Ji nimûneyên zargotina me – 218

Ji nimûneyên zargotina me – 218

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûçardehan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema pêncan berdewama nivîsa ”RIKNÊ MALHEBÛNA BER, QEBÎLÊD KURDAYE BERÊ Û YA KURDÊD SOVÊTÎYÊ, CÛRÊ JÎYANA WANA” ye. Beşa şeşan emê di demên nêzîk da çap bikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

RIKNÊ MALHEBÛNA BER, QEBÎLÊD KURDAYE BERÊ Û YA KURDÊD SOVÊTÎYÊ, CÛRÊ JÎYANA WAN-5 

Xênji hebûna malêye arizî, xwelîyê û yêd din, hebû hebûna gunde tomerî jî, ew xwelî, kanî, cew, çem û pira bûn. Vêderê tu kesî nikaribû dest bida ser kanî, çem, cew û pira, bigota ya mine û tiştêd din, çimkî kanî, pira, çem û cew bi destî gundîya dihatin kolan, çêkirin, bi qewata temamîya gund yan jî tebîyetî bûn. Tu kesî nikaribû bigota, wekî kanî yan jî pira û çem hebûna wîye arizîye.

Hebûn kanîyêd usa ser navê merivêd başqe yan jî qebîl û bera bûn, lê ava wan kanîya dîsa bo temamîya cmaeta gund bû. Ew gundêd ava wan tunebû, malêd wan başqe ji xwera bîr dikolan, ew bîr bi navê malxwê dihate gotin, mesele: li nehîya Aparanê gundê Camûşvana Mezinda (niha – Elegez) bîra Evdoyê Pisir hebû. Li nehîya Laçînê orta du gundêd Zêrtîyada kanîk heye, jêra dibêjin “Bûlaxa”(19) Hesenlera yan kanîya ser navê qebîla Hesenlera. Usa jî navêd gelek tişta ser navêd qebîla hatîye gotin, niha jî ew nav lêne. Bo bêcerkirina xwelîyê avdan tenê bes nîne. Wê şûnda gerek zevî rind bihatana çegîlkirin.

Pey gihîştinêra, çawa em zanin destbi gîhadirûn û nandirûnê dibû. Berê, çawa niha, berê ewlin gîha didirûtin, paşê ceh, genim, gilgil, korik, garis û nîsk. Nav vanda yêd serî ceh û genim bûn. Li cîyê ne çiya, nimiz, kutasîya îyûnê destbi gîhadirûnê dibû, nan didirûtin 15-20ê îyûnê, lê li cîyê çiya gîha didirûtin 15-20ê îyûlê, destbi nandirûnê dibû 15-20ê tebaxê.

Çawa me jorê got, mecal û mikanêd rêncberîyê berê ji alîyê têxnîkayê gelekî prîmîtîv bûn, bi cûrê patrîyarxal bûn. Li Laçînê, Dêrsimê, Kelbecarê pê desê, lê kurdêd Îranê ku li deşta diman, yêd qeza Qersê, Yêrêvanê pê kêlendîya gîha û nan didirûtin. Palêd gîha û nan didirûtin, jêra digotin “îrxat”. Diha rast gotî, îrxat ew bûn, yêd ku bal dewlemenda, deştêd wanda bi wedelî dixebitîn, heq distendin. Niha kolxozada wê têrmînê nadin xebatê, çawa berê digotin, niha jî dibêjin “pale” yan jî “xebatçî”, palêd brîgadê, xebatçîyêd brîgadê.

Wexta hela nan ne weşîya bû, dewlemenda îrxat digirtin û nanê xwe wextêda didan dirûtin. Kuleş pê ereba û firxûna dianîn bêdera, lê cîyê çiya, wekî tenê şiverê lê hebûn, mesele: Laçîn, Kelbecar û Dêrsim, gîha û nanê xwe pê kera, qantira û hespa dikişandin bêdera.

Nav qebîla Sîpikada gîhadirûn û nandirûn hîmlî mêra dikirin, paşê qîza û jina. Jina û qîza tenê tirmix dikirin, lê jinêd Zuqurîya, Cemaldîna ew yek şerm hesab dikirin. Jinêd dewlemenda kêm dixebitîn, lê yêd kesîb mecbûr bûn bixebitîyana, ew yek girêdayî bû halê wanra, malhebûna wanra, kêmasîyêd wanra.

Jina kesîb digot:

-Êh! Şerm, ne şerm – yeke, îdara me nabe, gerek em bixebitin. Xênji xebata xwe, qîz û jinêd kesîb wexta xebata çolê – zevî, xozanêd dewlemenda tirmix dikirin, kam dajotin û şuxulê din dikirin.

Serkarîya nandirûnê û gîhadirûnê usa jî bêcerkirina xwelîyê û kûltûrêd mayîn malxwê dikir. Wê derecêda serkarîya jin û qîza, usa jî ya zara kevanîya dikir.

Xebata îrxata wa dest pê dibû: ewana wexta gîhadirûnê yan jî nandirûnê, sibê şebeqê ber derê dewlemend top dibûn, bê teştê diçûn deşta nandirûnê. Bo xebata gîhadirûnê û nandirûnê zû bihata sêrî, pala hela êvarê hacetêd xwe hazir dikirin, kêlendî û des tûj dikirin, didirûtin heta ro êpêce bilind dibû, paşê qewatî dikirin. Pey teştêra qasekê hêsa dibûn, paşê dîsa destbi xebata xwe dikirin. Nîvro nan dixwerin. Xwerina wana mala xweyê zevîyê dida. Pale li her cîya sibê şebeqê heta ro diçû ava dixebitîn, ewana bi seheta ne dixebitîn.

Pey dirûnêra du cûre berevkirina gîhê û kuleş hebû. Ya pêşin: gîha, usa jî kuleşê nan nav zevîyada, mîna bircêd Misirê qûç dikirin, dikirine plûr. Ya duda: kuleş dikirin xurom, gurz û datanîn ser hevdu; qasî dirêjaya 2-3 mêtra dikirin part û pê ereba, firxûna dikişandin bêdera. Gurz pê çawa girêdidan. Çaw jî ji gîhê pelax badidan. Bêy çawa gurz nedihatin çêkirin. Xênji gurza bo xebata çolê hineka çaw didane xebatê, pala gîha û kuleşê nan nav zevîyêda top dikirin, dikirin topikêd biçûk, xurom didan ser hevdu û wexta barkirina erebê vîlke (sêtilî) lêdixistin, didan ser erebê yan jî firxûnê. Wan topikara çawa me got em dibêjin “xurom”, kurdêd Îranê dibêjin “xerme”. Çawa dixwêne xebera “xirman” yan jî “xerman”, wekî bi zaravê hinek kurda nîşan dide “bêder”, ji xebera “xerme” pêşda hatîye yan cîyê xuroma, cîyê berevkirina xerma “xuroma”, wê xeberê azirbêcan jî didin xebatê. Bo lodkirina gîhê û kuleş hebûn merîyêd hosta, zane, wekî gîha rind lod dikirin. Gîhê lodkirîra dibêjin “lod”. Niha bal me ew têrmînêd berê, ser hîmê malhebûna kolxozêye teze û qeydê deranîna wêye mêxanîzasîyakirî hindik-hindik ji ortê tê hildan, mesele: “part”, xerme, xurom, çaw û têrmînêd malhebûna gundîtîyêye mayîn. Wexta gîhadirûnê û nandirûnê pale yan jî îrxat çayîrada, zevîyada pey hev rêz dibûn, bi wî teherî, wekî palê pêşin li serê zevîyê destbi dirûna nan dikir, yê duda pey wî, yê sisîya dida pey yê duda û yêd din. Pey dirûtina pê kêlendîra ji gîhê û kuleş les rêz dibûn.

Nanê pala çawa edet, timê bûka û qîza dibirin çolê. Xurek, çawa li mal, usa jî li çolê dixwerin kaxada, ferêd dar û sifirda. Derheqa cûrê xurek, çêkirin, guhastin û kara wana me nivîsîye kitêba xweye “Andrkovkasyan krdêrî kensaxi”-da (Wergera ji ermenî: “Deba kurdêd Pişkavkazê”). Bo neyê wekilandin, niha em nanivîsin. Her gerek em bêjin, wekî qinyatê xwerina kurda hîmlî şîr, qatix û goşt bû, wekî niha jî ussane.

Pey gîhadirûnê û nandirûnêra gîha û nan dianîn bêderê, hineka gîha kêleka malêd xwe lod dikirin, hineka jî li bêdera. Bêderêd kurda nîvê pirê nêzîkî malêd wan bûn, eger berga malê hebûya, gelek malêd kêleka heve six, binya gundada bêder hazir dikirin. Bêderêd gelek malêd pizmama kêleka hev bûn, lê yêd malêd mezin yan jî pizmamêd lape nêzîkî hev, yek bûn, çimkî wana nanê xwe tev dikutan, nanê xwe, gîhê xwe ser nefera parevedikirin. Eva yeka girêdaye berara. Derheqa wê yekêda emê paşê binivîsin, wexta em derheqa pevgirêdana pizmamtîyê, berada xeberdin.

Wexta rastkirin-hişkkirina kuleş, eger bêderêda hêşinayî hebûya, ew pê mera dibirîn, temiz dikirin û paşê kuleş lê radixistin, heta kuleş lê radixistin, heta kuleş ber tevê û bayê hişk nebûya, kam nedidane ser.

Wexta ajotina kama devê ka girêdidan, her cîya jî pê kam nan dikutan. Nîr dikirin situyê ga, kulabê situyê wanda jêrê girêdidan, zincîr yan jî kindir kamêva girêdidan, kamajo li orta kamê disekinî, çirpî dêstda kam dajot. 2-3 roja şûnda kuleş dibû ka. Wê şûnda nanê kutayî têx dikirin, pê şena û sêtilîya didan bê, bayê ka dibir, hebêd nan berev dibûn, paşê seradê û bêjingê dixistin, hebê nan temiz dibû, pê têra, çewala dikirin embara yan jî çela(20), ka jî pê sebeta dikişandin mereka. Yêd ku merekêd wan tunebûn (gilî derheqa kesîbadane), ka xwe li kêleka malê, li bêderê qûç dikirin, gîha davîtine ser, kevir bi çawava girêdidan û davîtin ser gîhê bo ba kayê nebe, teyrede jî wê bela nekin. Gelek cara ka li kêleka lodê qûç dikirin. Hebûn lodêd gulover, usa jî yêd dirêj.

Herneyse, berê nav kurdada xweykirina heywanet, bêcerkirina xwelîyê bi cûrê paşdamayî dihat kirin, pêşdaçûyîn tunebû.

Her zemanê Sovêtîyêda çawa ji alîyê hebûnê, usa jî ji terefê kûltûrayê û derecêd mayînda kurd pêşda çûn, gelek tişt dest anîn. Berê ewlin wana terka jîyîna koçerîyê û nîvkoçerîyê dan, ewêd koçer û nîvkoçer ketin kolxoza, xwelî bêcer kirin û her alîva roj bi roj pêşda diçin.

Çawa berê, niha jî malhebûna kurda hîmlî bi heywanetxweykirinê û xwelîbêcerkirina xwelîyêra girêdaye, ya hineka jî ji senayê tê, çimkî çawa me go, êpêce kurd vê gavê jî bajarêd Tbîlîsîyê, Yêrêvanê, Batûmîyê, Lênînakanê, Rûstavîyê û cîyêd dinda dijîn.

Me xeberda derheqa heywanetxweykirina kurda berê û niha, usa jî bêcerkirina xwelîyêye berê, emirjîyîna kurdara girêdayî. Niha em çend gilîya bêjin derheqa bêcerkirina xwelîyê bal kurdêd Sovêtîyê û derheqa wan guhastinada, wekî îro em ber çevêd xwe dibînin.

Kurdêd Pişkavkazê xênji heywanetxweykirinê, niha hîmlî xwelîyê jî bêcer dikin. Cûrê bêcerkirina xwelîyê, hilbet ne mîna berêye, lap hatîye guhastinê, niha ew ser dereceke bilind sekinîye. Ew bi saya îndûstrîya welatê meye giran, bi saya têxnîka meye pêş bû.

Bo guhastina kûltûra rêncberîyê gelekî mezine nîşandayîna bêcerkirina xwelîyê, cûrêd wê bi mêtodêd tezeye başqe-başqe. Teşkîlkirina kolxoza şûnda berê ewlin perçêd xwelîyê ji ortê hatin hilanîn. Xwelî bû ya tomerî, li cîkî tê bêcerkirinê, usa jî sînorêd nav zevîya ji ortê hatin hilanîn, wekî gelek cî digirtin. Bi wî celebî xwelî êpêce zêde bû: mecal-mikan hatin efirandin bo bêcerkirina xwelîya cmaetîyê. Niha kolxozada, usa jî sovxozada gelekî guh didin ser temizkirina toxim. Bo nan zefbe, ew mecal tenê nîne. Ya duda, wekî nava kurdêd Pişkavkazêda niha bûye edet, ew qinyatkirina xwelîyêye. Niha hene qinyatêd xwelîyêye kîmîyayê, wekî gelekî alîkarîyê didine zêdekirina hebêd nên, pincarê, cûrêd gîhê. Nav qinyatada tiştêd bo xwelîyê kardar hene, mesele: qinyatêd fosforîyê, wekî rola wan mezine bo qinyatkirin, zêdekirin, pêşdabirin û kardayîna hêşinayê. Ji qinyatêd fosforîyê eyanin: sûpêrfosfat, dîkalsîûmfosfat, sûpêrfosfata sixkirî, têrmofosfat, sîyanamîd. Eva paşin fosforêra negirêdaye. Usa jî didin xebatê qinyatêd kîmîyayê başqe, zirmixa goma û yêd mayîn.

Şirovekirina êlêmêntêd wan qinyata, fîzîologîya wan pirsa êtnografîyê nîne, nakeve tev cûrêd deranînê, lema jî em derheqa wê yekêda nanivîsin.

Wê şûnda kolxoz bo alif toximê cûrêd başqe-başqe davên, mesele toximê ketê, oncê, koringan-vîkê û yêd din. Eva yeka nava terîqa kurdêd Pişkavkazêda tiştekî tezeye.

Kurdêd Pişkavkazê niha kirine edet, kartola û pincarê jî davêjin, kartola pê traktora, kûltîvatora û maşînêd mayîn bêcer dikin, lema jî xebata desta kêm bûye, gihîştîye çapa mînîmal. Berê pê desta nikaribûn orta cêrgêd kartola rind nerm bikirana, çimkî xebata usa pê mera çetin bû, lê niha xebatê hîmlî pê maşîna dikin. Derheqa pê maşîna avîtina kartola, nermkirina orta cêrgada Matoyan dibêje:

“Bi du cûra bêcerkirina orta cêrga, xwelî kûr û baş tê nermkirin. Bi wan mecala bo gihîştina kartola halê pak tê efirandin, kokêd wan xwelîyêda diha kûr diçin xwerê û diha gelek qinyat hecam dikin. Wê şûnda, bo hêşinayê mecal-mikan tên efrandin, wekî nava xwelîyêda germayî nemayê xweyke û ya lape ferz, ew hêşinayêd zirarê didine kartola, ji ortê dertên”(21).

Ne tenê bona kartola, lê usa jî bo bilindkirina kûltûrêd malhebûna gundîtîyêye têxnîkîyê cîyê pêşin digrin maşîne û prosêsêd êlêktrîfîkasîyayê, wekî berê qe tunebûn.

Ji sala 1930-1933a destpêkirî maşînêd rêncberîyê ketin gundêd kurda, çimkî wan sala artêlêd xwelîyê hatin teşkîlkirin. Bêcerkirina xwelîya tomerî bi maşînêd rêncberîyê diha pak bû. Raste, wekî wan salêd çûyî maşînêd malhebûna gundîtîyê hindik bûn, lê wî çaxî bi wan maşînara tevayî didan xebatê cot, kotan, tapan û yêd din. Ser rikinê baza îndûstrîya me giran maşîne hindik-hindik zêde bûn. Heta teşkîlbûna SMT mêxanîzasîya malhebûna gundîtîyê timê pêşda diçe. Zêdebûna maşînê xwelîbêcerkirinê gihîşte wê derecê, wekî niha kolxoz maşînêd wan lazimin bê çetinayî dest tînin û wededa ekinê xwe dikin. Niha mêtodeke xebatêye rind ewe, wekî kolxoz û sovxoz çandinîya çend kûltûrêd malhebûna gundîtîyê bi cûrê çargoşe-hêlînî dikin. Ew cûrê çandinîyê gelek alîkarîyê dide bilindkirina ekindayînê. Kolxozêd gundêd kurdada dewsa cotê berêyî patrîyarxal, kotana darîn, tapana şiva, ga û gamêşa, li deştêd kolxozêye cmaetîyê hîmlî dixebitin maşînêd toximtemizkirinê, yêd çêkirina sîlosê, kombayn, traktor, maşînêd nanavîtinê, yêd nankutanê, maşînêd gîhadirûnê, pincaravîtinê, agrêgat û hacetêd rêncberîyêye vî zemanîye din. Bona bilindkirina hasileta kûltûrêd malhebûna gundîtîyêye têxnîkî heyetîya maşîna, êlêktrofîkasîya bes nînin. Bi mêxanîzasîyayêra girêdayî lazime bidin xebatê mecal-mikanêd rêncberîyêye dinê jî. Ji wan mecala yek ewe, wekî niha toximê temizkirî davêjin, ew jî wedê xweda, bi plan, bi çapa nîşandayî. Temizkirina toxim bi maşîna gelekî kare, çimkî hebêd ku zirarê didine nan (xirpûk, çilore û yêd din) ji nav toxim dertên. Berî rêvolyûsîya Oktaybrê nav kurdada derheqa temizkirina toximda tu kes ne difikirî, lê niha temizkirina hebêd nan, pincarê her cîya nav kurdêd Sovêtîyêda bûye edet. Niha tu cîya toximê netemizkirî navêjin.

Pirsêd temizkirina toxim, qanûnêd bêcerkirina xwelîyê, planêd kolxozada, sovxozada tên nivîsandin û praktîkayêda tên derbazkirin. Bi komekdarîya mecalêd lênihêrandina toxim, sortêd toxime pak û bêkêr timê tên bijartin, eyankirin.

Niha kolxoz xwelîya xweye tomerîda, usa jî kolxozvan xwelîya xweye nêzîkî malêda dewsa ceh, genimê berêye sor, wekî nanê wî azîk bû, davêjin genimê “Galgalos” û “Kirik”, kartola, pincarê û yêd mayîn. Hilbet, genimê kirik berê jî hebû, lê niha diha zef davêjin. Kirik diha zef davêjin kurdêd Talînê û Laçînê û usa jî yêd Aştarakê û Artaşatê.

Berê gund hebûn, wekî genim û ceh, çewder û genim tevhev davîtin, wêra digotin “kerdîge”. Kerdîge hindik davîtin. Avîtina nanê kerdîge lap ji ortê tê hilanînê, çimkî kar jê nayê. Hebê nanê ku tê jî, zirave, bêkêre.

Berê nan çelada dihat xweykirin, usa jî embarada. Hebêd embarada pak diman, lê yêd çelada gelekî teyax nedidan, kêçu dibûn, nanê wî azîk dihat û bo xwerinê bêkêr bû, lê niha kolxoz usa jî sovxoz hebêd nan kîlerêd sêmêntkirîda xwey dikin, lema jî hebê nan xirab nabin, nan zuha dimîne û tema wî jî xirab nabe, çimkî xemxurî heye, kîlera temiz xwey dikin, eger lazimbe, derman dikin.

Ji kûltûrêd têxnîkîyê yek jî çandinîya titûnêye. Kurdêd gundê Qeybaşê (nehîya Basargêçarê) û yêd din titûnê jî diçînin. Gundêd nehîyêd Ermenîstanêye deştê jî tirîya, pembu, pincarê bêcer dikin. Eva dîsa açixîke berbiçeve, wekî zemanê Sovêtîyêda kurda dest anî.

Titûna Basargêçarê awqasî jî pak nîne, gelekî serte, lê davêjin. Li nehîya Basargêçarê cêribandine, wekî gelek cûre titûn biçînin, lê pak nehatîye, lema jî terk dane, tenê cûrekî titûnê li wê davêjin.

Bi rêncberîyêra girêdayî em çend gilîya bêjin derheqa rêyêd berê û niha. Berê rêyêd miskenê kurdêd Pişkavkazê zef xirab bûn, ewana hîmlî şiverê bûn, usa bûn rêyêd qeza Dêrsimê û yêd din. Her xîçerêk li nehîya Aparanê hebû, ew rê niha jî heye, ji Yêrêvanê diçe nehîya Spîtakê, ew jî wextê padşayê ûris ser nêt û qana leşkerîyê hatibû çêkirin. Tu rêyêd usa li nehîya Laçînê, Kelbecarê, Zengelerê, Talînê û cîyêd mayîn tunebûn.

Niha li wan nehîya rêyêd teze hatine çêkirin û tên çêkirin, asfaltkirin. Yek ji wan hema xîçerêya Yêrêvanê-Spîtakêye, wekî niha tê asfaltkirin. Asfalta wê ji Yêrêvanê gihîştîye Aparanê, usa jî xîçerêk ji Lênînakanê heta Elegeza kurda çêkirine, ew jî wê zû bê asfaltkirin. Berê li nehîya Laçînê tenê rêk hebû, ew ji Yêvlaxê diçû Şûşîyê, paşê Laçînê. Ewqasî jêra digotin xîçerê, rêke mîna şiverêya bû, ancax erebe, heywan têra derbaz dibûn. Wexta erebe, firxûn jî diçûn, yek disekinî, heta yê din derbaz dibû, rê awqas teng û bêtewşe bû. Niha çawa li Laçînê, usa jî li Kelbecerê, Basargêçarê, Talînê, Zengelerê û miskenêd kurdaye mayînda xîçerê û rêyêd asfaltkirî hatine çêkirin, wekî avtobûs, kombayn û yêd mayîn firêqet têra derbaz dibin.

Berê mecalêd cîguhastina tişta tenê erebe û firxûn bûn. Bo wê yekê kurda deve, ga, gamêş, guhdirêj, hesp û qantir jî didan xebatê. Nav kurdêd Pişkavkazê heta kutasîya qurna 19a jî tenê erebe hebûne, paşê tên meydanê firxûn, ew jî bi destî kurda nedihatine çêkirin, ji miletêd dora xwe: ermenîya, azirbêcana, huruma (yûnanî) distendin. Zemanê nihada ew erebe lap hatin hilanîn, lê firxûn hela pir-hindik li ortê hene.

Niha xebata kolxoza û sovxoza him pê firxûna, him jî pê avtoya tê kirin, hemû kolxozêd kurda avtoyêd wan hene. Gelek nehîyada firxûn jî bere-bere ji ortê tê hilanîn. Çiqas diçe xîçerêyêd teze gund û deştada tên çêkirin. Avto diha firêqet dikarin ji deştê nan, gîhê, kuleş cîguhastî bikin. Bi gilîkî, bêcerkirina xwelîyêye niha nav kurdada, çawa nav cînarêd wane ermenî, azirbêcan, gurcada bi têxnîka tezeye pêş tê kirin. Berê sinetêd kurdêd Pişkavkazê hîmlî kêm bûn, lê hebûn sinetêd malê, mesele: xalîçeçêkirin, kulavavîtin, ristin, dirûtin û yêd mayîn. Hasilethazirkirin pêşekî wanî hîmlî bû. Wana bo firotanê rûn, penêr, toraq, hirî, tiftik, xalîçe, ber, têr, xurc, kulav, lepik, gore û yêd mayîn dibirin sûkê.

Nav kurdada pêşê dayîn-sitendinê hindik bû.

Kurdêd dayîn-sitendin dikirin, payîza dereng ji gunda û sûka berx-kavir distendin, xwey dikirin, pez kok dibû, paşê difirotin, bi wî teherî kara wana hebû.

Kurd ji sineta gelekî ji xalîçeçêkirinê hiz dikirin. Niha jî ew pêşe nav kurdada heye û diha pêşda çûye. Niha jî li nehîyêd Laçînê, Aparanê û nehîyêd mayînda dîsa xalîça çêdikin.

Bal me gelek fabrîkêd xalîçeçêkirinêda kurd dixebitin: çawa hostayêd baş, mesele, Dîlîcanêda fabrîka xalîçeçêkirinêda dixebite Şemama Evdî, li Zengêlanê Fetmana Elî û yêd mayîn.

Çawa berê, niha jî xalîça ji hirîya cûre-cûre çêdikin. Xalîçêd berê çargoşe û gelekî dirêj bûn.

Niha xalîçêd usa çêdikin, wekî lap çûkin, datînin ber kerevata, bona wexta razanê lingêd xwe pê temizkin. Ev guhastina xalîçe girêdaye guhastina emirjîyîna kurdaye nihara, çimkî eger berê kurd nîvê pirê li erdê, ser sekuyê oda radizan, xalîçe û kulavêd dirêj davîtin ser erdê, lê niha usa nîne, ewana ser kerevata radizên, lema jî wanra lazimin xalîçêd çapa kerevata, wekî dîwarava dardakin.

Xalîçe, çawa berê, usa jî niha qîz û jin çêdikin, çimkî berêda xalîçeçêkirin pêşê jina bûye. Çêkirina xalîça bo mêra şerm dihat hesabkirin. Hene navêd xalîçaye teze, usa jî yêd tradîsîon, wekî xebat û jîyîna kurdara girêdaye, mesele: hene xalîçêd navêd wana “milî”, “ber”, “zîlî” (qebîl), “xankêfa” (bi gotina xan), “ecemî” (milet), “ermenî” (milet) û yêd din. Hene cûrêd xalîçaye sade jî, wanra dibêjin “carcim” (Ermenîstan, Gurcistan), “gyaba” (Laçîn, Kubetlî, Zengîlar, Adrbêcan). Çawa berê, usa jî niha ser xalîça nexşêd başqe-başqe hene. Kurdêd Azirbêcanê (Laçîn) bo rind xweykirina nivîna xurcêd lape mezin çêdikin û niha jî çêdikin, rojê nivîna dikinê, pê benêd qalim devêd wana qewîn girêdidin û deverû datînin ser darêd sitêr, bo dû negirin.

Çawa ser xalîça û kulava, usa jî ser wan xurca nexş hene. Gelek nexş li xurcêd cihêzê qîza dikin. Ew yek zûda edet bûye û niha jî heye. Nexşêd diha rind pê hirîya sipî li kulava (Ermenîstan), “doşanaka” (Azirbêcan) dikin. Reqema sala çêkirî lê dikin. Nav ornamêntêd xalîça, kulava, bera, xurcêd berêda em dibînin motîvêd hebandinê, wekî girêdayîne rêncbertîyêra, heywanetxweykirinêra, tişt û qewmandinêd tebîyetêra, mesele: li xalîça dikin şiklê teyreda, nexşêd tebîyetê û yêd din. Nexşêd xalîça êpêce hatine guhastin. Niha em li rûyê xalîça dibînin motîvêd xebatê, şiklêd pêşîkarêd meyî mezin: Lênîn, yêd egîtêd şerê Wetenîyê, mêrxasêd xebatê, leşkerêd Sovêtîyê û yêd din. Motîvêd ku hebandinêra girêdayîne, niha nayên wekilandin, terka wan dane. Bi gotina qewal Huseyn, nav êzdîyêd Îraqêda hebûn xalîçe, wekî siyarkirina Tawis nîşan didan.

Kurdêd Sovêtîyê xalîçêd usa çêdikin, wekî nav ornamêntêd wanda motîvêd hebandinê tunene, lê hene nexşêd usa, wekî nîşan didin biratîya cmaetêd Tifaqa Sovêtîyê, wetenhizîyê, edlayê û yêd mayîn. Xalîçe, kulav, xurc û yêd mayîn dereceke malhebûna mala kurd bûn.

Zemanê Sovêtîyê alîyê pêşekda halê kurda hat guhastin. Niha hebûna mala kurd ne ku tenê ji rêncberîyê û heywanetxweykirinê tê, usa jî ji paletîyê (sinetzanebûnê) û qulixê tê. Niha gelek kurd – eger jin, eger mêr, karxane-fabrîkêd bajarêd Tbîlîsîyê, Yêrêvanê, Batûmîyê, Lênînakanê, Rûstavîyê, Kaxêtîyê û cîyêd mayînda dixebitin çawa pêşekar, mesele: Kasîmov Hesen dixebite neşirxana Laçînêda çawa herfrêzkirekî eyan, Egîtê Abasî û Mîroyê Cangîr herfrêzêd neşirxana Yêrêvanêye dudane. Xeratçîkî eyane Xalitê Avdel (Tbîlîsî), terzîyê eyane Mîşayê Eylaz, soldirûyê berbiçevin Şamilê Şekir, Şamilê Seyad, maşînîstekî eyane Zadoyê Abas (Tbîlîsî) û gelek hosta, pêşekarêd mayîn.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev