma da. Lê ew di şerrekî giranda hat kuştin, lê hevalbendên wî yên mayîn ênsaxmayî dîl hatin girtin (192 a, 1985, hejmar 15, r.14). Ewha merheleke şerkariya Kurdan a mêrxasiyêku ji 3 salan bêtir li navça Araratê kişand xelasbû.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev